Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yekîtiya Hêzên Kurdistanî Baştirîn Bersiv e Hemberî Metirsiyên Herêmî û Dewletî

 


Hemberî Raporta Baker û Hamilton  Sazkirina Kongirekî Kurdistanî Li Hewlêr Pêwîst e

Berzo Mehmûd

Îro û piştî xuyakirina bîr û rayên raporta Baker û Hamiltonê Emrîkî derheqa rewşa Iraqê û helwêsta wan ji kêşeya Fîderaliya Kurdî û mesela Kerkûkê li Kurdistana Iraqê, wek di naveroka raportê de hate diyarkirin ku Emrîka bi helwêsta B. H. kêşeya Kurdî ne dûr e di ser guhê xwe re bavêjê.


Ev helwêst di naveroka xwe de wê yekê didê xuyakirin ku Emrîka metirsiyê ji hêzên Kurdî di rojhilata navîn de nabînê, lê ziyanê ji Hêzên wek yên Haris Eddarî dibînê, lewre  berjewendiyên Ddarî li nik Hamilton bûne cihê rêzlêgirtinê. Em dixwazin wê yekê bêjin: Eger em ji xelkê re nebin metirsî, em dê nekevin nav deftera wan de, ango xelk çi dewletên herêmî û çi dewletên cîhanî yên mezin bi elba me napîvin, eger em xwe bi xwe bi elba xwe nepîvin, ango em xwe nekin hêzeke giran di rojhilata navîn de. Çilo xelkê em parçe kirine, wilo me jî xwe parçe kiriye, her partiyek ji me ji xwe pêve nabînê, bi ser ku dih partiyên dîtir jî hene. Her yek ji me di cîhaneke taybetî de dijî, me xwe nedîtiye wek berpirsên miletê Kurd bi tevayî, her yek ji me xwe dibînê wek berpirsê tarika xwe di demeke ku dijmin bi hezar tarik ji me dizîne. Ji ber wilo eger hêzên Kurdî bi kêmayî di her parçekî de li ser hev bin, dê bibin hêzeke metirsîdar di çavê deshiltê de, lê eger Tevgera Kurdî hêzên xwe yên her çar parçeyan di çarçêweyekê de kirin yek û li ser rêbaza yekîtiya hêzên pêncî milyonî ketine xebatê de, bê goman dê bikarin rojhilata navîn bihejênin, û dê bikarin dijmin sernivz bikin ta radeyekê ku êdî dijmin li ber tevgera Kurdî lavlavê bikê, û li ber daxwaziyên Kurda serî bitewênin.
Di dîroka tevgera Kurdî de bi tevayî wa diyar dibê ku serkêşên kurda di hemî parçeyan de her li ser piştgirî û alîkariya derve xebata xwe berdewam dikir, lewre jî şkestin bi dû şkestinê de dihat. Îro roj fersendek di destê kurda de heye ku bikarin hêzên xwe bi awakî nû ava bikin, ku bibin hêzeke giran di deverê de, hêzeke ku dijmin û dost herdû sere xwe li ber bitewênin. Em kurd bere xweş bizanin ku em bi siyaseta birayetî navbera miletan de tiştekî bi ser naxin. Em kurd pêwîstî bi danîna siyaseteke nû hene, ku bi dû gelek lêkolînên stratîcî û serbazî ka em çilo dikarin wê giraniyê ava bikin.    
Va ji me ve zelal e ku Emrîka di despêkê de Kurd jêre giring bûn, ji ber wilo pûte pê da, û piştî ku serket û rijîma Sedam da Erdê, kêşeya kurdî di Iraqê de rehendên dewletî wergirtin, ber bi danîna hikûmeteke fîderalî de çû, û ev yeka han di Iraqê de stûna xwe di destûra Iraqê de çespand. Lê di van herdû salên dawî de, nemaze gurrkirina  êrîşên hêzên tîrora beşê Sine û hin ji Şî''''''''''''''''e li dij hêzên Emrîkî û li dij hêzên hikûmeta Iraqî, vê yekê Emrîka xiste gelefekê de ku li xwe vegerê, û li encamê raporta Bêker –Hamilton hate meydanê. Ji alîkî din ve jî hikûmetên hawîrdor wek Tirkiya û Sûriya û Îran ji sala 1992an de xwe çikandine jib ne tenê perçiqandina mafên Kurda, lêbelê jibo nehêlana Kurda jî. Baş e, eger hewqas dijiminê Kurda hene û hemû jî kar dikin ku Kurda di her çar parçeyan de bêmaf bikin û wan ji mafên mirovatiyê jî bêpar bikin, pirsa giring di vî barî de tê ew e tevgera Kurdî li her çar parçeyan de hemberî van metirsiyên gewre çi karî dikê û çilo ger û livlivîna lîstika siyasî dixwênê, û çi têde dibînê, û ka wê çi siyasetê û pilanê danê bo ku bikarê van pîlanên dijmin pûç û betal bikê?
Tevgera Kurdî ji roja ku çêbûye ta niha bi hişekî vekirî û hişekî miletperwerî gavek nedaye. Raste hin car bîr û rayên berjewendîxwaz li nik hin kesên siyasî di riya gotarekê de diyar dibin, lê ev bîrûra nebûne bawerî û kar û xebat di aliyê piratîkî û jîwarî de, ku bikarin astê kêşeya xwe bixin cihekî bilind de ku  dijmin û dost li ber rawestin û hisaban jê bikin. Kurd divê bibin giriftar û mişkile û metirsî ji xelkê re, yan dê kes li ber ranewestê. Di vê buwarê de tevgera rizgarîxwaza Kurdî li hemî parçeyên Kurdistanê pêwîstî bi danîna siyaseteke stratîcî nû heye, siyaseta kurdistanîkirina Xebata tevgera Kurdî bi awayê ku her parçeyek ji yê din re bibê palpişt, ango hemî parçeyên Kurdistanê tevlî Kurdên Ewrupa piştgiriya hev bikin, ne ku em dibêjin yekîtiya xebata hemî parçeyên Kurdistanê, lê em dixwazin wê yekê bêjin ku Kurd wek çilo Erebên Misrê bi hişkere piştgiriya yên Libnanê dikin, yan yên Erebên Si''''''''''''''''ûdiyê piştgiriya yên Iraqê dikin, çima damûdezgeh û  Komele û komîteyên hevkariyê di nav Ereban de hene, bo çi wek van komele û yekîtiyan nav tevgera Kurdên Iraqê û Tirkiya û Sûriya û Îranê de nebin, nemaze darûberê Kurdan ji yê hemî miletên dîtir nexweştir e, Kurd bê dewletin,  kurd bê piştin, dewletên Cîhanê ti berjewendiyê di Kurdan de nabînin ku alîkariya wan bikin. Lewre Kurd divê xwe bikin hêzeke giran di navçeyê de, Kurd bi jimara xwe ya gelek ku digihê pêncih milyonî, eger viayaneke xurt li nik wan peyda bibê, dê bikarin di van dewletan de bibin kelemekî mezin di pêşiya berjewendiyên wan de, û divê vê yekê hişkere bikin. Lê jibo em di warê piratîkî de bibin hêzek metirsîdar pêwîst e ev yek li ser bingeha danîna siyaseteke nûjen û stratîcî di kongirekî Kurdistanî de werê behskirin û birryarên netewî têde bi yekbîr û yekra werin standin, ku her parçeyek ligor darûberê xwe şêweya xebata xwe û core mafên xwe desnîşan bikê. Ya dîtir, jibo serkeftina kongirekî weha, ya baş ew e ku tevgera Kurdistana Iraqê bi herdû partiyên xwe ve bi vî karî rabin. Ji ber ku îro roj Kurdistana Iraqê ya herî hêzdar e ku bi karekî weha rabê. Sazkirina kongirekî netewî pêwîstî bi hemî partiyên Kurdî heye, ku partîyên her çar parçeyên Kurdistanê têde beşdar bibin. Ev karê han  îro ji Kak Mes''''''''''''''''ûdê Barzanî serokê partiya dîmoqrata Kurdistana Iraqê, û Mam celal serokê partiya Yekîtiya niştimanî ya Kurdistana Iraqê, tê xwestin ku xwedî li Kurdistanê derkevin û dev ji siyaseta goşegîrî û xweparêzî berdin, helbet di sînorên riyalistî de kar bikin jibo tevgera rizgarîxwaza netewî di her çar parçên Kurdistanê de li ser bingehine nû pevre ava bikin, û li ser wê bingehê ku çi ziyan bigihê kîjan parçeyî ji Kurdistanê dibê ziyan û asteng di pêşiya hemû parçeyên dîtir de. Bi vî fikrî em dikarin hêzên Kurdistanî di çarçêweyeke hevkarî de tektîk û stratîciyên nû danin, ku Kurd û tevgera Kurdî bibê berpirsê hemî parçeyan di sînorên taybetî de.
Gava em berê xwe didin kurdistana Iraqê, em dibînin ku pêçêbûn û pêkarîn û hêzên wan yên abûrî û çekdarî ji van hêzên van parçeyên dîtir xurtir û dewlemendtir e, û dikarin bibin alîkar û piştgiriya maddî û siyasî û rageyandinê bikin. lewre pêwîst e ku ev herdû partiyên kurd li tevgera Kurdistanî xwedî derkevin, û hewl bidin pêwendiyên nû di navbera hemî hêzên Kurdistanî de ava bikin ku berjewendiyên hemî parçeyên Kurdistanê li ber çavê wan bê, bê ku yek li ser hisabê yê dîtir werê hileşandin. Siyaseta hêzîn Kurdî yên Kurdistana Iraqê ya ku heme li ser xwe tenê digirî siyaseteke şaş e, ev siyaseta ku desthilat û dewletên hawîrdor, yên ku Kurd di bin hikmê wan de dijîn, ji xwe aciz nekin, wê wateyê didê ku ev deshilat darê xwe dijî Kurdan bilindtir bikin û dijmin xurttir dibê. Bi vî awayî Kurdistana Iraqê jî dê bikevê ber pêşêlkirinê de, ji ber ku dijmin ji hemî aliyan destberdayî yan çavgirtî yan devgirtî hember tevgera Kuristana Iraqê namênê, û dek û pîlanên xwe dijî wan bikar tênê.
Inca bo ku em bikarin serkevin, pêwîst e em pêdawîstiyên vê serkeftinê peyda bikin, yan jî dê hemî tişt, hemî deskeftiyên Kurdî, dê bi avê de herin. Ya îro giring ew e ku Kurd hêza xweyî pêncih milyonî nîşa cîhanê bikin, ev hêz ku pêwîstî bi hevkariya netewî heye da ku werê ser hev, yan jî wilo belawela ticarî nikarê karekî bihêz bidê xuyakirin. Eger em nebin hêzek karîger di rojhilata navîn de, em dê nikaribin xelkê bi xwe şiyar bikin. hêza kurdistanî îro belawela ye, divê aliyek ji Kurdistanê rabê ser xwe û destê xwe ji hemî hêzên parçeyên dîtir re vekê û wan himbêz bikê bo ku pevre çarenûsa xwe destnîşan bikin.
Hawkariya Kurdistanî li ser çend hêlên xebatê werin behskirin û çareserkirin ku siyaseteke nû jêre werê hûnandin, ku ew jî ev in:
1. hêla xebata hevkariya çekdarî
2. hêla xebata hevkariya siyasî
3. hêla xebata hevkariya rageyandinê
4. hêla xebata hevkariya rewşenbîrî

                 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark