|
|
|
|
|
|
|
Konê Reþ
Ha ho, Kê gotiye stêr dimrin?! Her û her li asmana diçirisin, Ronahiya xwe Bi ser welat de Berdidin..
Di tariyê de, Di rojên reþ û teng de Bêtir û bêtir xuya dikin.. Namirin, zindî ne Û kî dibje; Þêrko Bêkes miriye?! Ji xwe re dibêje Stêr namirin Namirin, Þêrko Bêkes zindî ye. Ha ho! Ma çiyayên Kurdistanê ji Ji darên Beriwan Xalî dibin?! Tovê Nalî, Hacî Qadirê Koyî, Goran û Bêkes Diqele?! Ha ho, ma dildarên Þêrko Bêkes Di her çar perçeyên Kurdistanê de mirine? Ku miribin, nema bin, Hingî Þêrko Bêkes jî Mirî ye.. Ha ho, Mane, dar þipya dimrin Þêrko Bêkes jî Ta dawiya temenê xwe Þipya bû.. Û va wê careke din Di parka Azadî de Li bajarê Silêmaniyê Þipya bimîne.. Þêrko Bêkes, Siwarê peyva Kurdî Siwarê êþ û janên Xizan û belengazên Welatê min Namire, her û her Wê bimîne zindî ye. Konê Reþ Qamiþlo, 05.08.2013
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|