Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Saxên mirî (di wêjenivîseke rexneyî de)

 


Mihemedê Seyid Husên  

Hin sax hene hêj zindî û bi têzufêz li jiyanê gavan tewşedînî diavêjin, quretiyan li serê bana dikirin û difiroşin, derewên terqiyayî ji kozikên dorpêçayî li bextê xwe dicivînin, girêza bedkariyê kefê bi gernejîna devê wan ya zer dixîne, betore û şevreşkî bi qitûtî bêqidoşiya ramanê diwerêvin.


    Mixabin bi çavên nîvmirî berevaj li jiyanê dinerin, ji sîka xwe ditirsin, bi xwe jî bergûmanin, reş û peşan weke rêjîmên totalîtar lixwe pir dikin, girûzê li pêşiya bergîlê datînin, di tabiyan de natebitin, li ber velerzîna metirsînê sîperê bi torfelaqî nîşan dikin, renge ji bîr kirine ku ji mêj ve saxên mirîne. 
    Qaşo pir ji xwe bawer û lixwe ewlene, pêşbîniyên mandê bo gelê kurd, ji hemî hêlekarên jiyanê ve ta bi derzî vekirine, ji ezmûneya kilasîk ya têkçûyî, tep û rîpên finasgenî li ser zemîna ketîwarî, li serdema çerxê 21 ê ji nêv zeviyên kaleşûv, hevbendî fistoqî û rêpilanên xwetenparêz, ku bi heman rêawayên jiqanêder, xwe piçupar li hemberî banebalaya kêşeya evra û giringîdana derfetê riswa kirine. 
    Zanistyariya tekpartiyê, tekserokê hişpîr û tekrêbaza xirşmêwe, bêhode li ber bihurê avrêjim dinoşin, li kolanan mîna mirovên zindîwar çirvîtakan didin, li gund û bajaran bi lotikên qerfê re xwe libadikin, bîna fêrmist bi ser xwe dadikin, xwedêgiravî şîretan li şeytên dikin, tometan ji gewremêrên ronakbîr û ekadîmîsyonê pendiyar re çêdikin, ta ku ji wan tê xwe ji bîrciwanên serheldêr lawên qûnaxê dûr dikin, hemî pêkhatên civakê serûbinî hev dikin, razên aso û tarawgehan ters û çequberî şîrove dikin.
    Cîyewazin dikarin sitêrkan nizm bikin, xirxirkan bi serbiskên helbestê vedikin, bi zikişkê melevaniya nav çixirê dikin, kevirê mezin ne nîşanê lêxistinê ye, bê tore nêçîrê di ava qitinî de dikin, bedbêjeyan li bazara siyasetê tewş diavêjin, zêdekariyan li pendegoyan dikin, ronakbîrî nagihê toza wan, yekgirtin dîndijminê wane, çiku nirxê wan di civakê de pûç û serbêş dikî, seraqet li ser xwe digirîn, koromîd û baskşikestî, xwe dane ber dîwarê hîmrizî, û li gel behane û tilamên zirsawêr yên hêmî û xilmet xwe diparêzin. 
    Herwiha ji mêj ve perensîpa perçebûnê rêbaz kirine, kêşeya resenwarê xoşewîst, li gel erksezayên netewî û niştemanî, di nêv hevrikiya navxweyî de, wilo şaşwar û bêyî rêbazeke yekgirtî, bêyî serwayekî karîzmatî hemdemî bûneweriya gelê kurd piştguh kirine, lêbelê tew jibîr kirine ku saxên mirîne, buhayê kefenê xwe nas nekirine, pariyê tisî ji devê jar û perîşanan didizin, haj xwe nînin ku ji mêj ve saxên mirîne.
    Xwelîserin ji qûnaxê li paş mane, guherînên nuder yê buhariyane rêya xwe bi wan nexistine, li ser milê jiyanê mîna tege, tiral û tembelan bûne bargiranî, bêhode hewl didin ku dîrokê raguhêzin çerxê vemanê, ango hoza xwe (partiya xwe) ya mirî saxlemtir bînin qanê, herwiha weku dizanim dê livî çerxî bimirim, wilo jî hîç li ber neketime, çima miletê kud û nexşeya kurdistanê, ji anv koma miletên cîhanî ji sura bayê azadiyê bê par maye, û çima mirin gefan li miletê kurd tenê dixwe. 
    Tirsa min jê ye ku libendeman me tune bikî, çaxê ku em omîdan bixwe re perwerde nekin, ku em li dîroka têkçûnê poşman nebin, ku ji hemî hêlekaran ve em zînatkariya wê nepesinînin, ku di navgîna berbat û felaketan de, em li tabûtên nemirên xwe negerin, ku firişteyên roja paşdawî, dadgeha navxwedayî têruteseliya nasnameya me nasnekin, ku xaka welat bîna xwêdana me nekî, ku qiralê rewanbirr me tenê ji nav dezgeyên zendegî jibîr nekî, ku ji bitûna tuxmên mirovan tenha em li hevdû biqelizin, ku ji nav pencên taristanê em ronahiyê rizgar nekin, ta ku em mujde û mizgîniya yekgirtinê rêbaz bikin. 
    Yaxud ku em wî naznavê sîgiran û kelê, li xurînî nekin taştiya birçiyan, ku hew em weke berê piroje û çarenûsên kulek pêşinyar bikin, mîna sêwiyan helwestên dîmarî û derlayen, li gel daxuyaniyên xirek dubar nekin, sîng û berê jinbiyan beyar nehêlin, kulîlkên hêviyan di zeviyên stirîdirk de neçînin, di bin qaşûlê ramanên şêfil de, di asoyên pûçomîd û daxwaznamyên baskokirî de, stûbariyên bûnewerî bi texmîn nespêrin bextê kose û berkoseyan. 
    Xebînetê birano ku gaziya min bê halane, hawara min bê dengvedane, birîn kûre bê dermane, hêsirên zêmdar li ser mijgulan hestiyar mane, yadîgar û hogirîna cîwarê xoşewîst bêzar û vewziyayî hêj bê navtêdane, hilf û newaziyên dilê şeyda, raberî diyardeyên buhariyane, qolincên simbilê ku bi saya tîrêjên rokê, ji kulik azad bûne raçav nekirine, hêj dawdêlên kefteleft, azar û hevgarî hîvêz nekirine, hêj vexwendî bilindî ragirtina giyanê şoreşiyane nebûne, û rişma pêşinyarê hêj bê ajoger li wê hindamê xemsare.
    Qamişlo her gav û kêlî xewnên gulînî li serê vê buharê bi te dibînim, li jora evrazê çiyakî ewropa, ji nêv berf û qeşavê hêsirên lilavî bi ser te de dibarînim, poşman û liberxweketî resenwarê xoşewîst, bûka şaran xaweriya Qamişlo bibiîr tînim, çendî ku bi ser xwe de diponijim, bilî çelengiya sîmboliya navê te napesinînim…zorsipas ku we xwend.

Komara Çîk..Most.. 8-6-2013

Gorican2@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark