Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Revendo vegere

 


Mihemedê Seyid Husên

    Nadim mandelê ku kurdim û ji rojhilata naverastim, hîç tu arîşe û sedeman nabînim ku hez ji welatê xwe nekim, ne jî tiştekî cîgirtiye ku gilî û gazinan jê bikim, çiku revendiyê îro agir li daristanê gurtir kiriye, quretî û kelevajiyên rij û kelê tucar birînê derman nakin, herweku ne li wirê çêbûme, ne jî li wê deverê zarotiya xwe jiyame, raste ku derbirîna peyvê û awirvedana azad li gel afirendyar ji mêj ve zindan bûne, hin caran hest dibim ku bergumanî min ji hemî hêlekaran ve dirapêçe.


    Car jî hene diramim ku di helbestê de bêgane dijîm, nemaze ku binemayên mala kurdî di bin sîwana pêşewatiyeke yekgirtî de paraztî be, ku tu jêder û lêvegerên biyanî û kurdistanî, biryara kurd ya bûnewerî bi darê zorê talan nekiribin, ku medyakarî û ragihandina kurdî di saziyeke yekgirtî de kêmpeyda bin, ku ne tenha di çarçuveya tengbîriya partiyan de dabeş bûyî be, ango heman rêbaza totalîtarî kurd jî destkêşî xwe nekiribin, naxwe ku nanê min yê rojane li gel hemî divayên jiyanê, li cîgehê zayîna min peydane, dêmekî evîndarê dilsoz bi derengîxistina civanê hevgehînê pesende nakî.

    Dizanim ku ne li asoyên azad dirêsim, ne jî serbixwe hevnijîna hevoksaziyê dmeşiqînim, lêbelê xweş dizanim ku pir hene dixwazin cîgehê bûyîna xwe bi yê min biguherin, xaka hoza xwe tucarî ji keysebaz, çete û rêbirran re, ji çolax, şeveng û sixtekaran re bernadim, çiku li ser zemîna ketîwarî xwe pêşiwarî evraya wê nabînin, xwe egersezayê tîrêja rokê, sura seqa û mercên buhara azadiyê, berz û balaya rûmetê napejirînin, tenha xwe mîna tege û helperestên çavbirçî, şad û kamîran li ser tixarîseke biyanî, tenha ku di pencereya wê re, xewnan bi welatê xwe resenwarê xoşewîst bibînin.
    Belengazim, vaye potikên min yên zîvarî tîşik-tîşikî têne xwarê, tev bûne pîne û tixarîs, peritîne xilmet û xavikîne, ji rengan hatine şûştin, mîna pelên payîzê daweşiyane, mîna pêşewatiya tevgera kurdî ya hîmrizî, ku li beybaneyên siyasetê kayîna êmîşên kerrik dikin, ji berbanga damezraya rêxistina yekem ve, tovê ku di nava zeviyên kaleşûv de çandine bi gezlêvan dipûrisînin, melevaniya bejayê dikin, herwiha perensîpa ez û nekesî din rêbaz kirine, ji nêv genava gendeliya siyasetê awir li pêşerojê vedane, di yekçeperê de mîna rêgirên sitemkar, asteng û bendav li pêşiya rewşenbîr, terxannsên ekadîmîsyon û nifşên nûhatê rakirine.

    Zarokên Der,a weke ciwanên raperî yên 2004 an, derfet zêrîn anîne ber deriyên wan, lê mixabin hem ji tirsa kurdşevengên rêjîma malbata Esed, û hem jî hogirîna wan bi ser de, ji bin xewa kabûsê termgiran ranebûne û derî li ber venekirine, lêbelê lingên xwe lêxistine û yekser xwe avêtine tor û bextê Hewlêr, keleha xwîniyan û li hotêlên 5 siteyrik, û çarçiyên xweşxwarin bi zergeşa meyê re gepan diwerimînin, li ser doşek û lihêfên qesebzêrîn, germ, nerm û nazbalîfên periyên Ne’aman xwe vediparimînin.

    Ji dîroka rojbûyîna tevgerê ve piçupar dabeş bûne, li ser rikinkan, li kolanan, li çolistanan, li gasîn û firoşxaneyan jixweber peritîne, tenha zendikên destan sax mane, tazîme û seqema bayê kurr gunehan şiyar dike, miriyan vediceniqîne, birçîme, xurîme û malikên çavên min bûne hêlîna kulî, mû bi zimanê min ve hatiye, hewar dikim ciwanên hemrahên xwe, lawên qûnaxê ku rişma diruşma hemdemî, li gel hemî hûrpîşên bûnewerî û xwezyarên netewî radestî xwe bikin, ku bi hevmiliya şoreşa giştî re, van serwayên kilasîk yên hişpîr, piştqof û xwetenparêz, li gel rêjîmê bi melkeseke evsaneyî rêşbikin, ku hûn jî weke pêşewatiya tevgera kurdî, ji şoreşa giştî li paş nemînin, pêşewatiya ku li ser derzika piştê çarmedor tekoşîna daxuyaniyan biparvedikî, derlayen û ji gurdketî xwe sipartiye nihêniyên bê henas û çavkanî.

    Xwasim ji rojhilatim, rêbiwarî rokê dimesim û sed teyrên baz di nava min de lixwe dixînin, Avesta pîroz bi tîpên xwe yên kesk, bazbenda zend û bendê mine, ûcaxê dexsok û helperestan vedimirînî, newaziyên dilê şeyda avêtime ber sînga şêtepêlan, li ber velerzîna hestên coşdar, li dûv şepêla giherînên nûder, li ber peravên şindol, li serbêşa xemsariyê, tiral û tembel kayîna dîroka hevgariyên gelê min dikin, li ser milê keştiya bê berbak, li bêganeya bextreşiyê, pêlên har û hêç min jî bi wan re li bin guhê kendalan dixînin, lê qet nikrim di yek çeperê de bi dagîrkerê kujer re helwestê bigirim, loma ezê di zeviyên omîdan de, misteke tovê axa welatê xoşewîst biçînim, belbî dîroka pêşewayekî karîzmatî çêkroxê biryara gel û welatê min, ji nêv rewaya tertepêlkên zemîna zêrîn rênexşeyeke yekgirtî biçizirîne.

    Hewar dikim ciwanê kurd yê pêşzan, dûrbîn û serheldêr, hêvî û pêşbîniya pêşerojê, ku ji ewareya bêganeyê li hêlîna xwe vegere, li pêçanoka omîdên landika zarotiya xwe vegere, çavên diya te di rê de qerimîne, hêsiran tevlî xwînê dibarîne, li sînga û berê xaka dilovan vegere, li helbestên Cegexwîn û sirûda Namî vegere, li xulxulîna awazên Tenbûra Mihemed Şêxo, li dengê Şeyda û Tehsîn Taha yê zîz vegere, li cîyê ku tu jê revend çûye vegere, ne çax çaxê te ye, ne jî cî û dever yên te ne, vêca baştire ku tu bilez bizîvire û li paş venere, xwe û mirovên xwe ji zindana sirgûn û mişextiyê rizgar bike, ji azirîna xewna kabûsgiran şiyar bibe zû zû vegere, ji bêdengiya cankuj, ji revendî, betabûn û veşartinê, ji taya hêlecana mirinê gerdenaza li gaziya nemirên 2004 an vegere.
    Destê parsê bigire û ta ku ji te bê zûtir vegere, vebir ew çax û cî ne yên te ne, li bajar û gundên xwe, li mal, xizm û kesukarên xwe, li xaksaman û xanedanên xwe vegere, vaye Qamişlo jî wêran dibe, ji hilf û tîna we sar bûye, hawar dike kesek nemaye ku sirûda Namî li ber serê Cegerxwîn, li ser ritma awazên Mihemed Şêxo û bi dengê Ciwan Haco bixwîne, bajar û gundên xwe ji biyaniyên penaber re vala nehêle, bela xaka welat ya pîroz û pîtdan ji niştewarên Xemriyan re nemîne, de fermoke Qamişlo mîna dayika dilovan, di pêşwaziya te de herdû çengên xwe vekirine, di bendemanê de matmayî û tavilî kewijiye, tenha ji bo ku tu zûtir vegere, de fermoke veger…veger li himêza bitîn û dilovan vegere.

…Komara Çîk Most 21-4-2013
Gorican2@hotmail.com


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark