Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotina Hevbendź di 115 saliya rojnamegeriya kurdī de

 


Xužk û birayên hêja!
Di 22 nîsana her salê de, nivîskar û rojnamevanên kurd roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin, çimkî ev seberat (munasebe)bûye weke rojeke çandeyî li nik wan.
Di vê rojê de, dîroka rojnameya yekemîn tînin bîra xwe û li ser rewža wê radiwestin,  bê çawa hêja Medhet Alî Bedirxan li Qahîrayê di sala 1898an de rojnameya ”Kurdistan” derxist û belavkir. Û herwiha li ser rewža ragehandinê li cem kurdên rojava giftûgo dikin, û rola vê ragehandinê û rojnamegeriyê di civata kurdî de dipelînin.


Di vê roja pîroz de jî, pêveçûna rojnamegeriya kurdî tînin bal xwe, ku di çend qûnaxan de derbas bûye, û çawa ji Ronahî û Hawar a Dr. Kamîran û Celadet Bedirxan destpêkiriye, ta bi kovara Gulîstan a seydayê Cegerxwîn, û bi alî serdema 80ê û 90î ji sedsala bûrî de, ku komek ji kovar û rojnameyan, çi bi kurdî, çi bi erebî derçûne, mîna; Dengê Kurd, Gurzek Gul, Zanîn, Pirs, Stêr, Bihar, Mewasim, Ajrras,….td.
Wekû em dizanin, di van salên dawî de, rojnameyên kaxezî gelekî kêmbûne, çimkî a elektronî ketiye žûna wan, û malperên kurdî rola rojnamegeriyê girtine, û bûne dengê kurdan, ji wan malperan: Gemya kurdan, Welatê me, Keskesor, Tîrêj, Avesta kurd,Sobaro…td.
Ligel vê rewžê,  rojnameyên elektronî jî peydabûne, mîna ”Pênûsa Nû” a Hevbendê, ku bi herdû bežên xwe, a erebî û a kurdî, belavdibe.
Li vir em jibîr nekin ku rola peyva kurdî û rojnamegeriyê di jiyana me kurdan de diyare, dema ku ziman û toreya kurdî diparêze, û pêžxistinekê ramyarî di nav civatê de peydike.
Cemawerên hêja!
Ev roja pîroz derbas dibe û hîn jî žoreža azadiyê û rûmetê di Sûriyê de li dare, eve pižtî ku zêdî du salan ji berxwedana dijî kužtina rojane û xwe parastinê didome. Di vê žorežê de gelek ji mirovên Sûriyê çi kurd, çi ereb, ji nivîskar û peyamnêran hatine kužtin, yek ji wan endamê Hevbendê bû, žehîd Miž’el Temo. Û herwiha ta roja îro jî , gelek di zindanên rêjîmê de girtîne, mîna nivîskar Husên Îso û peyamnêr Žepal Ibrahîm. û  Cegerxwein mele ehmed
Di vê žorežê de, hevbenda me (Hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya) roleke pir giring dike, ev jî diyare ji beždarbûna hejmareke mezin ji endamên wê bi žorež re, çi di riya nivîsandina gotaran û beždariya di ragehandinê de, û çi di amadekirina nûçeyan de, bo herêma kurdî û bo hemî Sûriyayê.  
Li dawiya vê gotinê de, hêvîyeke mezin ji nivîskar û rojnamevanan heye, ku roleke mezintir di žoreža Sûriyê de bileyizin, da ku em bighên azadiya xwe û mafê xweyî netewî qezenc bikin.
Bijî roja rojnamegeriya kurdî
Azadî bo girtiyên peyva azad
Hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya
20.04.2013

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark