Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qamişlo û Qûnaxa nû

 


Tengezarê Marînî

Di buyer û rûdanên îro, ku li Qamişlo da, hêzên erebên Nijadperest bi serkêşiya Mihemed Al Faris û şehîdketina çend çekdarên YPG/PYD/PKK, qûnaxeke nû destpêkir.
Rêjîm li nav hev ketiye û dixwaze hemî kertên xwe yê netewe li dijî netewê, ol li dijî ol, mezeheb li dijî mezheb, li ser asteya hundur bilîze û li ser asteya derve, milîsên ji Îran, Iraq, Pakistan, Libnan, Pakistan û gelek welatên din anîn, ji bilî ku hîn Rûsia, Îran, Fenzwêla, Iraq ya Malîkî û Hizbulah ê Libnanî piştgirê rêjîma Asad in.


Îro waneyek/ dersek bû bo gelekan û ji wan YPG/PYD/, ku diviyabû beriya nuha jî û ji serpêhatiya xwe, ne ya çu hêzeke din, ku bawerî bi rêjîma Beşar Al Asaad nayê..

Çi pêdivî ye û çi ji YPG û navên wê yên din tête xwestin:

1. Hemî têkoşer û xebatkarên kurd yên bi destê wan hatî revandin azad berde,
2. Li kolana kurdî ya civakî û siaysî vegere û lêbuhurînê ji wan bixwaze, ku şaş çû û ew bitenê nikare rêvebiriya vê herêmê bike.
3. Rê bide hêzên hatî rahênan li başûrê Kurdistan (Pêşmerge), ku derbasî welat bibin û desteyeke leşkerî, hevbeş, bi birayane pêk ve ava bikin û erk û mafan belav bikin.
4. Desteyeke siyasî, civakî nû ji Kurd, suriyan, Aşûrî, çaçan, turkmen û ereban li herêmên kurdan ava bikin, bo rêveberina karên xizmetguzarî û tendurustî û bo alîkariyê.
5. Hevpijirandina hêzeke leşkerî ji hemî hêzan û ji hevrêzên xort û gencan.

Çi ji hêz û taxên civaka kurd yên din tête xwestin:

1. Bi lezgînî dergehê danûstendinan vekin, berya dema ji wan bibhure û têbigehin, ku metirsî giha ber dergehê kurdan û em hemî di keştiyê de ne, ya emê rizgar bin, an jî xewr bin.
2. Digel herêma Kurdistan, şêwir û karûbarê anîna pêşmergeyên rahênekirî bo herêmên kurdan, li Cizîr, Koban, Efrîn û eger pêdivî be, Şamê(deverên kurdan)
3. Karekî diplomasî mezin li derve bikin
4. Bi lezgînî têkiliyên xwe bi rikberiya erebî re deynin û bi wan re bigihim hin hevtêgehiştin û encaman.
5. Bi YPG/PKK re bilez bigihin hevtêgehiştinan.
6. Daxwaza alîkariyê bi hemî rengan ji revenda kurd bixwazin.
7. Li ser sîbera xwe re çem bikin û lêbuhurînê ji gel bixwazin, ji ber sistiya karî û ji çalakvanên revendê yê çalak (ne yên partiyan, ku hîn di xew de ne), bixwaze ku bi rola xwe wek nûnerên gelê kurd rabin.

Ya herî giring, ku YPG/ Encumana Rojavayê Kurdistan û Encumana niştîmanî kurd, pêk ve lêbuhurînê ji wan hêzên genc û xortan bixwazin û daxwazê ji wan bikin, ku mil bi mil bi wan re li qada kar bin, bêyî ku xwe têkilî karê wan bikin.

Bêguman, tişta min li jor nivîsî dereng e û pêdivî bû bûbaye, lê tu dereng bigihî û bikî, baştir e tu nekî û ji kok ve negihî, wê demê mirov hemî tiştî winda dike.
Îro pirs di ser îdolojî, û partîtiyê re ye. Tenê hevgirtina kurdan me ji keşeyeke gelek tirsnak derdixe, ku dubare ez ê bibêjim, ew jî ji ber siyaseta partîtî ya hêzên me bûn, ku em gihan vê encamê û vê rewşa, ku kesek dexzê pê nakit.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark