Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nivîskar û rewþenbîrê kurd Mihemed Emîn Mihemed zû ji nav me barkir

 


M.Emîn

Bi dilek þikestî û kovan min nûçeya barkirina te,ji war û warkozên kurdayetiyê, bihîst .
Bi çûna te re, stêrek geþ ji esmanê me vemirî,gulek bêhinxweþ ji gulîstana me çilmisî, xuncek nûhatî ji dara kurdayetiyê wera


birader, dost, heval û hogirek dilsoz ji nav me koçên xwe yên dawiyê barkir, berê xwe da feleka bexit reþ û piþta xwe da oxirê , rêya nehtilvê, çûn û nehatinê.
Min dema ew xebera diltevzîn bihîst, min xwe ne girt,kela girî di gewriya min de ziwa bû .
Pêl bi kela ketin, kel li hev pengehan, li peyî hev qefehan, bi hevgehan û ewrên rondikin þil û bingirtî di naverasta esmanê çavên min de hevgirtin,belediya lêda, birûskan di nav de tevdan û lehîstin .
Hêsûya xortaniya te di nava wan ewran de cihgirt û çû û hat .
Gula xortaniya te di nava þeq û deqên jiyaneka bê hedar û aram de seridî û pel werandin .
Xunaveka gerim ji wan ewrên þil di ser dêmên min de xindirîn.
Rondik barîn, pêre bîranînên te xwe ji kevanên sewdanê min berdan û li ber lehiya rondikan herikîn.ma we heye karê te yê serketî,cihê teyê li pêþ,rola te ya serekî û berçav di damezrandina Navenda Celadet Bedirxan de,li Qamiþlo,di sala 2001ê de ji bîra min herê, wê dema ku te jî xwest tu cihê xwe di nava gulên buhara Sûriyê de bigirê.
Wek rewþenbîr û nivîskarekê kurd yê pêþeng û jêhatî zevya çanda kurdî bixepêrê,xaka wê ya beyar û stewir bikolê, gulên çilmisî avbidê, bêhneka xweþ lidora xwe bibarînê . 
Ew civînên ku te serkêþîya wan bi çelengî dikir .
Bi rastî, hê tê bîra min û di kûrahiya bîranînên min de nimaye û zîldaye.erê tu ji wî cihî re nehatibû helbijartin .
Lê te ew cih girt, ji ber tu cihê rêz û rezamendiyê bû li cem tevaya endamên civata rêveberiya Navendê û ew cih li bejin û bala te dihat.
Te rêveberiya civatên wê bi zîrekî dikir.belê, li ser wî karî û ji ber wan bizav û çalakiyên Navendê yên balkêþ,te bi hevalê rêya xwe re, mamosta Merwan Osman re,gelek gef, lêdan û xeber ji destê serokê malbenda ewlekariya siyasî li Qamiþlo, dît û xwar.
Te rewþa rewþenbîrî li Rojavayê kurdistanê xweþ û geþdikir .
Di vê derbarê de pir simînarên rewþenbîrî û ramankêþî li bajarên kurdî girêdan,karî bi wê singa xwe ya fereh û nêrînên xwe yên dûrnihêr pirên têkiliyan bi rewþenbîr û nivîskarên kurd û Ereb re avabikê,moma wî roj bi roj di nava gelê kurd de geþtir dibû, stêra wî di çirisand .Geþbûna moma te,germiya dilê te, giraniya barê te,berpirsiya li ser milê te, birh û fiþara li ser singa te,hiþt ku tu bergehê jiyana xwe biguharê, naverasta xebata xwe veguhêzê .Te ji nû ve dara jiyana xwe kezaxt,çiqilin kevin birîn, tirhin nû berdan, dar li xwe vegera, ket ber berê xwe, berda û berhemgirt .Lê, bahozeka xurt û malwêran li darê da, dar ji qurim ve rakir,xewin û hêvî tevilhevkirin û tevde bi hev re, li ber wê bahozê ketin û di nava hêviyên beravêtî de wendakirin .
Canê wî yê pak û dilê wî yê çak ji vê dunya þêrîn birî.
Endezyarê dilsoz hê zûbû te ji me gera,bi çûna xwe re,te kulek giran di dilê me de çand,çavên me li dîtina tebû,em bendewarê hatina tebûn.
Lê,dolabê hêviyan çep zivirî,destên me û te jihevbirîn ,di dilê me de hiþtin sed birîn.
Gotin li ser te bi dawî nayên û div ê bûyera dilbiwîn de ,em sebir û hedarê ji kes û kar,heval û hogirê xwedê jêrazî re dixwazin û xwe hevpiþkê xem û kovana wan dibînin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark