Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Strana Evînê (Diyarî ji dildarên vê biharê re)

 


Cemþîd Bagokî

Ger tu ewrê reþtarî bî
Ez baran, xunava te me.

Ger tu bihara rengîn bî
Ez gul û kulîlkên te me.


Ger tu gelî û newal bî
Ez çiya, zimarê te me.

Ger tu rêwiyek winda bî
Ez rêk û rêberê te me.

Ger tu derya bê binî bî
Ez baþ kelekvanê te me,

Felek li ser te gerya bî
Ez xan û hêlîna te me.

Ger tu Cizîra Botan bî
Ez mîr Bedirxanê te me.

Ger Qamiþloka rengîn bî
Ez Cegerxwînê yê te me.

Ger tu Amûda çavreþ bî
Ez Seîd axayê te me.

Ger tu bajarê Amed bî
Ez tam þêx Seîdê te me.

Ger tu bi ol Êzidî bî
Ez çiya Þingalê te me.

Ger tu Badîn û Þêxan bî
Ez Hec û Laiþa te me.

Ger tu Edûla Millî bî
Derwêþê Evdiyê te me.

Ger tu þêxa Serhedî bî
Bijîr ez mirîdê te me.

Ger tu Mêrdîna delal bî
Birast ez keleha te me.

Ger tu Hewlêra paytext bî
Ez keleh, minara te me.

Ger tu ew Zîna Zêdan bî
Ez Memê Alanê te me.

Ger tu ew Xeca zerî bî
Ez çak Siyabendê te me.

Ger tu Þêrîna Ferhad bî
Ferhad, evîndarê te me.

Ger tu Nexþê Rewan bî
Ez Rustemê Zalê te me.

Ger tu ew hespa kihêl bî
Ez taze siwarê te me.

Ger tu koçera beryê bî
Ez ew konê reþ î te me.

Ger tu asoyê bilind bî
Ez bazê asmanê te me.

Ger tu ew (Bejna) dinasim
Ez heyranê bejna te me.


Qamiþlo, 25.03.2013


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark