Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bang û hêvî ji serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî,

 


Qado Þêrîn

Rêzdar Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê,
Silav û rêz,
Wek çilo hûn di hemû wextan de, di xweþî û nexweþiyê de, di þer û cengan de, di þoreþ û serhildanan de tim û tim di nav gelê xwe de bûn û we têkoþîna li ser xakê terk nekir û gelê xwe bi tenê nehiþt, hûn tim li pêþya wî bûn, û hûn neçûn li derveyî sînoran bi cih nebûn, taku hûn bûn nimûneya serok û rêberê baþ û serkeftî.


Ji ber ku we tim û tim rêberiya gelê xwe kiriye, û ji meydanên þer û cengan nereviyan, çimkî gelê we di wan rojên zirav û teng de bihewceyî we bû, hûn li xweþiya xwe ya kesane negeriyan û neçûn li hotêlên pênc stêrik bi cih nebûn.
Ji ber hûn baþ dizanin ku serok û rêberên baþ ew in ên ku li ser xakê kar û xebatê dikin, û gelê xwe di rojên dijwar de bi tenê nahêlin, belê rêberiya wî dikin, em ji cenabê we hêvî û daxwaz dikin ku hûnê hemû serok û rêberên partiyên me yên rojava ji Kurdistanê biqewitînin, û wan agahdar bikin ku îro gelê we bihewceyî we ye, eger hûn îro bi kêrî wî neyên hûnê kînga bi kêrî wî bên. Meznahiya mirovan di rojên teng û dijwar de diyar dibe.
Eger ew kesana xwe serok rêber dibînin bila bên rêberiya gelê xwe li ser xakê bikin, ne ku ji hotêlên 5stêrik biryar, daxwiyanî, zirt û fortan biþînin bê ku li ser xakê tiþtek bê kirin û guhertin.
Îro gelê me li rojavayê Kurdistanê di qonaxek zor û dijwar re derbas dibe, ji her wextan bêtir îro bihewceyî serok û rêberên baþ e, ew ê ku wî ber bi azadî û rizgariyê ve bibe. Eger ew kesana xwe serok û rêber dibînin bila di van rojên zirav û teng de li nav gelê xwe bin, bila rêberiya wî bikin an jî bila nebêjin em serok û rêberên qonaxa astengiyan in û bila kesî nexapînin.
Li dawî, sibe û piþtî gelê me ji vê qonaxa zor û dijwar rizgar bû, bila ew serok û rêber ên ku li Kurdistanê bi cih bûne venegerin, çimkî ew ê wê wextê tenê ji bo berjewendiyên xwe yên kesane vegerin.
23/03/2013
Hollenda

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark