Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Soza rast (Newroz)

 




Xûrþîd Xelîl

Hatiye xemilandin soza min û te canê 
Li rûpelê dîrokê li ser dara kezwanê
Li kolanê cizîrê ser gora mem û zînê 
Li birînê þehîda li ser tîpek evînê 


Li ser lêvê zaroka li kezyên bûkê salê
Bi xeml û neqþ û rewþe li ser heyv û hilalê
Li meydana çarçira li ser êþa halapça
Li ser çengê kevokê damarê bin kelepça
Li pêlê gola wanê li çîçekê bûharê  
 Li hêlîna mê kewê liser þaxê çinarê
Þahî sema li dare bûye roja newrozê
Mizgîn li te hevalê kûlîlkê gewr û bozê
Xêzê xwe xweþ dikêþin tev hozan û hûnermend
Dikêþin weyn û rista tû xecê ez siyamend
Bilbil bo me dixwînî bi awaz û bi fîxan
Ev ro þadî û cejne saz û govend û dîlan
Sorgûl der bûn ji xara sitem serê xwe danî
Bûhûþt hate ser xakê geþ bûn sitêr li banî
Navê me va hevalê belav bûye li her der
Bi tîrêjê rojê re ji þefeqê go tê der
Fermo himbêza jînê têde rûnin bi þadî
Li ser textê  evînê ev ro lêye azadî
Xûrþîd bo te bi gorî nazika rind û ciwan
Bi xwînê da nivîsî dîroka memê alan
xursid21@hotmail.com
xursid.xelil@fecabook.com

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark