Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

herdû nivîskar, Siyamend Brahîm û xanima wî Orkêþ li Girûpa Girkê Legê bûn mihvan

 

 

Girûpê girkê legê yê rewþenbîrî Li roja înê rêkeftî 9/2/2007 û bi amedebûna Kesayetên rewþenbîrî û siyasî û rojnamevanî Nivîskar û rojnamevan Siyamend Birahîm Xwedî û berpirsyarê govara ASO ya rewþenbîrî Bi hevjîna xwere helbestvana kurd Orkêþ Birahîm Li Grûpê Girkê legê yê rewþenbîrî bûn mêhvan


Di despêkê de orkêþ çend helbestên xweþ û delal bi dengekî nazik û þêrîn tijî hestên kurdayetî .
Ji jîwarîke hiþk û aloz derxistin û xwendin Paþê mamosta Siyamend Birahîm bi gelemperî Li ser rewþa rojnamevaniyê axivî bi teybetî Rojnamegerya kurdî , û da xuyakirin ku erk û sitûbariya rojnamevan ewe ku pênûsa milletê Xwe bê ,û anî ziman ku ta vê kêlîkê rojnamevanek bi nav û deng li herêmê bi teybetî li sûriyê derneketiye , ji ber ku rojnamevanî bi azadiyê ve Girêday ye , her wiha Siyamend li ser rol û Bandora anîna yekem çapxane li rojhilat bi teybetî Li bajarê Helebê sala 1702 z axivî û li ser hat
Gengeþekirin Paþê mamosta Siyamend bi dirêjahî li ser rewþa rojnamegerya kurdî rawestiye , mîna rojnameya KURDISTAN 1898 li Qahîre , û çiyayê kurmênc 1915,Hawar 1932 , û da xuyakirin ku ev rojname tev bi þêweyekî fermî di hatin derxistin û belavkirin , lê paþê ji aliyê deshilatdariya sûriyê ve hatin qedexekirin , Siyamend egerên rawestandina HAWARê; da xuyakirin û go min ji Apo Osman Teqezkir ku yek ji egerên serekî ji rawestandina HAWARE ewe ku nakokiyên diravî di navbera Apê Osma û mîr Celadet de peydabûn , û ji encama Wê jî hijmarên dawî ji HAWARê bi lewazî derketin û bi vî rengî jî HAWAR kutabû ,dûvre li ser rewþa govarên kurdî axivî wek gelawêj , gulîstan, zanîn, , , , , û ASO anî wek nimûne ,û astengiyên jiyana xwe ya diravî derbarî derhênan û belavkirna ASO yê da xuyakirin , û go min zêrê hevjîna xwe Orkêþ firotin ji bo ez hejmara 12 yê ji ASO derxînim ,û ta vê kêlîkê ez di xaniyê kirê de me , tevî çar nivîskarên ASO çûn li ser dilovaniya xwedê ez hîna berdewamim û ezê berdewam bim jî Di gel serkutkirina rewþenbîran ji aliyê deshilatdariya sûriyê ve , û ta niha yek ji partiyên Sûrî piþtgirya Aso ne kirye , û bi ser vê yekê de jî Gelek êrîþî wê di kin û; li dawî hejmara 13 ê ji ASO hat belavkirin, Û bû cihê kêfxweþya tevaya mêhvanan .


Berhevkirin û amadekirin Girûpê girkê legê yê rewþenbîrî

în 9/2/2007

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark