Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Seydayê Keleþ 1930 – 2007

 


Lewend Dalînî

Zarokek bê semax, Kurdek belengaz, jiyanek bi derd û kul û zehmetî, perîșanî û bindestî, di sala 1930î de, li taxek ji ên Bizgûra (Bizgûr: Gundek di navbera Nisêbîn û Midyad ê de ye) westiyayî di bin nîrê zordestiya rêjîm û jiyanê.. ba û bahoz, berf û bandeva Çiyayê Torê û kurra bangokê Ji dayik bû!….gelo ev jiyanîyê westiyayî hîn ji zikmakîya xwe de wê li cîhana nû wê kîbe û çibe!??.


Hate bi nav kirin bi Hisên! simboleke Olî ye!??Pêçeka renga reng bi pîneyê Dayîkê û tevna destên wê, li ser tarek bêjingî,  hate danîn û șîrê xav ji memikê wê hate mehtin! ? dozeja kurd perwerî yê pêre hate dan û dil û hinav pêre pêre hatin kok û saz kirin ????Ev tilîyên nerm û nazdar wê rojekê bibin hostayên ristina helbest û kevnetora Kurd perwerî yê???.
Ta ku nav û nîșanên te weke zarokekî kurd bibe nasîn, pêwîste kû gelek xal li can û cesedê te bi kar bên hîn di șîr mijînîya te de û berî bîrewerîyê???? Sêwîtî, Birçîbûn, cilên bi pîne, lingên xwas û bê sol?????
Seydayê Keleș jî weke zarokekî kurd, di hemû qûnaxên zehmet û zor de derbas dibû ji zarokîtiya xwe de tanî xortanî yê!? Di temenê xwey heft sale de û weke rêwîyekî li pey reqe reqa nalên hesp û hêstran û sewalên kerwanekî xeta Ferensawî derbaskir bi hêvîya kû wê bi karibe jiyaneke xweștir bibîne; dabû ber çavên xwe?????Lê mixabin Hisênê belengaz û bê çar ji bilî nanê bi tisî û grara rijî di Hicreyên Feqa de heta temenkî xwey mezin jî nedît?
Xwendina wî ya Olî ew beșdarî xwendin û nivîsandinê dikir û pêre pêre hîndarê beșê Kurdî bû???Têkilîyên wî bi Seydayê Cegerxwîn re ew kire evîdarê ristina helbestê!?? Bi xweșî, bi zehmetî, Qûnax bi qûnax seyda riaya xwe vedike û cihekî xwey taîbet di ristana helbesat resen de çêdike????.
  
Seyda bi can sifvikiya xwe li sînorê helbestê ne rawestiya lê bi gelek qûnaxan ew derbaskir!; Weke welat perwerekî ala netewî rakir û dikete ser pișta kar û xebata neștîman perwerî!,
Helbest di jiyana seyda de bu weke kezî zerekê û di peyre bû evîndara wê,
Di warê kevnetora Kurdî de seyda gelek metelok, û gotinên bav û kalan Kû bi salan ew gotinên granbûha di hiș û mêlakên wî de cih girtibûn û ji nûve ewî anîne der șîrovekirin û pêșkêșî her kurdekî dike di hêviya kû bi karibe ji xwere bike rêzan û rêber di jiya xwe a rojane de?.
Di dîmahîka jiyana xwe a bê rawestan de, seyda dîsa  çend kurte çîrok ji kevnetorê kurdî wek çîroka “beytik û çêlîkên xwe” “Çîroka zarok û dimsê” û gelek listikên zarokê Kurdan û di dîmahîkê de “Navê Alavên Paleyê” “ Hin Alavên Kar jî” “ Navê Cil û Xișrên Pîrekan” ew jî bi kar anîn û bi vi awayî seyda nemerdî nekir û çi tiștê kû li cem hebû wisa kire diyarî ji gelê xwere?
Di dîmahîkê de ezê helbesteke seydayê Keleș a bi nave kelemper diyaî we bikim.

Kelmper

Bakî li me da em dane ber xwe û revandin
Sed kaș û newal dûr û drêj em wergerandin
Em bûne kelemper kû li ber bê di revin em
Pîj û keleman kincik û cilên me qetandin
Canê me hemî xêzk û terîș sorbûn ji xwînê
Xîp û dirîya li her derê lașê me çirandin
Gazî û hewar nalîn û qîr pir ji me çûne
Pêçî û nenûk ji dest û linigan tevde firandin
Enya me li tehtan dikevî șingîn û șerqîn
Ev poz û dran dev û lêv tev têne șikandin
Sed tîș û brîn van di lașê me vebûne
Vê êșê û vê janê hinavê me helandin
Xwîna me li her der dirijî rêz û șerîpan
Zanim ku neyarê me li me ser di gerandin
Taldak ji mer nîne kû kurdan bidî ber xwe?
Tim ba û zeber tê li me em dane gerandin
Ev ba û brûsk tevde ji bo me bi xezeb tê
Fîzfîzê dikî bend û dîwar tev hêrivandin
Em bûne heșa reș ketine ber lingê xelkê
Kedxwara û xwîn xwara milet tev șewitandin
21-02-2013, Qamișlo
lewenddalini@gmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark