Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

sersaxî: Behîname bo koçbûna nivîskar Arþevê Oskan

 


  Êþ û xemgîniyeke zor dilê me girt, dema me saloxa koçbûna hevalê xwe yê helbestvan Arþevê Oskan bihîst.
Arþevê Oskan helbestvan û nivîskarê kurd ku bêtirî ji bîst salan ve kêferatek tal û tund dikir bi mirinê re, rû li rû li hember nexweþiya pençeþêrê ya kor û bê dil, lê hevalê me Arþevê Oskan ligorî hezkirina xwe ji jiyanê re, ev kêferat ji xwe re kiribû wek þanoyekê, û bi lehengî bi rola xwe derbarî karûbarê xwe radibû, bi mirinê re dikeniya û digot: ez dizanim tu li kêleka minî, tu dixwazî min bikî mêvanê xwe..


 lê ne nuha, bihêle ez vê helbestê jî binivsînim, li cihê xwe be, divê ku ez vê romanê jî bi dawî bikim, were mirinê were bi min re bixwe û vexwe, lê divê ku tu zanibî, gelek helbest û nivîs hîna li hêviya minin.
wisa helbestvanê me, jiyana xwe dibûrand, gelekî ji jiyanê hezdikir, û ji ber vê hezkirina wî yî mezin ji jiyanê re herdem mirin ji kêferata wî vediciniqî, lê li kêleka wî dima rûniþtî, ta vê rojê.. roja yekþemê 25-11-2012 li bajarê Hamborg li Almaniya, helbestvanê me lîska xwe bi dawî kir, û ji mirinê re, li ser pela mirina xwe emze kir…
Em, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê, sersaxiyê bo xwe û bo hemî nivîskar û helbestvanên kurd û bo malbata wî û miletê kurd bi tevayî dixwazin, bihuþt bo hevalê me yê nivîskar û hedan û aramî bo mal û malbata wî û miletê kurd bi tevayî.
Hesekê 27/11/2012
  Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark