Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tucar Fenera Mîş,el Temo nayê vemirandin çiku yadîgarên wêrekiya wî timî li bîrê vedijenin

 


Mihemedê Seyid Husên

Ji pirsê fedî nakim kekê nemir Miş,el Temo, hîç naxwazim bi zirsawêrên derewîn re, eware guftugoya aşopiyan bi giyanê te re bikim, rewanbêjeya peyvê û şahlewendiya derbirînê, têra min nakin ku salixên kargoriyên tekoşeriya te ya çaknas bipesinînim, hest dibûm ku tu sitêrkan diaxivînî, xewnên xwe bi şermînî ji heyvê re şîrove dikî û her dibêje û dibilînî, xewnên ku ji hezarên salan ve, kurdên welatparêz û gelperwer li ser wan girîyane,


xewnên ku li ser devê kêrê razayî mane, tarumar û ji hevpijilî bi sêdarcanê ve, helawêstî di kelecana azirdanê de, bê han û halan ji lorîkê ve çaverê libendane, xewnên ku çete, şeveng û çolaxên xwe-erzanfiroş, sîxur, keleş û qelawizên malbata Esed, li doruberî masa girover şêwra betabûna te bi wan re danîne, pêk ve jî yar û yawirên tevgera kurdî yên siberojên nêz, derlayen bi yekrêpîvana kêmrewiştiyane, helwest ji endamê Encûmena niştemanî ya dijberiya Sûriyê Miş,el Temo û kujerê wî re weke hev girtine, lêbelê li xewlecîyekî aram û tenah rola lehengê fîlimekî Hindî li ser terezûya rexnepîvê dinirxandin, tenha çima ku te hewleke mezin dabû, ku xwezane, arezû û mebestên civaka Sûriyê di seqa û mercên azadî û wekheviyê de bi dest ve bînî, û her tubû yê ku dixwezt hest û helwestên xwe yên netewî û niştemanî, di navgîna şorşa giştî û hevrikiya navxweyî ya alozewîst de wenda nekî, li gel dijberiya Sûriyê bi hemî pêkhatên wê ve, dijî terorîzma rêjîma malbata Esed, mîna şahsiwarê şoreşgêran û pêşewayê tekoşînê, karekî balkêş bo xewnên xwe yên dîrokî tewaw bikî, ango derfetekê ji kabûsê xewnê bistîne, ta ku fîrazî û serkeftinan diyarî gelê perîşan û kurtedîroka temenê xwe yê nîvco bikî.
    Ji heman xilimaşiya çakbîn, ji berbanga bîrjenên xewnedar, tenha min  tu kiribû sîmbola azadiyê, xweziya min bû ku tiştekî ji te, bi jana xwîna min re biherikîna, ango tiştekî ji min bi ya te re biaxivîna, çiku rengê xwînê di mirovaniyê giştî de yek renge, û nalîna dîl û bêzaran hergav û li hemî cî û deveran bo azadiyê hevdenge, dema ku evînê ji asoyên şoreşiyane awaz vedidan, ji bilî aştîperwer û azadîxwazên mîna te kê lê dipirsî, zêdekar, quretîfiroş û ji destxweçûyan, hewl didan ku vîna jiyanê û hêza navtêdanê di tekoşerên weke te de jî bimirînin, hêy hêy pakrewanê xoşewîst, sûnda mezin bi hemî evrayan dixum, ezê sermedî û gerdûnî hez ji te bikim, herwisa tu xweş dizanî ku bilî te, gelekan hez ji min jî kiriye, lê hêj weke te di xefik û dafikên wan de neperpitîme.
    Pir şermzarim keko ji ber ku destegava yekem li ser rêya hezkeran diavêjim, çibikim dilê girevtar ji bin sîdariya min revend çûye, vêca hest dibim ku jiyan bêyî bêranênên te kêmasiye, çendî pestjîn û giranmatim ku wisa xwedê lehengiya te lihevhatî bi hunerî, pêşiwar û bi endezyarî meşiqandiye, çendî lixêvên mizgîniyan li ser baskên kevoka aştiyê omîd bi te re setac kirine, loma giyanê te berzubala û bi baneşanî gihaye karwanê pakrewanên Kurdistanê li gel nemirên raperîna 2004 an û şoreşa Sûriyê ya îroke, û li dijî rêjîma noker ya totalîtar, tevlî dar û destekarên wê, hemî alav û metodên sitemkariyê, nemaze ku îro bi saya cangoriyên weke te, li ber pêldana şoreşa gel li kolanê, û li ber sura bayê guherînên buhara rojhilatê hêlecana mirinê dikin.
    Dengvedana qîrdana te ji ber deriyê mizgefta Qasimo, ji lehenda şêran Qamişloka evînê, hiştiye ku rahêjim kaxez û qelemê, ku navê te li ser dilê xwe binîvisînim, min kaxet û qelem jibêrkiribûn, tenha ji bo ku em hevdû biîrbînin, ji hilma dev û lêvên şêrîn yên gulvedayî û mûçkelezî, ji gernejîna rûdêmê ku pêşbîniyên mandî nêzîk dikirin, ji hilfa newaziyên coşdar sermest û dilxumiyayî, li ser pêlên Decle û Ferat timî ji tînaketî, bo armanc û mebestên pakniyazî, li gel hemî rêawayên kêferatê, hemî hêlekarên jiyanê bi te re didozînim.
    Dema ku roj hiltê keko. taristan ji ber tîrêjên wê koçber dibin, hin jî hêsiran pê re dibarînin, hin dîtirê bêhnçikiyayî rondikên xwe zindan dikin, loma dibêjim tu bû roka xawerşînasî, şevçiraxa sitêra rêya vegerê, sura nermebayê hêwa, xunava ser şaxikên rexel, perwaneya ser baxê gulîzaran, dermanê pêşçareya êşa welat her tubû.
    Tişta ku ji xwedê dixwazim roja ku bimirim, min jî nala mergê te yê pakîza li ser milê ciwanên kurd, li ber awazên diruşma azadiyê, dibin siya libakirina Ala rengîn û ya serxwebûnê, mîna qehremaniya te rêwefermî cemawirên şînger min pêşwaz bikin, û ji dêvla hêsiran dîsa weke te pînê xaka ku pê bême sipartin, bi ava kaniyên welat bête nimandin, herweku li cîgehê zayîna te xaka pîroz, bi dilovanî û mîhrevanî argûşkên xwe li mergê te dane hev, wisa jî li min, ji bona ku giyanê min weke yê te di tenahiya bergora rewa de gulvedî, dibin kefenê şînesayîya asîmanê sor de, bîna xaka welêt û çelengiya xweristê gorê li min û te bike bihuşt, bi soz û peymanên berê kekê Miş,el. Careke din sûnda asê dixum, tenha dîl û evîndarê wêrekiya te ya bê hempa me, û min tobeye ku nema gaziya dengirtiyan bim, nema di teqana kîn û bextreşiya nakokîbar ya navxweyî de di hev de werbim.
    Hergav bo hezîna te rapêçayî me, serboriyên te bo min bûne yadiyên çaklewendî, di bextê te de bi hewara min ve jî were, tenha bo ku pirojeyên evîna welat xilmaş nemînin, çiku şahyarê xewna min her tuyî, çima zûtir nayê bo ku gernejîna te bişkovên şeva xêvzan bifetiqînin, tu xweş têgihabû ku şev finasan û livbaziyên pilangêran dinixumînin, kêlîkên hovane hin caran derûnlawaz û vînderiziyan, diavêjin nêv genava tewanbariyê, li serdema çerxê 21 ê tiral, tembel û kilasîk-karan riswa dikin, erê keko mixabin dema ku Fanos di destê cotyar de dişikê, hinga bêkar û sûde dimîne, û dema ku hêsir şîn û şahiyan li pêşiya xwe rêşdikin, yadîgarên karîzmatiya zindarên weke te bê rêdan li bîrê vedijenin.
    Di himêza heman yadîgarên xewnedar de, wê şevê qiralê rewanbirr li min jî bûye mêvanekî sîgiran, bê perwa û paxav, bê soz û derfet digote min: ez peykî xwedayî me, hatime ku giyanê te mist bikim, îcarê berya ku tu rewan perwayî dilovaniya xwedê bikî, biborîne şamdilxwazî.
    Min digotê çi hewar li te û xwedakê te rabûye, berya her tiştî monetekê dixwazim, çiku bêtirê stûbariyên min xavsarkî û nêvco mane, çendî pirsên min hene hêj bersivên wan bi derengî mane, waweyzê min digot qey ezê li gel dîdarî û bi şandeya te re, civanekî bi xwedê re li darxînim, ji aş û bajaran dîroka serpêhatiyên xwe jê re ta biderzî vekim, doza dadperwerdeyê û wekheviya mirovaniyê ji kûr û dûr lêbikim, gelo te jê nepirsiye çima perîşanî û qilixdarî tenha para me kurdan xistiye, bêqidoşî û koletî li ser eniya me nîvisandiye, çima ji bitûna gelên gerdûnê, kurd daye ber sînga hespê xwe, berbat û felaket, çewisandin û azirdan li gel dojeha roja paşdawî tenha bo kurdo afirandiye, vêca ku hema tu rêdanekê bidî, ezê bi têrutesel kul û derdên jana heman îşkence, berbat û hevgariyên jiyana xwe ji te re bibêjim.
    Min dixwezt mîna nemir Miş,el Temo, gêncekî dilêr û çalak, gewremêrekî fêris û firezan, mezinkarekî sûdwer, konevanekî şareza,  pendiyarekî bilîmet, bejn û baleke fîte û fertene, berxwdêrekî girevtar, ronakbîrekî pêşzan, kêşegirekî lezbîr û dilsoz, xameyarekî namedar, bizavêrekî bê rawestan û vewestan, bi ciwanên kurd lawên qûnaxê re, bi tarawgehên tiknolojiya pêşketî re, pêvedarî hemerengiya civakî, çandî û siyasî di welat de bibama, weke wî hemelayî pêşinyara pêldana guherînên cîhanî, bo kêşeya niştemanî û netewî giyanê xwe bi comerdî bidana, kevneperestiya hişpîrên siyasî û paşverûtiya hişkolên tundrewî, kilasîkiya warwenda piştguh kiribana, mîna warnasekî dilsoz ji navkutka kolanê, pêşgavên çespedar bidana diruşm û siloganên hemdemî, têketima nêv xirecira xuram û astengên çiyan, sînga xwe bi lat û zinarên welat bixurandina, bi pîj û kelemên daristanan ve rapelikima, pîne û tixarîsên nexşeya welat, tevlî têledirkên ber sînoran bişikandina, zewd, teht û berqefên gelîyan, berçemok û qumrîkên peravan rizgar bifirandina, eniya nêriyê pezkovî li pesarên çiyarêzên Kurdistanê ramûsandina, ji jora peykerê çiyayê Nemrûd xwe galkiribana nêçîrê, mîna Mûsayê pêxember şivanê bi dar boxazên derya bejav kiribana, mîna heylo asoyan teqla fira xwe azad sînor kiribana, nala qebqeba kewê ribat bi xwendina, mîna nemir Miî,el Temo qîra navtêdanê bidana hemrahên xwe, xibşa xezalan ji nêv pencên dêwên dirinde li berriya hoza xwe vegerandina, ji lehenda şêran rojavayî Kurdistanê bo pêşbîniyên siberojê êrîş berdana dagîrkeran, bê guneh ji zindana bêzariyê serbest berdana, tarîewrên xemgîniyan ji tarawgehên welat bi yekcarî biferikandina, li civanê roja paşdawî min û xwedê jê xweş nemir Miş,el Temo hevdû bi germî gerden kiribana.
    Belê kekê nemir hêja Miş,el Temo. Te mîna dirustkarekî çavlipêş û dûrbîn, hewl dida ku ayistanekî azad û serbixwe bo hemnîjadên xwe tixûb bikî, lûsekî hêmen û aram bo balendên mişext û penaber peyda bikî, mîna kargoriyê leheng xêr û bêra welat li şêneyên welêt yekpare belav bikî, mîna dergevanê bihuştê perî û firişteyan li derdora nemiran pêwaniya pêşmergeyan bikî, mîna bervêdêrê sozevîn û dîlawer, li ber dadgeha roja paşdawî bergiriya bêzaran bikî, helperest û keysebazan li ber dadgeha gel sintaq bikî, li gora yasyên hemdemî sedem û alavên rasteqîna mafrewayî, di rûyê dadgêrê derlayen û tundutûjiya fermandarê regezperest û bêdad  de li babikî,
    Lezê li min neke qurba hîn bêtir min dixwezt, axa ku nemirê zindar Miş,el Temo pêlê dikir, gelo bi kîjan zimanî dipeyivî, çimkî lihevrasthatina wî bo min bûye razperîzeya ku perwerdeyî evînê kirime, lê mixabin padîşahê gerdûnê ji pêkîna mirovaniyê ve em mirî anîne jiyanê, û tanî îro me zindî tavêje nêv agirê dojehê, bê ku carekê, ango rojekê me bi bûk û zavetiya azadî û serxwebûnê şabikî, vêca bo heman armanca evra, çendî pêdivî bi nemiriya te hebû, ango çendî tu sezayê şehadetê bû kekê Miş,el.
    Ezîtî û pêkerperestî nexweşiyeke bê hedn û tebate kekê hêja, ji rêbaza radîkalî û eydiyolojiya totalîtarî ya tekpartiyê û tekraweya destûrî zane, gel bi hemî pêkhatên xwe ve, di nav destên çavpêlên ajan û derûnlawazên xinizwelat û malperest de, di nêv dafik û qendirxeyên bistirîdirk de perpitîne, bo ku kursiyê destelatdaryê misoger bikin, bê ewartekirin milet bi giştî wêran, talan û pelekutkirine, mixabin ku hêj wateya evînê erênî rave nebûye, nemaze ku çaktir rêberiya dildaran bikî, ku rêka xwe tucar di nêv çiv û xaçerêyên rêl de wenda nekî.
    Biborîne birayê rêzdar nemir Miş,el Temo. nemaze ku îro min jî le akama bêhêvîbûnê taya sar girtiye, herweku pêşewayên tevgera siyasî her yekî ji wan, di kişwera tenistana xwe ya xewnedar de, şûrê pasikgirtî hildaye, rojiya yekbûnê bi sûnda kewê girevtar girtine, bi yekcarî berê xwe ji cemawir guhertine, şelafî û melaqiya xulamokan li ber bayê guherînan didêrin, civak bi hemî pêkhatên wê ve xemsar kirine, şêwra giştî tew serbêş û dûrtir avêtine, dilsoziya gelê nemekdar di şoreşa giştî de biderengî xistine, ronakbîrê ekadîmîsyon, rewşenbîrê serbixwe û   ciwanên serheldêr li serdema guherînan serî li wan gerandiye, bi qedrê xwedêkî biborîne keko, ku hin ji rewşenbîran jî bi hev de pijiqîne, dilê xwe ji karubarê siyasî dixelînin, diramin ku dê Kurdistanê bi gilî û gazinan, ango bi çend wêjenivîsên helbestiyane pêkbînin, dê bi tepiskekê şoreşekê li darxînin, wisa bi asayî û bê kefteleft dê xwe raguhêzin çerxê vemanê, tû û nefretan didine siyasî, di çaxê ku gireft, çarenûs û kêşeyên netewî yên bineretî destegul tev siysîne.
    Hin dîtirê hene kekê rûmetgewre nemir Miî,el Temo. bi yekcarî tengî karê siyasî nabin, pênûsa wan di kalan de zingar girtiye, bê rêbaz û rênexşeyên vexwendî, li benda ku serokêl, cotyar, şivan û gavan civakeke şaredarî, ango dewleteke hemdemî li şûnwarên kavilbûyî ava bikin, sed mixabin keko, ku herdû hêzên serpereştî dûrî gunehan destkêşî xwe bikin.
    Bi lavlav û dîlek dibêjim kekê nemir Miş,el Temo. biborîne hin caran bo heman rewşa kambax dikim ji iyar xwe bazdim, çiku xwe bê xwedî, bê kesukar, bê dar û destekar li aziyê dibînim, di civakê de xwe bêgane disêwirînim, kesek li termê pênûsa min daqûl nayê, tenha ku zingara peyvê jê daweşîne, bîrekariya zanistî ya hemdemî dûrî destaye keko, hewara me di yekgirtina mezelê miriyan de maye, nemaze ku ji hestiyên ziman, miriyên goriştanê me li hev bibanînin.
     Nema zanim kekê nemir Miş,el Temo bavê Faris li ser te bigirîm ango li ser xwe, pirê caran hest dibim ku ji civaka xwe sirgûn bûme, ango civak ji min mişext çûye, lê hema tişta ku têgihame û pê jî bawer bûme, ewe ku em li hogirîna zimanê miriyan, li rex padîşahê goristanê hevdû haş nekin, di rêkeftin-nameyeke evra de, dîsa li ser masa girover rêpilanan daneynin û hevnişînan negerînin, navbênçiya guftugoyê ji hev pesende nekin, li ser zîlana hilbijartinê desguhêziya aştiyane, bo destelatdariyê li hev bi parvenekin, çiku mirovên zindîwar têne guhertin, lê mixabin tenha mirî nayên guhertin, û çendî daxe ku hêj zikê me ji hev tijî jehra rikberî û çavnebariyê ye, lê her em dê li hêviya ku serhildana ciwanên kurd, li dûv sêpila rêbaza yên weke nemir Miş,el Temo. kevneperestiya siyaseta kilasîk û zexeliya çanda paşdemayî ya xilmet û ziyankar, bi melkeseke destaneyî rêş bikin, û li pêşerojê cîwarê xoşewîst rojavayî Kurdistanê, di çarçuveya Sûriya yekgirtî de, bo niştecîyên welat yên hemecûr çakbextir ava bikin, û mafên gelê Kurd yên rewa û egerseza,  hemî tîre, derbirîn û hûrgelên dîtir, di dewleteke şarewerî, hemijmare û dîmuqratî de cîbecî bikin…sipas.
 
Komara Çîk Teplîce…10-10-2012
Gorican2@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark