Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hevdītina žźwrź.. Kīnga dź Kurd rźza rewženbīriyź bigirin?

 


  Heyder Omer
Heyder52@hotmail.de

Vaye žoreža gelên Sûriyê, bûye nêzîk du salan, hemî deverên Sûriyê girtiye, û bi hêza, ku baweriya serkeftinê çeka wê ya sereke ye, li hember rêjîma totalîter   tevdigere, gelek qurban li ser riya azadiyê û rûmetê dane û hîn jî dide.
Gelê me yê Kurd jî di navenda žorežê de ye, û çavên biraderên her sê bežên Kurdistanê li wan e, hem ji ber ku serkeftina rojavayê Kurdistanê dê bandora erênî li ser her sê bežên din jî hebe, û hem jî ewana xwe deydarên biraderên rojava dibînin, û vaye roja vegerandina hinekî ji wan deynan hatiye.


Di çarçewa ve nerînê de, kongira nižtimanî kurdistanî (KNK) komcivînek bi navê (Hevdîtina žêwrê) roja 13. 10. 2012 li parîsê organîze kir.
Vexwendiyên hevdîtinê gelek bûn, û tevî pirbûna beždaran jî, hevdîtin ji warê hunerî; ango organîzekirinê de serkeftî bû. Komîta amadekar bi mêvandariya berbiçav vexwendiyên xwe pêžewaz kirin, û heya jê hat tevgeriya da giraniya westana riyên dirêj li ser mêvanan sivik bike.
Lê ji warê naverokê de gelek pirs dilivin. 29 partî ji her çar bežên Kurdistan tev li hevdîtinê bûn, wan tevan û hin siyasetmedarên firansî û 17 kesên din bi navê 17 saûmanên sîvîl gotinên xwe pêžkêž kirin û ji beždaran re xwendin, lê di nav van sazûmanan de yekeke rewženbîrî, wêjeyî an jî rojnamevanî tune bû. Evê yekê jî, bi baweriya min, pirseke berz kižande ser komcivînê û komîta amadekar.
Rojeva komcivînê pêžbirka partiyan bû, lê naveroka gotara hemiyan yek bû, li derdora hizrekê digeriyan: Divê ev derfet ji dest rojavayê Kurdistanê bê sûd nere, û divê em ji bo wan pižtgir bin.
Da ku komcivîn vê pižtgiriya xwe têxe piratîkê, ewê komîtek ji 15 kesan peyda dibe veqetand, û endamên komîtê bê hilbijartin nîžankirin, û gava hin kesan ji bo vê komîtê xwe dan pêž, dîwana komcivînê ewana bi žûnde dan, ji ber ku hejmara endamên komîtê tewaw bû. Lê ka bingeh û pîvanên, ku ew endaman li ser hatine veqetandin çî ne, ne xuya ye, gelo ezmûneya wan di warên pižtgiriya žorežeke weka ya gelên Sûriyê, gelê Kurd jî di nav de, çî ye, kesek nizane, û ez bawerim komîta amadekar jî nizane.
Lê tižtê herî seyr ew e, ku komcivînê navê žêwrê hilgirtibû, û ev nav bi awayê girs hatibû nivisandin, û bi eniya salona (Vîktor Hogo), di avahiya perlemanê firensî de hatibû daleqandin. Awayê, ku lebatên wê rojê pê derbas bûn, û sernavê wê, bi baweriya min, li hevdu nekirin, belê ji hevdu dûr ketin. Peyva (žêwrê) bi wateya xwe ya zimanewanî axaftina yek-alî napejirîne, belê divê di nav nbeždaran de gotûbêj hebe, gengeže û bihevguhertina nerîn û boçûnan hebe. Ji dêvla vê yekê, hevdîtin bi xwedina gotaran bi sê zimanan; kurdî, erebî û firansî derbas bû, her yekî gotara xwe xwend û kesên din jî guhdar bûn. Bi ser de jî ewan gotaran û xwediyên xwe herdu zimanên kurdî (kurmancî) û erebî gelek êžandin, ta eradeya, ku hevokek jî ne rast bû. Ji bo zimanê firansî, ez nizanim ka hatibû êžandin yan na, ji ber ku tênagihînim, lê wergera yekser, ku min guh lê dikir dida xuyakirin, ku wergêr ne jêhatî bû.   
Mixabin ti žêwr di komcvînê de nebû, heya ew xala herî giring jî, ya ku divê bê žêwr û gengeže derbas nebûya, bi lez hate xwendin û komcivîn bi dawî hat.
Mebesta min ji xala herî giring daxuyaniya komcivînê ye. Berî pêžî hat xuyakirin ku ew dayuyanî pêž de hatibû amadekirin. Heye (belkî) hin kes bibêjin, ku daxuyaniya komcivînên wisa pêž de tên amadekirin, heye ev gotin rast be, lê  gava bê gengeže were derbskirin, dê bibe kêmasî, û kêmasiya beloq jî, û dê gelek pirsan bikžîne ser wateya vexwendina ewqas kes û navandina komcivînê bi navê (hevdîtina žêwrê).
Pižtî xwendina daxuyaniyê, hin kesan, wek rêzdar Ehmed Sulêman; berdevkê desteya kurdî ya bilind, guhertina hin bendan pêžniyar kir, û komîta amadekar jî, bi behaneya nebûna demê, soz da, ku dê, berî wežandinê, wan bendan li gor pêžniyaran biguhêre, lê mixabin, pižtî rojekê ew daxuyanî, bê guhertin di riya Emailê re li beždarên komcivînê hate belavkirin..
Eger komcivîn bi xwe ji bo pižtgiriya gelê kurd yê rojavayê Kurdistanê û desteya kurdî ya bilind bû, û pêžniyara berdevkê wê desteyê pažguh dibe, gelo ev tê çi wateyê?!
Ji hêla din de, tevî ku heya îro sazûmanên me yên rewženbîrî û civakî nû hatine damezirandin û lawaz in jî, lê ev yeka ji bo bi dûrxistina wan ji komcivînê nabe sedema hižmend. Li rojavayê Kurdistanê saziyên jinan hene, yên ciwanan hene, yên xwendekaran hene, hevgirtina nivîsevanan û ya rojnamevanan hene,li dervayê welêt jî hevbenda nivîsevan û rojnamevanên kurdên rojavayê Kurdistanê heye, encûmena êzdiyên rojavayê Kurdistanê li Elmanya heye, bi ser de jî gelek komelên rewženbîrî û civakî yên kurdên rojavayê Kurdistanê li her welatekî Ewropa hene; evana hem nûnerên çanda kurdî ne, û herm jî yekser li gel pirsa rojavayê kurdistanê û žoreža gelên Sûriyê têkildar in. Gelo çima ji komcivînê hatin bi dûrxistin?! Gelo çima rê li pêž du lêkolînerên, vexwendî bûn, hate girtin, û keysa axaftinê, bi behaneya nebûna demê, nedane wan?!
Osman Sebrî di gotareke xwe de dibêje: miletên xelkê miriyên xwe vedijînin, lê em Kurd zindiyên xwe dimirînin. Gelo kesekî bihîstiye,ku di dinyayê de miletek bê rewženbîrî û rewženbîran ber bi pêž de çû ye?! Rojavayê Kurdistanê bi rewženbîr û nivîsevan û lêkolînerên xwe serbilind e, gelekan qelenên biha di riya xebata ji bo doza gel de dane, û bi destê rêjîma žovenîst hatine zîndankirin û îžkencekirin. Çima ji komcivînê hatin bi dûrxistin, û yên beždar bûne jî, ji keysa axaftinê hatin bê parkirin?!
Rêvebir û serekên xelkê bejnên xwe li hember rewženbîr û zana û helbestvan û nivîsevanên xwe ditewînin; pêžewayê Misirê, Seed Zexlol, yê ku dagîrkerên îngilîz ji hiž xistibûn, pêrgî helbestvanê navdar Ehmed Žewqî dibe, radihêje destên wî û radimûse, û dibêje: Em diçin, hûn dimînin, êdî ez benî, ka fersendê bide çûyînê da destên herheyînê ramûse.
Îskender Mekdonî; di dema xwe mezinê dinyayê bû, dibêje: Bavê min jiyan da min, lê Erîstotalîs ez hînkirim çawa bijîm” her weha gava wezîrek di guhê Îskender de dibêje: Mezinê min te Erîtotalîs li rastê xwe daye rûnižtin û serokwezîr li çepê xwe!, (hêla rastê žûna kesên qedirbilind bû). Îskender bi dengê bilind dibêje: Min serokwezî çêkirî, dikarim wî deynim û di kêlîkekê te yan kesekî din bikim serokwezîr, lê ka kî dikare Erîstotalîs çêke, an behreya (mewhîbe) wî jê bistîne?. Her weha gava helbestvanê Rûsya yê mezin Požkîn bi xinizî hate kužtin, romanivîsê navdar Dostoviskî wek bodeleyan bi kolanan ket û qîrî kir: Rûsya kužtin.
Gelo çima mezinên xelkê ewqas xwe li hember zana û rewženbîrên xwe biçûk dibînin?! Ewan dizanin, ku polîtîk bê çand û zanînê nikare ne welatan rizgar bike, û ne jî civakan bi pêž de bide, ewana dizanin, ku eger polîtîk, ji bo rizgarkirin û bi hêzkirina welatan ustûnê dest jê nabê ye, di heman demê dizanin, ku bê çand û zanînê ew ustûn naye venandin, û eger em li gor Fîlozofê Elman yê navdar Dîkart biçin, ku  hižê piratîkî heye û yê têorî heye, emê bibêjin, ku çand hižê têorî ye û polîtîk yê piratîkî ye, û miletê ku hêla tevgera polîtîkî dagerîne û ya tevgera rewževbîrî pažguh bike, dê bi lingekî an jî bi nîv hižî bimîne. 


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark