Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ravekirin

 


  Heyder Omer

Beriya demekê, sernivîserê bêşê kurdî yê rojnama Pênûsa nû, ji bo hejmara sêyem,  hevpeyvîn bi min re kiribû. Ev hejmar beriya du rojan derket ser entirnêtê. Îro, 10. 08. 2012 sernivîserê beşê kurdî yê rojnamê nemeyekê ji min û xwediyê malpera Avesta re dişîne, bi wergirtina vê nameyê re ez pê hay bûm, ku xwediyê Aesta ew hevpeyvîn di malpera xwe weşandiye, tevî ku jêdera hevpeyvînê diyar kiriye, lê navê xwediyê pirsan jê avêtiyê, pêre jî tê xuyakirin, ku ez bi xwe re peyivîme, ne bi kesekî din re.


Mixabin, wek çawa xwediyê Avesta destûra rojnamê û ya min jî ji bo weşandina hevpeyvînê nexwastiye, wisa nameya sernivîserê rojnama Pênûsa nû jî, bê ku ji min bipirse, gûman kiriye, ku min ew hevpeyvîn ji Avesta re şandiyê, an weşnadina wê di Avesta de bi erêkirina min bû ye, pêre jî ji me herduwan dixwaze, ku em vê yekê sayî bikin, eger me nekir, dê bike nûçe û belav bike.
Vê lomê jî ez neçareyî vê ravakirinê bû me, da ne tenê bidim xuyakirin, ku destên min di weşandina hevpeyvînê di Avesta de nîn in, belê bi ser de jî nerazîbûna xwe li ser evî karê xwediyê Avesta diyar bikim, nemaze jî awayê weşandina hevpeyvînê di Avesta de dide xuyakirin, ku ez bi xwe re peyivî me.
   Elmanya, 10. 08. 2012


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark