Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Neynikên renge reng

 

 
Elwan Þivan


Neynikên di qirêjiyê û zingariyê de  hewldanan didin
Ku sipîcolkiya kefenê mirnê
û tevne pîrên di quncikên zindanan
Li xemla evîneke bê hêvî xwe berdide


Dev sistiya tirsê ku meyzandinan gunihkar dikê
Ji nakokiyên bihisht û dojihê
Di evîniya perî û melayketande
Di zingarîyê de winda û sitewra
            Neynikên dîn
Rî û simbêlê gijolî
Mîna darbistanên bê rê
Devê bê doxîn ji gotina xirek û siste
Teredîniya li sîka  tava heyvê pez dike
û li hember neynikan bi xwera ken dikê
            Neynikên bi sehû
Shanoya movikên tilya
û tizbihên sed libî
Axwir û kavilên bi sehû
Di deng vedana
peyvên pêxember û sihabiya
Di dosa nama xwedayî
û risten pirtûkên pîroz
Ku di leystikvaniyê de neynik bi xwe shanoya
            Neynikên ocax
Qehfikên shemitandî li keviya
Merqed û ziyartan
Ku her di shemtên
Moralên gêj di fetil û qevzê
Bi hijmar
Bû sih û shesh
Xeyal di govenda xema shînê dikê
Li neynikan direqsê
Li cavan lêlana
            Neynikên kole
Peyalên ji aravên zimanekî jehir kirî
Têde ser xwesh dibin
Nivisht û berbejnên li sitû
Kavlê sipî û bizûzkana
û lashê gurî
Ji gurîbûna neynikên dîrok û demê
û di koletiyê de xelmashî xewnên axretî dibin
û tirs tê guvashtin ji xwihdana  xewnan dinyayî
            Neynikên civakî
Kefenê mirnê û tevne pîr
Li civatên xalî
Di shûn de man
û civak di heys û beysê de
Tert û bela bû....

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark