Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyanî ji Komîta amadekar ya Mihrecana helbesta kurdî li Sûriyê

 


Di 19-7-2012an de, komîta amadekar ya mihrecana helbesta kurdî li Sûriyê civîna xwe ya mehane li bajarê Qamiþlo li dar xist.
Di vê civînê de, danûstandin li ser karûbarê lidarxistina miherecanê hate kirin, û di vê biwarê de  hin bêþinyarên nû hatin raxistin, û hat tekezkirin ku divê mihrecana 17mîn ji her hêlê ve bi ast û þêweyekî pêþketî û þarewerî bê li dar xistin.


Wisa em ji hemû helbestvanên xwe hêvî dikin, ku tev bi komîtê re alîkar bin, û her helbestvanek ligorî karîna xwe bo serkeftina mihrecanê bixebite, û bi helbesteke xwe beþdar bibe, hêviya me ku helbestên bên xwendin di mihrecana 17mîn de bi asteke hunerî li pêþ be, nemaze ji hêla ziman û wîneyên helbestî û babetê , çi nûjen û çi kilasîk.
Her em dixwazin xuya bikin ku, girtina helbesta ta 1 -10-2012an e. Her wiha dîsa komîta amadekar ev biryarên jêrîn yên ku di civata çûyî de hatibûn standin dupat kirin:
1- Lidarxistina mihrecanê di dema wêyî naskirî di dawiya meha çêrya pêþîn de.
2- Beþdarî giþtiye bo hemû helbestvanên kurd li Sûriyê yên ku bi zimanê kurdî dinivîsinin.
3- Þandina helbestan di rêya Emaila mihrecanê re:
 mehrecanahelbeste@gmail.com yan bi dest di rêya endamên komîtê re, lê divê ku helbest li ser kombiyûter tîplêdayî be.
4- Beþdarî tenê bi helbestekê ye, ku ne zêdeyî 400 peyvê be.

Komîta amadekar ya
  Mihrecana helbesta kurdî li Sûriyê
Qamiþlo 19-7-2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark