Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gundê Darê

 


Luqman silêman
 luqman_sileman@live.se

Ez nizanim çima her ku navê Darê di hate gotin Sedyayê Cegerxwîn dihate bîramin? Dibê ku Ji ber Seyda çîroka Reşoyê Darê bi tiliyê xweyê nazik hûnandibû, yan ji ber ku Seyda li ser imbiratorê Farisî Daryos yê ku Imbiratoriya wî li ser destê Eskenderê Mezin di sala 331`an de beriya zayînê têkçûbû di helbestên Seyda axiviye.
Gundê Darê li rojava û bakurê bajarê Nisêbînê dikeve. Lê gelo ma birastîjî ew gunde yan bajare.? Ez nizanim lê kawerin em herin vî gundê ku di nava rûpelê dîrokê bi kerahî û bê deng razaye.!


Me ji Nisêbîne berê xwe da Darê lê ez nizanim ka emê çiqasî bi rêde bimîn in.? Me Nisêbîn hişte di wê xewa girande ew xewa salên bê dawî wê xewa dîlî de ew xewa giran ya bê dawî. Em ketin ser rê û me berê xwe da gundê Darê yê bi nav û deng. Em di ber gundan re dibûrin lê em nizanin kî ew gund avakirine yan kengî ew gund hatine avakirin?. Zilamê gund ji xwe re li ber dîwarên xwe rûniştîne û ji xwe re ji aş û bajan tînin, lê bê ku hayê wan ji gundê Darê û kurahiya wiya dîrokî hebe. hina sewalên xwe dajotin û hina zadê xwe avdida her yekî ji xwe re bi karekî mijûl dibû.! Em gihane ber gundekî hevalê min ji min re got: ev e gundê Darê, ji xwe re lê binê re.. Em li pêşiya gund sekinîn  û me berê xwe da gund, lê ji xwe dîtin û gotin nabin wek hev ji lewma tiştê ku ez karim ez ê bêjim. Beriya ku tu li gund bipirsê gund xwe ji tere di de diyarkirin, koç û kevirê wê ji tere dibêjin va emin were ji min bipirs e,tu çi di xwazê ji dîroka min, ez bûm xwediyê tac û texit ez bûm yê bi nav û deng her tu bawernakê were li kevirê min binêre were li gorên min binêre were li zindana min binê re were li ber mayê  şaristaniya min binêre were li av û çemê min binêre. Bipirse ji zinar û latan bipirse ji dar û deviyan ji koç û kaniyan.?! Ez nema dibêjim gundê Darê  ji ber ew bajare ne gunde ji lewma ezê bêjim bajarê Darê.
Em ketin nava gund hevalê min ji minre got: Ka em ê ji zindana wê dest pêbikin ji ber ku ew li pêşiya meye. em li ber xanîkî sekinîn hevalê min ji min re got: di bin vî xanîde zindane Darê ye. Min wêneyek jêre ki‏‏‏‏şand, û me xwe berda zindanê. Em sî û nih pêpelûkan daketin binê zindanê odeyek mezin e, ez bawerim li gor zindanê Sûrî ew têra bihtir ji sê sed mirovî dikê û di lingê çar qurzî û bi hostahî hatine lêkirin û di pencera di jora dîwêr de hene, da ku girtî têde ne fetisin lê heger ku girtî bi xwazin bighin pencerê gereg sê kes herin ser milê hev ta ku ew bighin pencerê hingî bilindin.. Me ji zindanê berê xwe da xizanê ava bajarê Darê. Çaxê ku min ew dîtin ez matmayî mam ji çêkirina wan xizana.! Em li ber wan sekinîn û me ji xwe re li wan nêrî dozde xizane her yek biqasî çilûpênc mitra dirêjin û şeş mitran jî ferehin û ava teva li hev digerê û qulek bi qasî nîv mitrî di serê wande çêkirne da ku avê ji wan bikşînin.! Xizane rojhilat û rojava hatine çêkirin. Em domekî li dora wan çûn û hatin, lê ma em çi ji wan dizanin yan em dikarin çi li ser wan bêjin.? Em hinekî bi rojhilat de çûn hevalê min got: ka em ê çakî vexwin. Em derbasî şikeftekî bûn. Ew tevde di kevirde hatiye kolan û ew xizane jî beriya ku wan çêbikin pêşî li ser dîwarê şikeftê resimandine û nûka ew li ciyê wan çêkirine. Wek ku îro Endeziyar muxetitê avahîkî li ser kaxezê çêdikê û nûka dest bi avakirina wê dikê.. Gundiyan ew ji xwe re kirne wek  havîngihê û çayê û qehwê û kola difroşin. Mejî çak li ser kursiyê wan li şûna wan mêrxasên ku ew xizane çêkirine vexwar. Lê me nizanî ka bê çi kurê bava çi mêrxas û şehreza çi piling û çi aqilmend û serbaz çi kilox li bin wê şikeftê de rûniştine? Û ramiyane ka wê çawe bajarê Darê bikin bajarekî dîrokî û bi parêzin ji kedxwar û xwînmijan, dema xwe ji êrîşên dijminê xwe. Bê goman gelek kurê bavan, li binê wê şikeftê rûniştine û ramiyane ji bo paşeroja bajarê Darê.  Em hinekî dî jî bi rojhilat ve çûn medî wa hîn ji  bermayê penga ku li pêşiya avê çêkirine di kezeba çemê Darê de xuya ye. Ew peng di ser dil û hinavê wî çemîde bi hostahî hatiye çêkirin lê ka bi ji zehmetî hatiye lêkirin.? Piştî ku em domekî li dora sedê çûn û hatin bê ku em tiştekî ji hûnandina wê fêmbikin hevalê min gote min: Ka em herin ser goristana Darê. Bi rastî ji min weya ku goristanên wan ewjî mîna goristanên me ne.? Lê piştî ku em çûn ez çi bibînim ew ne goristan bû ew bajarek bi serê xwe ye.! Çaxê ku çavê min bi gorên wan ket nema zimanê min geriya ez mame di ciyê xwe de sekinî û min ji xwe re lê nêrî ta ku hevalê min bakir min were ma tu li wir çidikê.! Ez nizanim ka bê çawe ew gor di wan latan de çêkirne.? Ew weka odan e, û di her odekî de hin gor hene û di wan odan de û di kevirde gor hatine çêkirine. Yanî piştî ku ew ode di kevirde çêkirne ji nûvre di odê de gor kolane hin gor piçûkin û hin jî mezinin û li pêşiya wan gora li erdê hin gorê dî jî hene. Tiştê ku dihate xuyakirin yan tiştê ku min ji wan famkir. Ew gorê di odan de dibê ku ew yê serbaza maldar aqilmend şihreza û desthilat darên bajarê Darê bin!. Û ew gorên li erda rast yê feqîr û jara û rêncber û karkerê bajêr bin.  Derî û pencrê wan oda xweşikahî hatine çêkirin û di ser penceran re wêneyê rojê di kevirande hatiye  kulan...    
Luqman Silêman
Nisêbîn 4-7-2012










 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark