Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ma žorež ji bo ēi ye..?

 


Mehmûd Badilî

 Îroj em ber bi qonaxeke dîrokî nû ve diçin, wek xewnekê ye, tev ku ev qonax hîna rûdêmên wê baž xuyanebûye, çiku hîna žorež lidare, û hêzên siyasî yên ku doza guhertinê dikin ta nuha hîna pirojeyeke siyasî berfireh û ronî li ba wan peydanebûye derbarî gelek pirsgirêkên siyasî, rewženbîrî û komelayetî yên girêdayî bi rewža miletê Sûrî, û rewža miletê kurd bi rengekî taybet.


Belê žoreža milet lidare, žoreža rûmet û azadiyê dijî rêjîma zordest û xwînmij, žorežeke evsaneyî, destaneyî û ažtiyane ye li hember top û tangên rêjîmê ku gelek têgeyežte û pîvanên siyasî û civakî û rewženbîrî bi alî guhertinê ve ajotiye, hema yek ji va guhertinan dema miletê Sûrî bi yek hest û dengî bandike miletê Sûrî yeke, ev yek nîžaneya guhertinek mezine di mejiyê siyasî de, ji xwe serkeftina žorežê di vê yekê de, digel ku rêjîmê bi xwe ji destpêka žorežê û ta nuha jî dixebite bi alî bikaranîna siyaseta ji hev cudabûn û ciyawazkirina netew û navnetewan.
Lê rêjîm di vê yekê de ta dawî  biserneket, mixabin rikberiya Sûrî jî bi hemî hêzên xwe, sûde wernegirtin ne ji ezmûna žorežên welatên dîtir û ne ji žoreža miletê Sûrî bi xwe, wisa gelek nakokiyên dîrokî û siyasî hîna lidarin, nemaze helwest ji pirsa miletê kurd di hindirê Sûrî de, û çareserkirina vê pirsê bi rengekî dadî li gorî rêz û rawaz û yasayên cîhanî, û xala dî girêdayî ye bi Sûriya nû ve dê sîstema desthilatdariyê wê bi çi žêweyî be.
Bêguman dê žorež biserkeve, û guhertin dê cîbicî bibe, çiku ev yek bi vîn û viyana mletekî ve girêdayîye, lê metirsiya mezin ku ta nuha hin hêzên siyasî di çarçewa rikberiya siyasî ya Erebî û kurdî jî de, bi mejîkî siyasî girtî danûstandinê bi žorežê re dikin, bi siyaseteke doxmatîk,  weku ew tenê li meydana xebatê hene, ramanên wan xwedayîne, guftûgo li ser çênabe, wisa rengê siyasetên rêjîmê bi xwe bikartînin derbarî milet û kargêrkirina aloziyan, bêguman konevanî bi vî rengê ha qet nema tê qebûlkirin, divê ku ev hêzên wisa diramin û bi oflazî danûstandinê dikin, xwe biguherin, û žêweyê demoqratiyê derbarî hemû aloziyan bikarbînin, û žorežekê di kiryar û mejiyê xwe yê siyasî de lidarxin.. Ma žorež ji bo çi ye, ku hemû kiryar û ramanên kevneperist û pažketî, neyin binaxkirin, û têgeyežteyên žaristanî û sivîl û serbest û demoqratî bi ser nekevin..?.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark