Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Jiyana cawîdan, Alûçî nimûne

 


N.beyro

Jiyan ezmûneke taybete ji mirovên hi‏þmend û zana re .tenanet ew kesên jiyanê terxandikin ji bervaniya diber gel û milletê xwe de û kêþ‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏a wan li ser milê xwe dihilgirin û xwe dibînin berpirsyarê belav kirina a‏‏þtî û azadiyê û wekheviyê,
Ev kes bê guman ezmûnê serkeftî bibûrînin û navê xwe biserfirazî li þûna xwe dihêlin.


Di baweriya min de weke kesekî ku mamostayê hêja EBDIL REHMANÊ ALÛÇΠ ji nêzîk ve dinasî , yek ji wan kesên erkê xwe bi serbilindayî divê qûnaxê de pêk anî, xebatkarekî xudan bîr bu, bawerî  bi mafê gelê kurd yê rewa hebû, tevlî astengê salên dirêj ji xebata wî û reþw‏a kurd tê dibûrîn li hemî deverên kurdistanê.ez dibêjim di baweriya min de
çi kesê ALÛÇΠ di nasî û nûçeya koçkirina wî bihîst ,dilsar û xemgîn û behitî ma , ji ber ku di jiyana xwe de çi ya konevanî û çi ya rewþenbîrî mirov bu bi hemî wateyên gotinê .

dilê herkesî digirt  nemaze  xebatkar û kurdperwerên  bi dostanî û hevaltiya wî þanaz û serbilind , hestek li rex wan peyda dikir ku hrdem berevaniyê diber kêþa kurdewariyê de bikin, hiþmendekî dilnazik  ji her bûyerkê derd dikêþa û xem dixwar , rewþenbîrekî  xudan hilwîst û bawernameyeke bilind, konevanekî xudn rêbaz bu , zimanzan û lêkolînerekî  dîroknas , helbestvanekî hest tenik ,dewlemendê hiþ û zanînê bu ,kêþa tevaya milletên sûrî li mile xwe dihilgirt  ta ku bawernameya  rêzgirtinê ji rewþenbîrê kurd û ereban bi tevahî wergirt.

bi pênûsa xwe  mêjoya hebûna kurdan li deverê teqez dikir û bersiva nivîskarên regezperest dida bi þêweyekî durist û diyar dikir ku  kurd  kevintirîn millet roj hilata navînin û çawe bûne misilman bi baweriyên xwe ne bi þûrê zorê  mîna netewên din ,  û teqez dikir ku bavê peyaberan IBRAHÎMÊ  XELÎL silafê xwedê li serbin kurde û ji Kurdistan dest bi belav kirina nameya xwe kir û kurd bûn yên nameya islamê zindî hiþtin , lê mixabin îro berhemê berevaniya islamê ji xwîna zarokên xwe didn .
Di kesayetiya ALÛÇÎ de taybetiyeke sereke hebû, ku di karî  pêwendiyê navbera islamê û konevaniyê de peyda bike  û rêbaza  BERZANIYÊ bav divî warî de diki re nimûne .
 
Ji solîna kurdewariyê  rêbaza  BARZANΠ ava zelal  dinoþî û nameya wê li herderî belav dikir .
Di peyv û gotarên xwe de  gotinên nazik û nerm di pijirandin û bi hesanî ramanên xwe digihandin guhdaran.  Dil fereh bu, ji hevalên xwe hizdikir , cudayî navbera xwe ûwan de nedihiþt, rêza wan digirt û liser wan hêvî girêdidan , dûrî xap û fen û leystokên siyasetê raman dibu , mêr bu di gotinên xwe de , tucarî çavê wî ji hêza dijmin nediþkest , li rex wî jiyan hilwîst bu , berevanê baweriyên xwe bu li her derî.
  
ALÛÇÎ piþ‏tevanê biratiya kurd û ereban bu , pîlanên rijîmê û nakokiyên derbarî vê yekê diraxistin û bêguman dikir ku pêwendiyên navbera herdû netewan mezintirin ji aloziyên rijêm peyda dike û dixwazê agirê rikberiyê gur bibe.
 Evê yekê kir ALÛÇÎ rêzeke taybet û bihayekî gira nav çivaka erebên hi‏‏þ‏mend û þareza de big re.

Erê  mamosta  EBDIL REHMAN demên dirêj  dîlê zindanên rijêmê nema ,lê belê gorî baweriyên min li seranserî  jiyana xwe dîlê gel û kurdewariyê bu ,çimkî xema her tiþtî dixwar û bûyerên dijwar hedem li hestê wî yê nazik siwarbûn û di encam de hêza nexweþiyê bilez  di giyanê wî de belav bu, nemaze ku nêzîktirîn hevalên bawerî biwan tanî  dilpakiya wî  mixabin ji berjewendiyên xwe re terxankirin.

  berhemê xebata wî tucarî bê hûde naçe û navê ALÛÇΠ wê bimîne gelawêja geþ li ezmanê kurdewariyê , nifþ û xortên nûjen wê xwe lê dorpêçbikin.
 
Ji yezdanê pak hêvîdarin , çawe diê ALÛÇÎ fereh bu  ,cihekî mîna dilê wî  di buhiþta xwede jêre terxan bike.

Dêrik      27.5.2012
Siwan20@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark