Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hinek dikin û hinek dixwin

 


Nivîsîna: Ebdulrehman Alûcî

 Yek ji tiştê ko mirov tê de bi hişmendî li ser mijûl dibe , û keseran li ser hildide bi dilekî kovan û xemgîn ewe ko bi çavên xwe bibîne , hindek ji mirovan bi cih û war dibin  , û roj bi roj jiyana wan geş dibe tev li ezitiya wan û keysperestiya têdene ko têde kar û barên xwe bi rêk û pêk bi cih tînin ,


weke wê jîriya û jêhatbûna ko ew têde karin bandora xwe bilîzin û cihê ne yê wan e digirin , nemaze şerê xwediyê keder û westandina ko buhartin e  , di rojên astengiyê de , di wan rojên ko keysperesta karê xwe yî qirêj û xerab dikirin û pêl baweriya bilind û hêja dikirin , û karê ruxandin û herifandinê ji têkoşîn û xebata me yî pîroz dikirin , bi rengekî eşkere û xuya , û destên xwe didan çi kesê ko karibin astengiyê digirin , nemaze şerê xwediyê keder û westandina ko buhartin e  , di rojên astengiyê de , di wan rojên ko keysperesta karê xwe yî qirêj û xerab dikirin û pêl baweriya bilind û hêja dikirin , û karê ruxandin û herifandinê ji têkoşîn û xebata me yî pîroz dikirin , bi rengekî eşkere û xuya , û destên xwe didan çi kesê ko karibin astengiyê û êş û kelem û kortalan bavêjin rêça xebata me yî resen û durist , ya ko têkoşerên hêja dema xwe yî têde buhrtine dibin bihn û hêviya anîna berhemên vê westanê , ev tiştên rabûrî tîne bîra me pirsên pêşiyan , her wekî dibêjin  : “ hinek dikin û hinek dixwin “ ev pirsa hêja hate bîra min di dîdar û gilî û gazinkê de , di navbera min û çend hevalên têkoşer û xwedî erk û xebat û şevên demdirêj ko di ber doza miletê xwe de buhartiye hevalê Şevger û xemgîn û rênas û bi taybetî hevalê Şevger yê ko tîrên êrîşên jeèrkirî diçin sênga wî , bi kerb û kîn û dijwarî bê ko tiştekî xerab di der heqê dost û hevalên xwe kiriye , weke ko bi serê me hatiye ji destê dost û hevalên me , yê ko bi gerekî em bi hev re bin , dibin êrîşa dijminê doz û rêbaza me yî ko bi dehê salan me jêre kar kirî ye lê mixabin , şoreş ewe ko bingeha wê hişmend û zana datînin û pakrewan û têkoşer riya wê diqelêşin û keysperest û dixsok û qirêj berhemê wê dixwin .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mijarên Têkildar

gotar