Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rewşenbîriya Aqilmendiyê bo me pêwîst e Dubendî ye, ne Hevbendî ye !!

 


  Berzo
Têbînî: Bibûrin, gelî xwêneran,  ev gotar ji ber hin şaşiyan, me têde guhart û careke dî bo we rêkir, lewre navûnîşaneke dîtir jêre danî li gel ya kevinBerzo

Di çavpêkeftina TV ya Ronahî de, berî çend rojan, nivîserê meyî Erebînivîs, kak Ibrahîm Yûsif  diyar kir ku hin kes dixwazin ziyanê bigihênin hevbendiya wan, helbet çêl liv û libatên rewşenbîrî ku li hundur çê dibin, heçku keltûra Kurdî nabê bilivê bê ku destûra xwe ji van palewanên dahênana Kurdî bixwazê,


yên ku peyva Kurdî, di xebata heşt salan de, bi (pênûs)a wan geş bûye û çirîskên xwe tavêjê hawîrdora me, û li ber roniya wê riya nivîsîna wêje û helbestê di nav Kurdên Sûriyê de vebû, nemaze, şakar û berhemên wan yên ku Xanî û Cizîrî û Nalî û Goran li pey xwe hiştin.  Ev çi felaketa!!!
Peyva (hevbendî) di aqilê wanî nependî de (dubendî) tê, û li gor yasayên dubendiyê hevbendiya xwe tajon, ku her ev jî bendîtiya paşverû ye ku xwe li mejiyê nivîserine bê-armanc  yan jî armncên wan di çarçêweya berjewendiyên kesane de tên. Mamosta di bin navê şagirtan de dinivîsê, heman şêweya fikirê rêjîma me ye, yên ku helwêsta xweyî siyasî bi riya partiyên dûvelank re dişopênin. Di alîkî dî de jî, heman mamosta di guhê nivîserekî de nameyekê ji me re dişînê û têde didê xuya kirin ku em wek dijberek jêre (pêwîst e em haj xwe hebin, em şer pêre pênexin أن لا يعلن الحرب عليّ), yan jî ev qehremanê han wê pênûsa xwe şûrane biteyisênê û tûj bikê. Diyar e zilam amade ye bo şer. Gurrkirina vê nakokiyê her dîsa ji bîrkirineke çeqel rengê xwe distênê, çi em bin, çi ew bin, ez wek bar dibêjim. Em sê heyvan bi wan ve man ku bikarin pevre bigihin hevgihaştinekê, û em pevre yek hevgirtinê bo hemî nivîserên Kurdê Sûrî, lê dema me bi wan re bêhûde çû, çiqas me bi wan re da û stand, û her em pey wan diketin, û ticarî jî li wan nayê girtin. Dîsa dibêjim em hewqas di vê xalê de ne hişk bin, çîrok wilo naçê serî, ya baş her yek di riya xwe re herê, ber e hevbendiya wan hebê û gerek em li wan pîroz bikin, dema ku ew têde li hev in, ne xem e. belê ev negihaştina han di navbera me de nabê sedema pêxistina rikbirrî û zikreşî û tevlîheviyê, eger em rewşenbîrên rasteqîne bin, û di jiyanê de xudan nameyeke xêrxwaz û tazebîr bin, ne ku em li gor bayê berjewendiyên xwe meselê birêve bibin, û li her civatekê bi rengekî bin. Ya dîtir jî, çendlayeniya girûpên rewşenbîrî di nav nivîserên Kurd de eger bikevê warê berebeziya zanyarî û dahênana berhemên hêja, rewşeke saxlem û bisûd bi xwe re tênê. Belê peyrewkirina vê daxwazê û vê fikirê li ser hişmendiya nivîserên Kurd dimênê. Nivîserê pêşketî jîngehekî paşij li hawîrdora xwe dirust dike.   
Wek em dizanin ku dezgehên rewşenbîrî ava dibin dema nivîserên  rewşenbîr hebin, bi mebesta xizmeta keltûra gel bi taybetî û ya mirovayetî bi giştî. Hevalên serkar di ((hevbenda nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê)) di helwêstên xwe de, çi di riya belavkirina gotaran de, û çi di riya televizyonê de, wek vê dawiyê di Ronahî de msmosta amaje li wê yekê kir, ku hinek dixwazin hevgirtina wan xira ji hev bixin. Hevalên hevbendê tev ku hemî li nik me cihê rêz û hirmetê ne, lê gelek têbîniyên me yên rexingirane li komela wan hene, û dibê sedema em xwe dûrî hevgirtina wan bikin, wek avahî û rêkxistin. Wilo jî gelek nivîserên dîtir hene nakevin bin sêwana wan de. Lê ev helwêsta han, çi ya me, çi ya wan, nabê bi awakî şaş werê şîrovekirin, heçkû em herdû bûne dijminên hev. Ev nerîn ne tenê şaş e, belê xirab e jî, ji ber ku em bi vî awayî bi aqilê hizbayetî û partîbûnê kêşeya xwe dişopînin. Her ev jî nakokîya bêtam û bêhavil gurr dikê, û me dixê nav gerênekke sergêjiyê de. Em hem ti sûd û mifayê jê nagirin, hem jî em xwe mandû dikin û ziyanê digihênin hev, herçende em dizanin ku tevgera meyî siyasî qelenekî giran di derya vê nakokiyê de daye.
Ez bi xwe, wek bawerî, çêbûna çend girûpên rewşenbîrî di nav Kurdên Sûriyê de karekî baş û saxlem dibînim, eger ev ton kar û xebat bikevê bin xizmeta rewşenbîriya Kurdî de û bikevê xizmeta ziman û wêje û kelepor û nerînên zanistyane de. Bi vî mercê dawî ku pîvan jêre pêşxistina rewşenbîrî û peyva Kurdî ye, bi vê yekê şûr û mertal ne ku em pê hev bavêjin erdê, yan em linga danin ber hev. Ev reng e`qliyet û ton hişmendî di dema berî şoreşê de serî hildida, lê îro piştî buwartina salek û du heyvan ser şoreşê re, ev hişmendî nema cihê xwe di nav rewşenbîrên rast û durist de digirê. Şoreşa Sûrî hiş û mejiyê jimareke mezin ji mirovan paqij û spehî kir. Eger hin ji me ta vê kêlîkê bi aqilê kevnare difikirin, û dixwazin bi fen û hîlebazî kêşeyên rewşenbîriyê çareser bikin, wek ku berî civata dawî bi hevalên hevbendiyê re,  navçîvanê me, wek wî ew nav li xwe kir, ew jî nivîserekî kurdîziman e, ku xwe wek terefê bêlayen dibînê, yan terefê navçîbûnê, di bin diruşma yekîtiya nivîserên Kurd de xwe pêşkêş dikê, lê di rastiya xwe de, (yekîtî) bûye bihaneyek, yan wek hespekî kihêl bo ku lê suwar bibê, û di alîkî dî de yekîtîxwazê me dek dolaban li gor ecendên xweyên kesane digerênê, ku ev şêwe reftar ji gotina wî diyar bû, dema got: ((De werin civînê, ka kîyê dawiyê kê bênê)). Ya ho, dema min ev peyv bihîst, wek ez ji darekê bikevim, emê çilo dawiya hevalên xwe bênin?? Ev çi rewşenbîrî ye, Ev aqil û zihinê dawîpê-anînê kengî ji nav me herê?? Mirovên wilo di nav dubendiya gundan de mezin bûne!! Wê çilo bikarin bi roj û şevekê xwe bikin rewşenbîr, ber e hezarê pirtûkan jî binivîsin. Rewşenbîrî ne di nivîsîna hezarê pirtûkan de ye, rewşenbîrî di aqil û awayê fikirê baş de ye, wek Zeredeşt dibêjê:    karê baş, peyva çak, ramana spehî. Mixabin, ku em xwe rewşenbîr dibînin, û karê pîsbîr dikin, li şûna em bi rastiyê bikin, bêbextiyê dikin. Ji alîkî dî ve jî, nexweşiya xwebînînê di nav beşekî nivîseran de diyar dibê, sed mixabin, gelek nivîser ji vî nimûneyî hene, û ev ton aqil di gelek gotarên belavkirî de diyar dibê, bê ku em navê kesekî bêjin. Lê ez bi hêvî me, ku her yek ji me, xwe ji vî aqilê zingorî rizgar bikê, her ev jî astê şaristaniya me didê xuyakirin.
Di dawî de dixwazim nerîna xwe di piroseya hevgirtin û yekîtiya nivîserên Kurd de bo hemîyan bêjim: Eger em nivîser (em û hûn û ew) nikarin di yek çarçêweyê de kar bikin, nabê em nakokiyane pêwendiyên xwe bihûnin. Ji ber ku armanca me eger ser zemîneke keltûrî û Kurdperwerî be, her dîsa emê di karê xweyî rewşenbîrî de kar û xebata xwe berdewam bikin, çi yek bin, û çi do û sê bin. Inca ya baş ew e, em hemî wek nivîskar û rewşenbîrên Kurd bi aqilyeteke nûjen bifikirin û arîşeyên xwe çareser bikin. Pênûsa nekevê bin xizmeta geşepêdana peyva Kurdî de qalikî vala ye.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.05
Bi Tevahî Deng: 19


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark