Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pakrewan ji jiyanê hezdike

 


  Mehmûd Badilî

Di jiyanê de her tişt bi wateye, ji xwe mirov ligorî xweristeya mirovatiya xwe ji xêrê hez dike, û her gav hewldide ku derbarî xwe, û derbarî tiştên li hawîr xwe û jiyanê karê baş û pak û birûmet bike, vajî vê nerînê û ligorî dîtinên me derbarî jiyana mirovan û kar û kiryariyên wan, em dipelînin ku dijayetî û şerxwazî jî pirr peyda dibe, her wiha herdu alî jî (Xêr û Şer ) di derûna mirov de cîgirtîne, lê kîjan alî bêhtir bi ser dikeve, ev yek ligorî baweriya min li jîngeh û perwerdeya mirov vedigere.


Firoyd xwedyê dibistana şîkirina derûnî, dibîne ku du Xerîzeyên bingek hene, çi kiryariyên ku mirov pê radibe ji nava van herdu Xerîzeyan derdikeve (Xerîzeya jiyanê û Xerîzeya mirinê).
Xerîzeya jiyanê di nava xwe de têgeyeşteya Lobîdo (hêza Cinsî) û Xerîzeya parastina xweyîtiyê dicivîne. û Xerîzeya mirinê di bîrdozeya dijayetî û helweşandinê de tê xuya kirin, ku di bingeha xwe de bi alî xweyîtiyê ve tê bikaranîn dûvre bi alî kesên dîtir ve. Ligorî vê nerînê gelo têgeyeşteya pakrewaniyê dikeve kîjan navê de..?
Divê ku em jibîrnekin ku di vê navê de Zerdestî û Bindestî heye, ji xwe hemî yasa û rêz û rawazên jiyan û mirovantiyê maf didin miletên bindest ku hemî amêrên xebatê şiyane taku azadî û mafên xwe cîbicî bikin. Digel vê yekê dema miletê Sûriyê bi hemî rengên xwe dadikevin kolan û medayanan, ji alîkî ve doza rûmet û azadiyê dikin, û ji alîkî dî ve doza helweşandina rêjîma zordest û bingeha wê ya ewlekarî û leşkerî dikin û di xwepêşandinên li hember rêjîmê de tên kuştin, ev yek nerîna Firoyd derbarî Xerîzeya mirinê hinekî qels û lawaz dike. Çiku ev şoreşa îro, şoreşa rûmet û azadiyê ye dijî koletî û zordestiyê li dar ketiye, û çi kesên ku li ser destê ewlekar û leşkerên rêjîmê tên kuştin ew pakrewanên azadiyê ne, û giyanên wan pertewên ronahiyê ne. Raste hemî mirov herdu Xerîze li ba wan heye, lê divê bê xuyakirin ku yê pakrewan ji jiyanê hez dike û xwîna xwe dike qelenê ciwantirîn û xweştirîn jiyan bo milet û welêt bitevayî, jiber vê weteya pakrewaniyê pirr kûr û dûre û nirxekî pirr bilind û bala hiltîne.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark