Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Xwendin roja azadiyê diçilvilînê

 




Emer Isma`Îl

 Kale mêrek di bin sir û seqema
Zordariyê de dilerizî
Û bi ser kopalê xwe de dihilweşiya
Bi pêl pêlokên demê re dibêje
Kurên min bixwînin .


Perîşanekê kurd dilopê
Baranê xanîk û zincên
Xirakirî di nav şapê de
Bi awirekî kelegirî dibêje
Kurên min bixwînin . 
Dayîkek jinobî  bê çenk û per
 Bi xemla kirasekî pîne kirî
Keziyên keça xwe şeh dike
Û di guhê wê de dibêje ez gorî
Bixwînin .
Pêşmergek ji şoreşa Barzanî
Hate gondê me û li beyarê gund
Got zarokno …ger bixwazin pêxwas nemînîn hûn bixwînin di vê hûn bixwînin…hûn bixwînin .
Di vê rojê de min soz da ez bibim xwenda
Û rojnamevaniyê bi afirînim
Rojname bi perê rojê re naman dişînin
Bayê rojnamevaniyê kevnê rijêma rot dike
Û welata ava dike û landikan dihejînin.
Dema çiya bi ser çiya de vedgivêşin û cîhan dibe
Şikeftek tarî xameya nivîskar çiravê dixwînin .
Dema sîstemên zordar bi hev re dizorin û çavsor dibin û har dibin û çavên rojê kor dikin û Pakrewan bê serî li kolanê vedgotin tenê nivîskar dest dihiltînin û pênûsên xwe bi ser pelên sipî de vedireşînin û navê pakrewana bi tîpên zêrîn dinivîsînin .
 Bayê xameya min wek bayê çiya ye
  Enîşka kosera kelhên zordara diherifînin
 Xwendin gelan ji xewa şêrîn radikin
Û kolanê tejî şoreşvan dikin
Û roja azadiyê diçilvilînin .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark