Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: hilwežandina rijźmź ye yan guhertina hižemendiyź ye jī

 


Diyar Ehmed

Žoreža gelê Sûriyê dirêj kir, guman û nêrînên gelek çavdêr û zêrevanên siyasî  berovajî derxist, û herweha bîr û helwêstên gelek alî û hêzên siyasî jî tevilhev kir . žorežê dom kir û di vê domdariya de tenê gelê Sûriyê qurbanî dan, û renc û êž kižandin, xort û lawên dilgerim û paqij, keç û dayîkên dilovan, tifal û pîrên bê zar û ziman bûn ardûyê žorežê, mal  û can bi hev re di vê rêyê de dan .


gelê Sûriyê di nava agirê vê žorežê de xwe bi tenê dît, kes ji ber derdeserî, girtin û kužtina gelê Sûriyê pê ve nebezî, û ti hêz û alî bi hewara wî ve jî nehatin , tenê wan hêz û aliyan carna zimanê xwe li ser rijêmê gij û tûj kirin, û carin dîtir zimanê xwe di gewriya xwe de daqurtandin, ziman di devê wan de bû marekê mirî . di berê de bav û kalên kurdan gotine :( kesê ketiyan nîne) .
Gelê Sûriyê eve çil sale di nav pencên vê rijêma sitemkar de tê guvažtin û dibin nîrê simên giraniya barê zordariyê de dinalê, di wê demê de jî ti hêz û alî pêve ne dihatin , û ne ev tenê jî hin ji wan hêzan pižtgirî û alîkariya vê rijêmê dikirin û têkiliyên xwe yên hemereng pêre xurt û qayîm dikirin .
  Raste, çaxa ku gelê Sûriyê bi žoreža xwe rabû û serî di rûyê vê rijêmê de bilind kir, agehdariya kesekî ne kir û ew beryar bi vîna xwe sitand, û li benda ti aliyan jî ranewesta, û destên xwe jî li ber kesî ne vegirt, ji ber gelê Sûriyê bi xwe li derfetekî digera, ku bikarê zû ji vê rijêma gendelkar û diktator rizgar bibê, û mirov divê derbarê de ji bîr nekê ku astê sitem û zordariyê giha bû duryanên bêçare û metirsîdar .
Ji ber vê yekê, dema delîv peyda bû, gelê Sûriyê jê re amade bû, serî hilda û dest bi žoreža xwe ya pîroz kir . vêca, dema îro gelê Sûriyê li meydana cengê, bi destên vale û singên rût di rûyê tank û topan de xwe bi tenê dibînê, ev ne gunehê wî ye û kêmayê jî  jê re çênakê, ji ber beryara sitandî, beryareka dîrokî ye û wê bi xet û tîpên zêrîn li ser lat û zinarên keviran bê kolan û bi rengê xwîna zelala žehîdan bê xemilandin. Erê, îro gelek nanxwer, tirsonek, dûvelank, xwefirož û patoxwerên rijêmê hê beryara xwe ne dane, û ker û lal di binê malên xwe de rûnižtine, kumê sernimziyê dane serê xwe û felsefeka rij û xav belav dikin, li hêncetan ji kerbûn û bêdengiya xwe re digerin. Lê gelê sûriyê baž dizanê kerbûna wan ji ber çiye, û çi eger û hokar li dûv jî hene, ji ber tižtek ne maye nixumandî, her tižt hatiye xuya kirin û tižtek vežartî di bin cilikê de jî ne maye, ta ku ew bikarin vê felsefa kelê û rût li ser gelê Sûriyê û žorežgerên wê pêkbînin û pê re jî zimandirêjiya li ser vîn û rûmetiya wî bikin . belê, em di zanin hêz û aliyên nêvdewletî  û herêmî, ji ber parastina berjewendiyên xwe tucarî bi karê hewarhatinê ranabin, ji ber ne komelên xêrxwaziyê ne û ji bo xêr û yarmetiyên mirovane hatine avakirin, ew hikomet û desthilatdarî  ji bo parastina dewletên xwe dixebitin, wisa jî li gorî wan berjewendiyan nêzîkî  kêže û giriftariyên gelan jî dibin . her dîsanê, em di zanin ku îro terafa agirê žerê di navbera žî''''''''a û suna de gež dibê, û aliyên ku pifdikin vê terafê û dixwazin vî žerî gur bikin pîrin, niha dema Meclisa Alîkariya kendavê yan jê Erdogan, yan jê dewletên ku di Žoreža buhara Erebî de serketin, dixwazin pižtgirî û alîkariya žoreža Sûriyê bikin, ew bi xwe ne ji bo çavên gelê Sûriyê vê alîkariyê dixwazin, ji ber wek tê guman kirin, ew hêz li esmana digeran ku delîveka bi vî rengî bi dest wan bikevê, ji xwe re îro ew derfet li Erdê û li ber lingên xwe dîtin, ji ber wê jî, ew hêz û alî dev ji rijêma Ba''''''''as bernadin, û wê dûr yan jê nêzîk vê rijêmê bi tevaya dezgeh û bingehên wê ve dê hilwežînin, ev žer niha ji destê gelê Sûriyê jî der ketiye û ketye nav destên hêzên nêvdewletî û herêmî de, navenda cengê xaka welatê Sûriyê ye, lê yarîvanên serkî ne tenê gelê Sûriyê ye, û wê ew hêz û alî vê žorežê li gorî berjewendiyên xwe bigerînin . di baweriya me de, ev rijêm wê hilwežê ku Çîn, Rosiya û Eyran bivin yan jê nevin ,rikeberiya sûriyê bibê yek yen jê bimînê û di çala çirava parçebûn û žažiyan de vegevizê. lê rastîn hene, di gumana me de, wê ti hêz nikaribin wan rastiyayan pažguhê xwe ve bavêjin, ew jî ewin, ku niha ev miltê daketî celdan, û mal û canê xwe bi erzanî dayî û bûne hilgirê alaya žorežê û berdewam kirina  vê žorežê bi mal û canê xwe, û agirê vê žorežê gež û gur dikin , ew dê bimînin xwediyê žorežê û ti alî wê nikaribin wan ji bîr bikin , dibê ku hertižt weke wan neçê serî, lê di hizra me de, ew xwîn û xwêhdan beyhode li ber bayê wenda nabê. û her dîsanê di baweriya me de rikeberiya sûriyê di ber vê sistî û lawaziyê de berpirsyare, û ev parçebûn û ne gihandinhev jî îro ji alîkî ve kartêkirineka nêgatîv li karê žorežvanan yê li kolanê dikê û ji aliyê dî ve li helwêsta hêzên nêvdewletî beramberî  pirsgirêka Sûriyê jî dibê,û pêhtir hêzên rikeberiyê yên berpirsyar di vê derbarê de û dibê cihê gazindê Meclisa Nižtîmaiya Sûrî bi serokatiya Dr. Burhan Gelyon ne, ji ber ew hêzeka serekiye di žoreža Sûriyê de û ta vê demê helwêsta  wê ji pêžerojê Sûriyê re ne zelale û  gelek alozî û pirsgirêk di navbera wan bi xwe  de peyda bûne, nexasim derbarî  sopaya azad û kêža kurdî, û rengê çareser kirina vê kêžê, wek kêža miletekî resem û li ser xaka xwe ya dîrokî dijî . dibê ku hin ji aliyên rikeberiya Sûriyê simsariyê li cem Çîn û Rosyayê dikin, guman dikin û dixebitin ku di Sûriya bê de,wê hebûna xwe li ser qoq û cendekên žehîdan ava bikin û vê delîva teng li gorî bîr û boçûnên xwe bigerînin , lê ew ji wan re xewne û  çarenûsa wan jî, ne dûr û cudaye ji ya rijêmê , rastiya wan ji gelê sûriyê re û bi taybetî ji žorežger û çalakvanan re ežker bû ye, perde li ser rûyê wan hate rakirin û ew jî wek rûyê dî yê rijêmê îro tên dîtin , û kar û helwêstên wan di herikin ser coka parastin û mana rijêmê.
Xuyaye, Meclisa Nižtîmanîya Sûrî bi hižemendiya berê difikirê û hê jî ji wê çandê rizgar ne bû ye û xwe dibînê nûnerê rewa û bi tenê yê gelê sûriyê û žoreža wî ya pîroz ,ji ber wê jî ta niha di nava gelek žažî û kêmasiyên malwêran de dijî  û dikevê xwenan, û gelek bîr û ramanên gemar û çepel der dikê, lê belê, tevî vê jî, ew dê bimênê hêzeka serekî û bingehîn di rikeberiya Sûriyê de û wê di Sûriya nû de jî roleka berçav û xuya bilehîzê . lê dîsanê ev wê hêz û žiyanê nadiyê, ku bižê danpêdanê bi mafê gelê kurd nekê ,wek pêkhatiyek resen û serekî li ser xaka xwe ya dîrokî dijî û netewa didwaye di welêt de , û ji mafê wî ye ku ew çarenûsa xwe bi vîna xwe destnîžan bikê . di Sûriya bê de, ti hêz û alî nikarin kêža gelê kurd û hebûna kurdan  ya dîrokî pažguhê xwe ve bavêjin, îro dem hatiye ku miletê Sûriyê bigihê wê baweriyê ku bê çareser kirina kêža kurdî , tucarî Sûriya nû ya pêžerojê ava nabê û aramî û seqamgêrî jî tê de cih nagirê. û gelê kurd jî gihaye wê barê, ku ew di bin ti merc û nîran de dev ji mafê xwe yê netewî bernadê, ji ber wek me berî niha jî gotî, îro derfeteka zêrîn peyda bû ye û pižteka mezin jî ji vî gelî re çê bû ye, vêca, ew qebûl nakê ev derfet ji dest derkevê , lê ta ku miletê kurd bikarê van maf û hêviyan pêk bînê, berî her tižtî divê navmala kurdî bi rêk û pêk bikê, hevrêzî û hevgirtina gelê kurd bi rengekê xurt û li ser bingehin asê û mukim lêbikê, û gotina kurdan berî her tižtî yekbê û dilê kurdan bi hev re bê. eger ev pêkbên, mirov bê dudilî dikarê dilniya bibê û ji niha ve mizgîniya serketina kurdan û bidestxistina mafê wan bidê gelê kurd, û dost û dilbêžn kêža wî ya rewa .

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark