Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yekîtiya nivîserên Kurd - Xeleka yekê

 


Berzo Mehmûd

1. Ronîkirinek li ser Awayê avakirina yekîtiyê
Nerîna me di awayê avakirina yekîtiya nivîseran de ew e ku pirose li ser bingeha hilbijartinê pêkwerê da ku mîzac û bîrûbûçûnên keseyane di vê avakirinê de kar nekin, û em nekevin nav tevina nakokiya bêtam û bêmifa. Ji ber wilo jî piþtî danûstandineke dûdirêj, me çend nivîserên Kurdê Sûrî dît ku Qamiþlo bibê hem þax û hem navend, û her bajarek wek (Dêrikê, tirbespî, Qamiþlo, Amûdê, Hesekê, Derbêsiyê,  Serê kaniyê, Kobanê, Helebê, Efrînê, Þamê) bibê þaxek.


Bi vî awayî dih yazde þax (firi’) ava dibin ku her þaxek desteka rêveberiya þaxî (الهيئة الادارية الفرعية) têde tê hilbijartin, ku li dawî, piþtî ku hilbijartinên þaxane الانتخابات الفرعية  tewaw bûn, dê ev destekên þaxî hemî desteka rêveberiya giþtî الهيئة الادارية العامة di kongir de hilbijêrin, ku navenda wê Qamiþlo ye, û erkên wê danîna rêbazên rewþenbîrî û siyaseta giþtî ya Yekîtiyê, herweha dibê berpirsê dezgehê bi tevahî, û serperiþtiya rêkxistinê dikê li gor erkê her endamekî ji vê destekê (serok, cêgirê serok, nihênîgir, berpirsê pêwendiyên derve, berpirsê pêwendiyên hundur, berpirsê zimanê Kurdî, berpirsê darayî (malî), berpirsê rewþenbîrî …).
Piþtî ku hinek ji hevalên me yên derve ev yek bihîstin ku em karekî weha dikin, dengê xwe gihandin me, ku wan nivîseran berî heþt salan, sala 2004an komelek ava kirine, me ji wan re got ku ev komele nabê dengê me, ji ber ku ev komele ne li ser bingeha dengdan û hilbijartinê ava bûye, her ew e ku çend kesan post û erk li xwe par kirine, û sîstima xwe jî li ser internêtê belav kirine û bang dikin, deka werin ji me re navê xwe rê bikin. Baþ e, ka hilbijartinên þaxî? Nemaze em li hundurû ne, em hemî li nik hev in, me çi pêwistî bi derve heye? Bi rastî ev komela serkirdeya xwe li derve çêkiriye, û dixwazê bi rîmot-kontrol rêberiya me bikê, heçko nivîser di hundurê welat de nemane. Baþ e, ma ev ne kirêt e?? Karekî weha þermî jê dibarê. Ne tenê wilo, ji xwe re çend kesên dûvelank li hundurû danîn bo ku nwêneriya wan li hundurû bike, bê ku nivîseran kom bikin û hilbijartinê çê bikin. Eger hilbijartin çê kiribane, her em naçar bûn em biya wan bikin, rêz û hirmeta dezgehê tê girtin ji ber li ser bingeheke rewa çê bûye, bi dilê me bê yan ne bi dilê bê, nabê em karekî bêrê bikin.
Gelî hevalan, em dibêjin hûn bi þaþî di avakirina xwe de meþîne, yan derfeteke nexweþ berê hebû, me hemiya nikarîbû em em karekî rewa bikin, de werin gelî camêran emê pevre yekîtiyeke nû ava bikin. Ber e ew karê di bin rijîma kevin de pêre herê, û ji nû ve emê karekî dirust bi hev re bikin. Ev piroje jî wek me got, ber e hilbijatin yasaya wê ya bingehîn bê, bo ku þaþî hawbeþ bê, em kesên dervî komelê (Rabîtê) û nivîserên hundurê komelê pevre herin hilbijartinê û komîta xwe ya þaxî ava bikin, paþê em dikarin komîta amadekaririna sîstima navxwe û girêdana kongir drust bikin. Ev bû du heyv em di vî barî de, em dikin û nakin tiþtekî ji wan fam bikin, em ji bilî gotarên devavêtinê pêve nabînin û naxwênin!! Gelo ev li xwe digerin, dikin nakin xwe li nik me nabînin??? Dîsa em nizanin çi dixwazin.  


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark