Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyanî.. ji nivîskarên kurd li bajarê Hesekê

 


Piþtî danûstandinek berfireh derbarî avakirina yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê, ku ev pirojeya kevn û nuh di heman gavê de, îro dilxwestinek germ ji hêla hemî nivîskarên kurd li Sûriyê heye ku here serî, û li ser zemînê lidarkeve, çiku pêwîstî û hewcedariyek mezin pê heye nemaze di vê qonaxa ku miletê Sûrî bi tevayî û miletê kurd bi rengekî taybet têde derbasdibe digel þoreþa rûmet û azadiyê.


Her em di wê baweriyê dene ku azadî li ber deriye, û þoreþa Sûriyê gavin baþ ber bi guhertinê de avêtiye, lê qonaxa ku bê, dê hestiyartir û dijwartir be,  îca ji me tevan  tê xwestin (nivîskarên kurd yên hundir û derveyî welêt) ku em bi berpirsyarî li rewþa xwe binêrin û derbarê xwe karekî rast û ronî bikin,  xwe bidin ser hev û karûbarê xwe bi rêk û pêk bikin ber bi karên dezgehî û sendîkeyî, belê karûbarê me tevan di bin sîwanekê de xizmeta herî mezine bo wêjeya kurdî, û pêþxistin û rengeziya rewþenbîriya kurdî.
Gelo çi ji me têxwestin û divê em çi bikin taku tirên di me de derbasnebe..?
Em, ev kesên me navê xwe li bin vê daxuyaniyê emzekiriye, dibînin ku avakirina yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê divê ku baþ kar û xebat û danûstandin li ser bê kirin, û çi danûstandina ku bibe divê ku têkeve warê kar û bi cî û war bibe, ne tenê bimîne peyv û gotin. Ji ber vê, di civata xwe ya dawî de roja înê 6/4/2012, em bi van xalan derketin:
1- Nivîskar yê ku bibe endam, ew kesê xwedî berheme, di ware wêje û rewþenbîrî û zimanê kurdî de (berhemên çapkirî û yên destnivîs), û rola wî berbiçave di warê rewþenbîriya kurdî de, çi bi zimanê kurdî, çi bi zimanê Erebî, û ji mafê her nivîskarekî kurde ku cihê xwe di yekîtiya nivîskarên kurde bibîne, û qet çênabe ku tu kes bê paþguhkirin û dûrkirin.
2- Nav: em pêþinyar dikin ku nav (yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê) be, lê dîsa çi nav bo vê yekê bi rewþa miletê kurd re û bi paþeroja wî re guncaw be, em pêre ne, ya giring li ba me karê yekîtiyê û bicîkirina armancên wê ye.
3- Zimanê kurdî zimanê serekeye yê yekîtiya nivîsakrên kurd li Sûriyê ya ku bê damizirandin.
4- Sebaret nivîskarên kurd yên bi zimanê Erebî dinivsînin divê ku bi kêmanî bi zimanê kurdî bixwînin û binivsînin taku endamîtiya wan bê pijirandin.
5- Ji bo nivîsandina rêzbenda hundir ya yekîtiyê divê ku hemî nivîskarên hundir û derveyî welêt têde beþdarbin di rêya nûnerên ku dê bên hilbijartin ji aliyê dever û bajaran.
 nimûne bajarê Hesekê , bajarê Amûdê, Qamiþlo, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Efrînê, Kobanê, Dêrik, Þamê, Helebê.. t.d, û wisa her bajarek yan herêmek sê ta heft nivîskaran bên hilbijartin û bi hev re karûbarê lidarxistina yekîtiya nivîskarên kurd bikin.
6- Divê ku kongirê giþtî yê yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê li bajarê Qamiþlo be, û navenda yekîtiyê li Qamiþlo be, û hemî bajar û deverên din tev bajarê Qamiþlo þax bin jê re.
7-Her em sozê didin ku emê bixebitin bo yek hevgirtinê, û ji bo navekî tenê, armanca me ya sereke ku yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê bê damezirandin û hemî nivîskarên kurd yên hundir û derve xwe têde bibînin.
8-Hêvîdikin ji xweþk û birayên xwe, nivîskarên kurd ku li ser vê Emailê bi me re bidûbistînin: mbadili3@hotmail.com
Di dawiya civatê de þeþ nivîskar hatin hilbijartin bo nûneriya nivîskarên bajarê Hesekê bikin ji bo danûstandin û  karûbar û çalakiyên ku lidarkevin.
Nivîskarên kurd li bajarê Hesekê:
1-Dr. Azad Elî  2– Mehmûd Sebrî  3– Mehmûd Badilî  4– Ibrahîm Xelîl  5– Ezîz Xemcivîn 6 – Wecîha Ebdirehman  7– Meþel Osman 8 – Ibrahîm Ebdî 9 – Jînda Mihemed  10– Omran Yûsif 11 – Þîndar Yûsif 12 – Salar Elo 13 – Firas Mihemed 14– Bavê Serbest 15– Mecîd Qasim 16– Ebdilwehab Ezîz 17 – Xalid Hewar Bêkes 18 – Sêfedîn Qadirî  19– Zana Sefqan 20 – Hisên Þakir  21– Hisên Mamê 22– Xoþnav Silêman – 23 – Haþim Tixûbî 24- Xalid Omer 25- Emîr Elhusên 26- Þêrîn Xetîb.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark