Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di sedsala dawînde rewşa ziman û weşanên bizimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de

 

Konê Reş

Destpêk:
   Ji Cizîrê, ta bi Kobanê û Efrînê jêre tê gotin: Başûrê biçûk an Kurdên Sûriyê. Di nav Kurdên Sûriyê de, Cizîra Binxetê, an kurdên Binxetê: Devereke dûz û bê pîvane bi her sê deştên xwe; Beriya Mêrdîne, Sinceqa Xelef axa û deşta Hesinan.


Hem jî ev dever di nav cihanê de navdare, bi xelkên xwe yên wek mozayîk û bi şûnewarên xwe yên dêrîn û dîrokî.. Binxetê, ronahîya bi rengên kulkezêrîn li ser bênderên xwe dicivîne û di asmanê xwe de belav dike.. û wiha peyvên ku ji hinavê xelkên wê dertên û derdikevin li ser peravên demên wê ên kûr û dûr dûrêzî hev dibin ..
   Wek ku diyare her wêjeyek destpêk û qûnaxên wê yên renge - reng  hene. Em dibînin ku rewşa rewşenbîriya Kurdî li Binxetê bi xurtî xwe li ser lingan digre û di sekine, belê bi hêzek xurt bi pêş ve dimeşe. Ew jî bi saya evîndar û hezkirên ziman û peyva kurdî a resen.
   Bi vê mebestê ez dixwazim, destpêk û qûnaxên bingehîn ji rewşenbîriya Kurdî re li Cizîra Binxetê, bi rengekî panoramî vekolim. Ev destpêkên ku di  qûnaxên giring re, di ber dergehên dîrokê de, derbas bûne .. û wiha di rêka van destpêk û qûnaxên bi ronîdayî re, em dikarin derbasî nav rûpelên tevgera rewşenbîriya kurdî a iroyîn bibin.
Bêguman destpêka wêjeya Kurdî ya nivîsandî, li weşandina rojnameya dayik(Kurdistan:1898) vedigere, ewa ku mîr Miqdad Bedirxan di sala 1898 an de li bajarê Qahîre/Misrê di weşand.
Ji wê hingê ve zimanê kurdî bûye zimanê nivîsandina pexşanê...
   Heger di dawiya çerxê 19an û destpêka çerxê 20an de, hin nivîsandinên bi zimanê kurdî di wîlayeta Mêrdînê de hatbin nivîsandin, bêguman, ew nivîsandin wê di nav rûpelên kovar û rojnameyên Xirîstyanan de bin (Wiha tê gotin lê hêj me ew nivîsandin ne dîtine). Û dema em dibêjin wîlayeta Mêrdînê, ango kurdên Binxetê, ji ber ku di wî heyamî de, piraniya kurdên Binxetê bi ser Mêrdînê ve bûn...Lê ya ku em pê zanin, di heyamê weşandina rojnameya (Kurdistan:1898-1902) de, pêwendiyên xelkên Mêrdînê bi xwediyê wê rojnameyê re hebûn, Nemaze; ew kesên ku di wê hingê de wek rewşenbîran di nav gel de dihatin naskirin mîna; Şêx, melan û Feqeyan..Ango xelkên Mêrdînê(Binxetê), ji mêj ve xwedî giyanekî ragihandinî ne...

Rola Oldar û Dengbêjan di Parastina Ziman de:

   Di salên 1915-1925an de, buhiştî Husên Hiznî Mukiryanî çapxaneyek ji Elmaniya anî Helebê û lê saz kir, hem jî pê  çend kovar û rojname weşandin..Ta ku di sala 1925 an de ji Helebê barkir û çû Rewandûzê..
 Belê akam û bandora yekem, bi saya dîwana Melayê Cizîrî bû, Mem û Zîna  Mele Ehmedê Xanî bû, helbestên Feqeyê Teyran bû û bi saya tekiyên olî bû.. Ewên ku, di wê demê de, di bajar û bajarokên Cizîrê de belav bûn wek: Xizna, Til Merûf, Hilwa, Endîwerê, Amûdê û Qamişlo... Hem jî rol û akama dengbêjan, di parastina zimanê Kurdî de pir mezin bû  wek: Ûsivkê Çelebî, Silo Koro, Omerê Kor, Demir Elî, mala Şêxê Nado, mala Emînê Temo, mala Remo ... û wiha  tev malbatên ku bi kemacê, def û zirnê govend û şahi digerandin û tev dengbêjên kilasîk li devera Cizîrê ..Hem jî rola dengbêjên çiyayê Şingalê li ser dengbêjên Cizîrê heye, ji ber ku hingê Şingal wek dibistanekê dihat dîtin ji fêrbûna saz, awaz û gotina kurdî a resen re ...   
   Pişt vî nifşî, nifşekî din tê meydanê, Ew jî ne kêmî nifşê pêşîya xwe ye, wî jî roleke giring lîstiye wek: Hizniyê Selîm, Rifetê Darî, Aramê Dîkran, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo ... û gelekên din ku peyva Kurdî ya resen di nav têlên tembûr û dengê xwe de parastin ...Û wiha milet bi zimanê xwe ve girêdayî ma..

Ji kovar û rojnameyên Kurdên Binxetê:

1- Rola Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan:
Dema ku mirov li pêvajoya rojnamegeriya kurdî vegere û berpêl bike, hingê wê jê ve xweş diyar bibe ku, lehengên rojnamegeriya Kurdî di rojên xwe de pêrgî gelek asteng û kelemên dijwar hatine, û ji wan lehengan; Bedirxani. Tevî vê yekê jî, ji desthilanîn neketine. Wan lehengan, bê westan û bi kêferat li ber xwe dane, û wiha her nifşekî spartiye nifşê bi dûv xwe de û ta roja iro...

  Ji kovar û rojnameyên Bedirxaniyan li sûriyê û libnanê :

   Hawar:
Xwedî û berpisyarê wê Mîr Celadet Bedirxan bû. Bi saya vê kovarê, yekemîn care ku zimanê Kurdî bi tîpên latînî berdest dibe. Hejmara pêşîn ji vê kovarê di 15 gulana 1932an de hatiye weşandin, hejmara dawîn(57) di 15 tebaxa 1943 ande derketiye.  Ev kovara li bajarê Şama şerîf di hat çap û weşandin û li nav Kurdên Cizîrê, Efrînê, Zaxo, Hewlêr, Rewanê,Karmanşahê û heta Mûsil û Bexdayê  belav dibû..
 Ronahî: Di sala 1942 an de, Mîr Celadet Bedirxan, kovareke din di bin navê RONAHÎ de, xurû bi kurdiya latînî, li Şamê weşand û di nav Kurdan de bi belav kirin da. Naveroka kovarê xurû bi kurdiya latînî bû. Ev yekemîn care di dîroka rojnamegeriya kurdî de ku kovar bi wêne têne weşandin. 28 hejmar ji vê kovarê hatine weşandin, hejmara dawîn 28 di sala 1945 an de derçûye.
Roja Nû: Di sala 1943 an de mîr. Dr.Kamîran Bedirxan jî li Beyrûtê, rojnameyek bi navê ROJ NÛ di weşand û di nav kurdên sûriyê û libnanê de belav dikir..Ji vê rojnameyê
73 hejmar hatine weşandin..Ev rojnameye jî xurû bi kurdiya latînî bû, di gelku beşekî fransizi ji tede hebû..Ev rojnameye jî bi berhemên nivîskarên kovarên Hawar û Ronahi ye di hat xemilandin..hejmara pêşîn di 3ê gulana 1943 an de derketiye, hejmara dawîn 73 di 27 ê gulana 1946 an de derketiye.
  
Stêr:
Ji bo zanînê, hêja ye em bêjin ku Mîr Dr . Kamîran Alî Bedir-Xan rojnameyeke din jî bi navê "Stêr" di sala 1943 an de li Beyrûtê çap û belav kiriye, ango ji berî 63 salî ve. 3ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belav kirin, hejmara pêşîn ( 1 ) di meha çileyê berê de 1943an, hejmara (2 )an di meha sibata 1944an de, hejmara (3)an û dawî di 22ê çêrya berê de sala 1945an, ango her salekê hejmarek hatiye çap û belav kirin. Dibêjin ku ev rojname wek zêdeya rojnameya "Roja Nû" bû.
   Belê gelek kelem û asteng di pêşiya kovar û weşangeriya bi zimanê kurdî de hatine danîn. Nexasim piştî ku Firensî ji sûriyê hatine deranîn di sala 1946an de, ji wê hingê ve zimanê kurdî qedexe ye, nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe ye, ta hu nivîsandinên bi zimanê erebî li ser kêşeya kurdî qedexe ye..Û wiha ev qedexebûn berdewame ta toja îro..lê tevî van qedexeyên dijwar rewşenbîrên kurdan li ber xwe dane, ji desthilanîn neketine û di sala 1958 an de dîwana melayê Cizîrî weşandine, di sala 1956 an de dîwana Apo Osman Sebrî(Bahoz), hem jî (Derdên me), di navbera salên1954 û 1956 an de û (Çend rûpel ji wêjeya kurdî) ya rehmetiya Rewşen xanim Bedir Xan, hem ji di wan salan de bîranînên Dr.Nûrî Dêrsimî li Helebê hatin capkirin û di heman kat de hatiye qedexe kirin, di gel dîwana Cegerxwîn ya didiwan..û wiha heyamekî bêdengiyê di wan çend salan re di ser weşangeriya  kurdî re derbas bûye, ji bilî belavokên rêxistinan yên bi dizî..

2- Rola Şagirtên Hawarê:

   Piştî vê qûnaxê, rola pênûsên kovara Hawarê tê. Ewên ku naveroka kovara Hawarê bi nivîsên xwe di xemilandin û wek şagirtên mîr Celadet Bedirxan têne naskirin mîna: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nûrdîn Zaza, Mele Ehmed Namî û Reşîdê Kurd  û gelek kesên din.. Hem jî gelek ji nivîskarên kurdistana başûr û rojhelat jî di kovara Hawarê de nivîsandine wek: Tewfîq Wehbî, Goran, Bêkes, Şakir Fettah..û  ji rojhelat Ihsan Nûrî paşa ..
   Lê mixabin, piştî ku kovara Hawarê hat  rawestandin, gelek kesan ji wan rewşenbîr û helbestvanan, devij karê wêjeyî berdan û dest bi karê siyasî kirin..Hina ji wan, ji ber tirsê û qedexebûna zimanê kurdî û hina ji ber feqîrtiyê û ji bo bidestxistina gepa nanê rojê dûri ferheng û wêjeyê kurdî ketin..
   Lê Cegerxwîn, ji ber akama êş û birînên miletê xwe, bi berdewamî di afirandina xwe de kar kir, û bi wêrekbûn, bê tirs û bê saw meşiya. Li kesekî nesekinî. Giha kûderê  nivîsand; li ser dîwarên mala xwe, li ser dîwarên zindanê, li ser rûberê balgeha bin serê xwe ... Û wiha ta roja dawîn ji jiyana xwe, wî pênûs ji dest xwe berneda û bi wêrekbûn  li kul, êş û birînên gelê xwe geriya...
   Wiha ta em bigihêjin nifşê melan û feqehan, ewên ku ketibûn bin akam û bandora Melayê Cizîrî, Melayê Xanî û Feqehê Tîran wek : Mele Nûrî Hesarî, Mele Ehmedê Palo, Mele Ehmedê Zivingê Mele Abdulselam Nacî, Mele Tahir, Şêx Ehmedê Şêx Salih û gelekên din..
   Piştî vî nifşî em dighêjin nifşê van helbestvanan: Tîrêj, Yûsif Berazî, Omerê Lelilê, Keleş, Rezo Osê û Konê Reş... 
   Di sala 1968 an de seydayî Cegerxwîn hewlda xwe ku wê valahiya rawestandina kovara ( Hawar û Ronahî ) yê dagire û wiha piştî 23 salan ji bêdengiyek wek mirinê di ser zimanê kurdî re, dest bi weşandina kovareke xurû kurdî, bi tîpên latînî kir, bi navê ( Gulîstan )
Gulîstan: Kovareke toreyî û edebî ye. Hejmara pêşîn ji vê kovarê di meha cehzeran sala1968 an de hatiye weşandin, serkêşiya wê seydayê Cegerxwîn dikr. Hejmarên pêşîn ji 12 rûpelan ta bi 24 rûpelan bûn, li ser pêlên A4, bi bi ronyo dihat kişandin..Naverok bi helbestên Cegerxwîn dihat xemilandin ..Hejmara dawîn( 34 ) ji vê kovarê di sala 2006 an de deketiye.
Gelawêj: Kovareke çandî û torevanî ye. Ev kovar jî di sala1979 an de, di bin şîretên Osman Sebrî de derketiye. Serkêşên wê, mele Tahir û Mecîdê Haco bûn. Navê wê ji Gelawêja kurdên Iaqê hatiye standin. Hejmara pêşîn di sala 1979an de derketiye, hejmara dawîn ( 32) di sala2002 de derçûye. Gelek hejmarên zozo ji vê kovarê hatine weşandin. Ev kovar jî di destpêkê de li ser pelên A4 bi ronyo dihat kişandin, naverok qels û lawaz bû...
Stêr: Kovareke wêjeyî û çandî bû. Ev kovar jî di sala 1983 an de, ji rex baskekî tevgera kurdî ve hatiye weşandin. Hejmarên wê yên pêşîn, ewên ku mamoste Rezo Osê û Zagrosê Haco bi berpirsyariya wê radibûn, têra xwe zengîn û dewlimend bûn, lê hejmarên vê paşiyê hatine derketin, qels û lawaz bûn. Ew jî wek kovarên din li ser pelên A4 bi ronyo di hat çap kirin. Niha rawstiya ye.
 Xunav: kovareke toreyî û wêjeyî bû, ew jî, ji rex baskekî tevgera kurdî ve dihat weşandin. Hejmara pêşîn di sala 1986 an de derketiye, hejmara dawîn (18) di sala 1995 an de. Niha rawestiya ye.
   Gurzek Gul: Ev kovar çendeyî, folklorî û serbixwe bû, hejmara pêşîn di di serê azara 1989 an de derketiye, hejmara dawîn15 di bihara 1992 an de derketiye. Xwediyê wê Kone Reş û Abdulbaqî Huseynî bûn, vêpaşiyê ji hev veqetiyan Konê Reş bi tena xwe berpirsyariya her çend hejmarên dawîn kir, û Abdulbaqî di gel Ferhadê Çelebî kovara Zanîn weşandin. Niha rewstiya ye.
   Zanîn: kovareke torevanî, çandeyî û serbixwe bû. Hejmara pêşîn di di tîrmeha 1991 ê de derketiye, hejmara dawîn(120 di di sala 1997an de, Xwediyên wê,ferhadê Çelebî û AbdulbaqîHuseynî bûn. Niha rawestiya ye.
Aso: kovareke serbixwe ye, hejmara pêşîn ji vê kovarê di sala 1992 an de derketiya , hejmara dawîn(12) di bihara 2006 an de derketiye. Xwediyê wê Siyamend Ibrahîm e.
Pirs: Ev kovar jî a baskekîtevgera kurdî ye. Hejmara pêşîn di sala 1993 an de derketiye, hejmara dawîn(35), di bihara 2006 an de derketiye, hej berdewame ..
Bihar: Hejmara pêşîn ji vê kovarê di sala 1994 an de, di bin siya hin rêxistinan de, bi navê(Hevgirtin) deketiye. Di sala 1996 an de, biryar hatiye standin ji rex Hevgirtin ve, ku kovarên wan rêxistinan yên bi kurdî  tevlî kovara Bihar bibin, wek: Gulistan, Gelawêj, Stêr û Xunav û Zanina serbixwe, lê vê paşiyê piraniya wan rêxistinan ji vê biryarê vekişiyan û careke din kovarên xwe yên rexistinî weşandin..û wiha kovara Bihar di hejmara 6 an de sala 1998 an rawestya...û êdî nema derket.
Agahî: Di navera salên 1966-1985 an de, Mele  Hesenê Kurd kovara kovara ( Agahî ) di weşand, 19 hejmar ji vê kovarê hatine çapkirin...
Rojda: Hejmara pêşîn ji vê kovarêdi sala 1997 an de derketiye , hejmara dawîn 13 disala 2000 de .
Roj: kovareke çandî bû, hejmara pêşîn di sala 1991 êde derketiye, hejmara dawîn12 û13 di sala 2000î de.
Jîn: kovareke nîv kurdî û nîv erebî ye, a baskekî tevgera kurdî ye. Hejmara dawin 101 di sala 2006 an de derketiye.
Zevi: Kovareke edebî bû, hejmara pêşîn ji vê kovarê di sala 2000î de hatiye çapkirin, çend hejmar jê hatine belav kirin, û nema derketiye.Xwediye wê Arşevê Oskan u çend kesen din bun.
Hevind: Kovareke folklorî u rewşenbîriye, hejmara pêşîn di sala 2004 an de derketiye, hejmara dawîn(6) di sala 2006 an de derketiye û wiha çend hejmar ji vê kovarê hatine weşandin..
Vîn: Kovareke rewşenbîrî serbixwe ye, hejmara pêşîn di buhara 2006 an de der kerketiye, ta niha bi tenê ev hejmare.
Perwn: Wek kovareke dem demi ye, nêvî bi Kurdî ye û nêvî bi Erebî ye. Û wiha li ser qaba wê hatiye nivîsandin: Belavoka Konîta Ciwanên Kurd li Sûriyê. Hejmara pêşîn(1), di Êlûna 2001 ê de hatiye weşandin, hejmara dawîn(19), di hizêrana 2006 an de derketiye, hej berdewam e.
   Hem jî hin rojnameyên mehane û du mehane hene, mirov dikarê navê van rojnameyan bi nav bike:
Newroz: Hejmara pêşîn ji vê rojnameyê di sala 1995 an de derketiye, hejmara dawîn 68/69 di bihara 2006 an de derketiye
Deng: Hejmara pêşîn ji vê rojnameyê di sala 1995 an de derketiye.
Rewşenbîr: Rojnameyeke toreyî bû, hejmara pêşîn di sala 1995 an de derket, hejmara dawîn5 di sala 1997 an de, û nema derket.
Delav: Ev jî rojnameyeke edebî bû, hejmara pêşîn di sla 1995 an de derket, hejmara dawîn 2 di sala 1996 an de, û nema derket.
Xwendevan: Wek kovareke qutabiyan bû, di nav qutabiyên Zankoya Şam û Helebê de belav dibû. Niv kurdî û nîv erebî bû. Hejmara dawîn 13 di sala 2001 ê de hat weşandin, û nema derket.
Di gel ku gelek kovar û rojnameyên bi zimanê erebî hene wek: Dengê Kurd, Demokratî, Sosyalîst, Yekîtî, Hevgirtin, Hiwar, Mûseqif Elteqedimî, Edeb Elqediye, Ecras û Hwd.
Ziman: hejmara 14 an, di nav destên min de ye. Ev belavok ji rex (Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî) ve tê weşamdin. Bi xwendina vê belavokê re, ez li berî 15 salên derbasbûyî vegeriyam, ew salên ku bibûn wek biharekê ji çapemeniya kurdî re li Binxetê..
   Di wan salan de, her çend mehan kovare  xurû bi zimanê kurdî, dihat weşandin û bi weşandina wan kovaran re, geşbûn bi zimanê kurdî re çêdibû û pêşdiket..Ta ku hina ji wan kesên ku bi erebî dinivîsandin, berê xwe dane nivîsandina bi zimanê kurdî...Û wiha vê rewşê çend salan berdewam kir...Ta ku di sala 1996an de, Hevgirtina ku ji çend rêxistinên kurdî pêk dihat, biryar stand ku her rêxistinek ji wan rêxistinên ku di Hevgirtinê de ne, kovara xwe a bi kurdî rawestîne û tevlî kovara BIHAR bibe Wek: wek kovara: Gulistan, Gelawêj, Xunav, Stêr û Zanîn... (Vê paşiyê hin rêxistinan xwe ji vê biryarê dane alî û careke din kovarên xwe weşandin, li wan kovarên ku hatin weşamdin: Gulistan û Gelawêj... lê yên din, êdî nema derketin.. Paşê kovara Bihar jî nema derket..) Ji we hingê ve hin qelsî û lawazî ket nav rojnamegeriya me de û hin bi hin nivîsandina bi zimanê me bi paşde vegeriya...
   Lê, bi hatina sedsaliya jidayikbûna Seydayê Cegerxwîn, di sala 2003 an de, û bisaya (Komîta Zimanê Kurdî) û belavoka wê(Ziman), ji rex mamoste Derwêşê Xalib ve, careke din, hin geşbûn li zimanê kurdî vegeriya..Û wiha her meh bi dehan xort û keç dîplomên zimanê kurdî werdigirin...Ev yek xweş belû û diyare di nivîsandinên şagirtan de, di nav rûpelên belavoka Ziman de.
   Ev komît û belavok hêjane spasiyeke gerim, û şagirtên ku xwe fêr dikin, hêjane ku mirov ji wan re bibêje:Aferîn û biravo..
Li rexekî din, mirov xwe di mixabiniyê de dibîne, dema ku di van çend mehên dawîn de kovarên nav bi kurdî û naverok bi erebî dibîne..!! Ev yek jî cihê pirsê ye..?!
 
   Hêjaye gotinê ku ev kovar û rojname tev bi dizî têne weşandin..Û kovarekê ji van kovaran cihê kovara HAWAR ê negirtiye, ne bi naveroka xwe û ne bi derhênana xwe..
lê mixabin ku van kovaran tevan nikarîbû di weşandina xwe de berdewam bikin, nikarîbûn wê valahiyê dagrin û wêjeya Kurdî li Cizîra Binxetê bighînin asteke bilindû wek ku tê xwestin..
   Di destpêka sala 1980 an de, karwanên rewşenbîrî ji Kurdistana bakur û başûr, ji ber zilm, zor û sitemkariyê, xwe berdan nav kurdên Sûriyê. Bi hatina wan re qûnaxeke din, roleke taybet di hola wêjeya Kurdî de li Cizîra Binxetê hat danîn. Hingê gelek ji qatên eknteketul û enteljinisya Kurdî, xwediyên xwendina bilin ji zankoyên Şam û Helebê, xwe berz û eşkere kirin, û wiha wêjeya Kurdî ji nû ve vejiya û geş bû. Û bi rengekî taybet piştî vegera rewşenbîrên ku li dervî welat di xwendin. Hin ji wan bi livandinek rewşenbîrî rabûn û berî her tişt dest bi hînkirina zimanê kurdî kirin.
 Di serê wan de Rezo yê Osê û Zagrosê Haco yên ku bi weşandina kovara ( Stêr )ê rabûn. Hingê helbestvan, nivîskar û rewşenbîr şad û bextiyar bûn bi vebûna dergehekî nû li ber wan. Tev li dora ( Stêr ) ê civiyan.. Bi saya vê civandinê hêz û navtêdan bi xort û keçan re çêbû, û wiha Rezo Osê û Zagros Haco korsên zimanê Kurdî vekirin û bi dehên neferan fêrî zimanê kurdî bûn. ... ji aliyekî din ve kovara ( Pêşeng ) bi zimanê Kurdî û rojnameya ( Gel ) bi zimanê Erebî ji rex şehîdê nemir mamoste Samî Abdulrehman ve hatin weşandin. Bi vê kovar û rojnameyê re jî, navtêdan bi xort û keçan re hat dan û xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî bi wan şêrîn bû, û wiha serwextî gelek goşeyên rewşenbîriya Kurdî bûn.
   Ji rexekî din ve, em dikarin bibêjin, ku bi hatina rewşenbîrên Kurd ji komara Ermenistanê – Sovyata berê –rolek wam jî hebû. Ew helbestvan û nivîskarên Kurd yên ku ji Ermenistanê hatin Cizîrê rolek baş lîstin di şiyarkirina rewşenbîrên Cizîrê de. Ew hay kirin ku çavên wan li pêmayên bav û kalên wan be, li kultur û folklorên wan be û şîreta wan ya herî buha û zêrîn ku guhdariyê li zimanê Kurdî bikin, ji wan : Dr. Celîlî Celîl, Ordîxan Celîl, Tosinê Reşîd, Eskerê Boyîk, Şeref Aşîriyan û Elî yê Ebdirehman û gelekên din .
Romannivîs Bavê Nazê rolek wî jî hebû, bi rêka çîrok û romanên wî û bi taybetî romana ( Çiyayên Bi Xwînê Avdayî ) .. Bê gûman em nikarin rola stiranên hunermend Şivan Perwer yên netewî û Kurdperwerî ji bîrbikin .
Lê di sala / 1984 / ê de mirina Seydayê nemir Cegerxwîn birînek kûr di dilên rewşenbîrên Kurdan de vekir. Lê birîna rewşenbîrên Cizîra Binxetê ji ya tevan xedar û dijwartir bû, bi hezaran xort, keç, kal, jin, mêr û zarok di kolan û sikakên Qamişlo de, wek lehiyê bi termê wî re herikîn, akama vê serboriyê cihekî kûr di derûna rewşenbîrên Binxetê de  kola. Piştî ku xort û keçên Binxetê nirx û qedrê Cegerxwîn dîtin û piştî ku her sal bîranaîna wî ya salane hat li darxistin, hingê bi xwe hisiyan û bi dilkî gerim li pênûsên xwe vegeriyan.
  Belê serborîya herî reş û mezin ku giyanê her Kurdekî qelaşt û derûna wî hejand, erê her Kurdek li seranserî dinyayê, bê cudaahî, birîna Enfalên deng pîs û kujtara Helepça şehîd bû di sala / 1988 / ê de. Di vê salê de rewşenbîrên Kurd li Cizîrê ev êş û birîn kirin bumbeyên ber teqandinê, bi rêka pênûs û peyvên dijwar... Dest bi şevbuhêrkên bîranîna Helebçe û Enfalan kirin, helbest hûnandin, hevdîtinên rewşenbîrî li darxistin, û bi werekbûn, zilm, zor û setemkariya dijmin, bi rêka dengên xwe protesto kirin...
Hem jî weşandina kovar û rojnameyên serbixwe û yên partiyên siyasî bû alîkar ji van dengan re û ji geşbûna rewşenbîriya Kurdî re.
Piştî serhildana melyonî ya pîroz li Kurdistana başûr di sala 1991ê de, wêjeya Kurdî li Cizîrê derbasî qûnaxekê nû û ewarte bû, qûnaxeke ku ji hemû qûnaxên berê bi akamtir, hêztir û navtêdantir û rê li ber nivîskarên cidî vebû.
 Ji sala 1990 û bi virde, hinekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî hat girtin. Di wan salan de gelek dîwan, kovar, pirtûk hatin weşandin, ew jî bi dizî û heger bi hatina girtin cezayê wê mezin bû, lê ji berî çend salan ve, nexasim piştî yasayên çapemeniyê di sûriyê de derket, ew rêka çûk jî ji ber me hat girtin, tevî ku di wan salan de me li Şamê çapdikir û me li ser datanî li Beyrûtê çap bûye,  xwediyên çapxaneyan jî gelek pere ji me distandin, bi behana ku ew tiştekî qedexe ji me re dike..
Vêca em ji neçarî çavê xwe berdidin kurdistana başûr û dervî welat (Eurûpa û Stenbolê), ku em li wîr berhemên xwe çap bikin, he m ji ber qedexbûna ziman û hem ji ber buhayê çapkirinê...
Lê mixabin ji serhildana 12 azra 2004 an û virde, rewş hat guhertin û wiha ta roja iro.

Ji Dibistan û Alfabêyên Pêşîn di nav Kurdên Binxetê de:

Civata alîkarî ji bona belengazên Kurdan li Cizîrê:

Ev komele di sala 1931ê de li Şamê hatiye damezirandin, yek ji hîmdarên wê yên sereke Mîr Celadet Bedirxan bû û wî bi xwe nîzmnama bingehîn û hûndirîn jê re danî û di sala 1932an de bi kurdî û fransî û erebî çapkir.
 Dibistana Şamê:
Di salên 1930î de di ber weşandina kovara Hawarê de, Mîr Celadet Bedirxan dibistanek li Şamê vekiribû bi navê dibistana (Kurdistan). Ev dibistan li taxa Kurdan bû, nêzîkî mala Xalid Bekdaş. Hêjayî gotinê ye ku wê hingê bi saya Mîr Celadet çend dersexane û dibistan li Cizîrê jî vebûn wek: Tilşiîrê, Talikê, Qeremanê û Endîwerê.*
Dibistana Osman Sebrî:
Di sala 1938an de de xwe dûrî komela Xwêbûnê kir, bi çend kesên din re komelek bi navê ( Yekîtiya Xortan ) li bajarê Şamê damezirandin û vê dawiyê û nivîsandina zimanê Kurdî kirin . xwe tevlî ( Nadî Selah Eldîn Elseqafî ) û navê xwe guhertin kirin   ( Nadî Kurdistan ), hingê bi dehan keç û xort li Şamê fêrî xwendin. Û ji sala 1971 ê û virde, hikûmetê  nasnameya /vatandaslik/ jê standin û wek biyanekî lê nerîn û herdem û gav di bin çavnêriya karbidestan de bû, tevî ku rêka Eropa li ber vekirî bû lê destê wî ji welatiyên wî ne dibûn û her dem digot: ( Ez ji nav welatiyên xwe na livim, ya ku Kurdistan û ya goristan ), di vê demê de careke din ji nû dest bi hînbûna û fêrkirina zimanê Kurdî kir û bi dehan xort û keçên Kurdan li Şamê Taxa Kurdan fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî latînî kirin .**
Dibistana Beyrûtê:
Ev dibistan di sala 1943an de ji rex Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ve li Beytrûtê ji bo fêrbûna zimane kurdî ji mişextî û sirgûnkiriyên li Libnanê hatiye vekirin.
Û di vê navê re çend Alfabêyên kurdî latînî jî hatine çap û belav kirin wek:
- Mîr Celadet Bedirxan, di sala 1932 an de.
- Ekremê Cemîl Paşa, di sala 1938 an de.
- Dr. Kamîran Bedirxan di sala 1943 an de li Beyrûtê û di sala 1968 an de, careke din Partî li Şamê çap kir.
- Osman Sebrî, di sala 1955 an de.
- Osman Sebrî, careke din alfabêya xwe, bi navê Alfabêya tekûz çap kir, di sala 1982 an de.
Di van çend salên dawîn de gelek alfabêyên din hatine çap û belav kirin..û tev bi dizî ne..
Bê gûman rola van hîmenan tevan bi hev re, pir mezin û qube ye, di parastin û  perwedeya zimanê kurdî de, sebaretî kurdên Binxetê.

ÇAVKANî:
* - Konê Reş: Civata alîkarî ji bona belengazên Kurdan li Cizîrê, dibistana Şamê û dibistana Beyrûtê, li gotarê min yê bi navê: (Komele, dibistan, kovar û rojnameyên ku Bedirxaniyan damezirandine û beşdarî wan bûne), vegere. Ev gotar di gelek malperên Kurdan de belav bûye...  
** - Konê Reş: Apo Osman Sebrî (1905-1993), Beyrût 1997, Rûpelê 19 û 28
- Tev hejmarên rojnameya Kurdisran, ji bilî hejmara 19 an.
- Tev hejmarên kovara Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêr.
- Tev hejmarên kovarên kurdên Binxetê: Gulistan, Gelawêj, Stêr, Xunav, Gurzek Gul, Zanîn, Pirs..Hwd

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark