Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hemī adaran hūn min hižyar kin !

 


Nizar Yosif

Hinermendê ku li ser têlên netewê û derd û xwestekên mirovayî lehîstî, bûyî dengê hejar û perîžanên vî welatî. Bi alava xwe ya hinerî, kariye evîneke li hevhatî di navbera herduyan de (netew û mirov) bihone. Bûye pêžengek sereke, kanî û robarên hestên germ li hev gihandine, di gotin û awazan de, di stirana bi bandor de civandin. Belê babê Felek te žiya bi hostayî û bi zanistiyek hinerî , guhdaran li pêy vê peyama xwe ya netewî û biromet bi kêžîne.


Bi kurtasî te žiya moreke dîrokî çêbikê, û imza xwe ya bi rêz li eniya vî welatî bidê.  
Lewma elan( Armanc)çendî tête livandin , bizav di berde tête kirin, di heman demê de stiranên te têne ser zimanan û navê te tête meydanê. Tu mîna dermanê birînayî, hêminkirina janên îro di mijarên stiranên te de têne dîtin û bihîstinî.  Stiranên te aramiyê didin cegerên birîndar,sebrê didin dilžikestiyan,û xewê dikin çavên koçber û mižetan de.
Babê Felek ( Bengiyê gulê ) ne emin yên ku te ji xewê hižyar bikin, bang û hawar û feryadên te, girî û lorandinên te. Bizava wê jiyana asteng ya ku te ji xwe re pejirandî û qîma xwe pê anî, bê mefayên kesayetî, te diyarî doza vî welatê xopan û ji hevketî kir. Ew giyanê giran biha di adaran de, bi žîn û žahiyan ji bo me hemiyan di sitrand û hêvên dikir.
Di wan mercên tengav û bê derfet de, te xwe kirye delîvek ronak,goriyek yê wê xewa giran. Bi erkên hinerî li dijî pencê wê rabû, û gelê xwe hayedarî jiyana bi romet dikir. Tu yek ji melevanên derya dêm bî, ku Gemî ji tariyê ber bi roniyê ve di kêžand. Di xwest bi werîsê kêžê, gelê xwe ji binê bîra xeman bînê der, lê mixabin ew bi xwe, ji bê çareyê di bû mêvanê derya xeman û di cû binî.
Hewldana hilgirtina barê peymanên dijmin, û veqetandinên sînoran û derdên 40 Million kes dikir. Bi wan giraniyan ve ser milan rakir, dîse jî qurban û rêncberê gel di bin de netewya, erkê xwe yê hinerî bi cî anî , û bire serî.
Mihmed Žêxo di jiyanê de mirovekî xudan helwest bû, li gorî civaka gel û doza vî welatî biryar da, ew helwest ji xwe re girt û heta dawî li pê žopand.
Va ye îro adare biwêjên bangan, û kelegiriyên ku te ji hižyarbûnê re di kirin , ew hêza vežartî û hîviyên ku te bi gelê xwe re di dîtin, bi bizavê žoreža wan li dare bi hêz tête kirin, cenka ažîtî ji bo heyînê û serbestiyê.   
Bi bawerî xort û keç van roj û mihan dikin newrozên pîroz, bi azadî ava dikin.
Kesên comerd qevdên gulan tînin mêvaniya gora te, axê bi çîçekan rengîn dikin.  Ji agirê evîna te xuncê gulan berjêr dibin. Ji rondikên heskiriyan  kevirên kêlên te nerm dibin. 


09,03,2012    

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark