Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: ŞOREŞA SÛRIYÊ Û ASOYÊN LI BENDEWERÎ

 


SERNIVÎSA (DENG)

Şoreşa sûriyê meşîna xwe yê aştî berdewam dike, û di gel hunartineke mezin de berve armancên xwe niştimasnî, camewarî yên filaz dere, û her roj girdibe, tevî ku rijîm bi amîrê xwe yê leşkerî û ewlekarî riyeke tekane ji xwe re dibîne û dişopîne di danwistandinê xwe de bi astenga sûriyê re,..ta ku bêtir can û gana bibrçiqîne û kuştinê bike di nav kal û jin û zarokan de û qedexkirina rapervanan bi birînkirin û wîlkirin, û girtin tevlî kuştinê têla qedexkirinê bêtirdibe tivî ku hin piroj û têkdarên aştiyê li meydanê têne rêxistin,..


çi ji aliyê komdara erebîda be yan ji civaka navwelatîdabe,..û tevî ku astengên riyên wane digrin..hemî belke nîşandidin ku şoreşa azadiyê her dere ciyê xwe digre û millîkariyê destine..û herdere rijîma qirêj tazî û rût dibe.. Xuyadibe ku hemi koşêş ( herêmî, navwelatî ) hemi nîşandana çareseriyekê dikin ewaye ku rijîm kuştinê biskinîne, û leşkerê ji nav bajaran bikşîne, û hemi dîmenên çekdariyê tevlî tirsê rihabike..û parastina şarawniyan jî bike, û riyên ewlanî bi cihbike, yn jî giftoguheke çêbibe li ser pêdbûn û guhastina deselatê ji hêzên dijberîre..çimkî rijîmê bi xwe hewaldana kûtbûna xwe kirî..û mokirineke aşkere daxyankirî ku nikare serkêşiya welêt bike… Û li gor va tabloya siyasî ya han û dîmenên wê , û hin helwestên navwelatî de, û nemaze helwesta ( ros û çînê ve ) ya ku piştgiriya rijîmê dike, di riya bikaranîna ( mafê vîtoyê ) di encomana ewlekariyê de piraniya caran de,..ya ku dêle bêtir ku rijîm bi deselatê bi deslepan pê bigre û ev jî dêle ku girêkên astengiyê bêtirbibin,..û hîn bêtir ku dêle rîjîm bi axwede here, helwesta rijîma ( êranê ye ) yak u piştgiriya rijîmê dike bi hemî aliyan de ( aborî, çekdarî, leşkerî, raghandinî ),.lê hîn tiştê ku bêtir beloq dike ewe ku helwesta ( êranê û îsraîl ve ) bighîne hevdu di tenga piştgiriya rijîma xûnxar de, û hîn jî sistbûna helwesta rijîma turkiyê û hin welatên din jî, û hin gotindanên êmlikî ji rijîmê re ji aliyê hin hêzan de ya dibêje ku ( ti ketinên leşkerî di sûriyê de nîne )..
Tiştê li ber cav e ku rijîmê gelek sûde ji van helwestên han e dît, ji ber vê zora xwe bêtirkir, û kuştinê xelkê welatparêz zêdetirkir, bê hember û hendanî, lê rijîm çibike û ger cîhanî emî vêrabin ti carî nikare vîna şoreşê qelsbike, yan vemrîne, çimkî ev şoreşa han bû şoreşa hemî pêkbînan ( netewî, olî, siyasî ) yên lomdardibin li ser yek armanc û daxwazên niştimanî ve ya di poxte gotinekêde tê bangdan ( gêrkirina rijîmê ) bi hemi alavên xwe… Li ber va rewşê han,.. dijbera rêzanî riya xwe digre û dimeşe û têkîlî û çalakiyên xwe dike li her dever û astan û bergeyan de, û digave bi hemî şêweyan ku şoreşa azadiyê berdewam bike, û dikare û dixebite ta ku rêzê xwe bîne ser hev, ji ber vê em dibînin ku çi vexandin çêbibe di bin navê ku dijberiye bike yek ewwane bi xwe temena rijîmê dirêjtir dike, û ti sûde jê nine..çimkî rewş ji berê de ji hev hatiye der û zelal buye… 
Ji ber vê yekê ve hemi dijber vexane ku xwe bêtir xwe bi xort û şoreşê ve girê de, û tevliyê bibe di asta pirogam û armacan de..ji ber ku nîr hemiyan derbasdike, û li ti kesî jî nasekine, û ti dem nine li pêşiya me beyî li hev kirinê, û em şoreşa xwe bêtir girbikin û pêşda bibin… Û di aliyê kurdî de, hin nirînên erînî û xweş pêdadibin li ser daxwazên mafê kurdî û doze wê di riya ( venasînekê bi gelê kurd di destûra welêt de) ji layên şevengên dijberiya niştimanî de, û bêtir jî li hevkirineke filaz tê meydanê, û li gor nirîna me ev derberin erînîne di derheqa doza kurdî de  li gor piransîpên demoqratiyê, û belge û rîdarên navwelatî ya venasîna mafê çaranûs ji gelan re dike..û ev jî dêle ku bi geşbîn em li pêşeroja gelê xwe yê kurd binêrin, û belgeyeke aşkereye ji dirûstiya dijberê di derheqa gelê kurd de..û ev jî carekî din jî dêle ku civîna fere ya ( encûmana niştimanî ya kurdî ) di avsara bê de,. Hemî dozên han bîne ber çav, û xwe bêtir ntevlî şoreşê bike..  Herwisa, û li gor kerîdariya şoreşa sûriyê û ferebûna çîkêd wê, û piştgiriya rêzanî û gelêrî erebî û navwelatî ku her roj jêr e çêdibe, û hemi karên ku dibin, dêle ku û bê gûman rastiyekê bide xuyan ku rijîm her dere rût dibe ji derdorê xwe
, û hin pêvejokên ne li ber bal û çav wê pêda bibin, bi xîre û lezbûneke mezin, hemiyê sûdeya guhartinê bikin, û mizgîniyekê bi nêzkbûna berbangeke nuh, û bi pêşerojeke sozdar didin…
 
Ferhengoka gotarê:

-asteng (أزمة) –aste(الصعيد) –dîmen(مشهد) –millî(شرعي) –nîr(ظرف) –piransîp(مبدأ) –pêvajok(تطور) –piroje(مشروع) –poxte (خلاصة) –pêdbûn(تسليم) -raperîn(مظاهرة) –rîdar(دستور) –sûde(الفائدة) –şeveng(الطيف) –guhastin(نقل) –gotindan(تصريح) -hunartin(إصرار) –koşêş(الجهد) –lezbûn(الاستعجال) – wîlbûn(تشريد) –xîre(السرعة).

332012

Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark