Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Serhildana qamişlokê

 


 

Bavê rodî

Roja dozdihê avdarê * * * li bajarê min qamişlokê
Hatin kuştin xortê ciwan * * *  ne jiber listikê nejber gokê
Ji qehrê wê roniya geş * * *  ya rehnî dabû li dihokê
Tirsa wabû ji wê tirsê * * *  go şewqa xwe bidê qamişlokê


Pelkê wa tev linavhevketin * * *  berê xwe dane qamişlokê
Hincet û pîlan hazirkirin * * *  li meydana leystokê
Kurdê xafil û deste vala * * *  deryê meydanê li wan girtin
Bi emrê walî û leşgerê wî * * *  kurd tev gule baran kirin
Şehîd ketin xwortê ciwan * * *  heta derî ji war vekirin
Wekî şêra wek pilinga * * *  xortê me wxe hazir kirin
Agrê serhildanê geşkirin * * *  şehîd li ser mila kirin
Bihna azadiyê da pozê wa * * *  ala kurdî bilindkirin
Wek baranê wek teyrokê * * *  dijmin dibû weka gokê
Sûret û senem tev şikandin * * *  weka ba û bablîsokê
Rayê dijmin ji qurm hilkirin * * *  tirs bi wa ket wek pepûkê
Bi tilîliyê daykû  xwîşka * * *  dijmin ji ber me di reviya
Ji gundû bajarê kurda * * *  tev li qamişlo civiyan
Dêrik tirbespî û amûdê * * *  kobanê û ser kanî û afrînê
Şam û heleb û zor ava * * *  kurdê ewropa dane peyme
Dinya tev bi me hisiya * * *  dijmin bûne wek roviya
Qirêja sedê sala * * *   ji laşê xwe me weşiya
Xwîna şehîdê qamişlokê * * *  bihna miskê jê foriya
Me nivîsî li dîrokê * * *  serhildana qamişlokê       

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark