Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mamoste Rezoyê Osê! Me Bibexşîne

 


Konê Reş

  Wa dostê gerim wek germahiya Beriya Mêrdînê,  wek nêrgizên ku her bihar di newal, qelaç û hêrikên derdora Eyndîwerê û Cizîra Botan de dibişkivin, geş dibin û dikenin.. Wa zindiyê di bîranînên min de bilind, wek bilindahiya çiyayê Şingalê û Bagokê.. Rêkê bide min ku ez lêborînên xwe derbarî vê yadvegera te a du salî pêşkêş bikim.. Mijûlbûna me bi şoreşa sûriyê, lihevketina bajarên Beriya Mêrdînê, bilindkirina ala Kurdistanê li deverên kurdan, kuştina têkoşer Meşalê Temo, Dr. Şêrzadê Hecî Reşîd, Nusreddînê Birhik û leşkerên me yên ku her roj di artêşa sûriyê de têne kuştin, em gêj û sosretmayî kirine.. Gelek tişt ji bîra me birine û gelek tişt anîne bîra me..


  Jixwe ya herî xerab, di vê rewşa zor dijwar de, pirbûn û ne lihevhatina Partiyên me ye, du bendî û sê bendiya wa ye.. Berzurî Yezdan dibim, hêvî û lavan jê dikim ku raya serkêşên me bike yek û tev di bin yek kiryar û gotina çak de, xizmeta berjewendiyên kurdên rojava bikin.. Di vê derbarê de ev gotina Osman Sebrî xwe bi xurtî tine bîra min:(Tu caran miletek hemî weka hev nafikirin û her hindeka bawerî bi ramanekê heye, vêca gereke her kes azad be di bîr û baweriyên xwe da, çunkî kes bi zorê weka mirovî nafikirêt, ez bi ramana xwe û tu bi ramana xwe, lê em birayê hevin. Nabe em şerê hev bikin, ji ber ku em hemî ji bo rizgariya miletekî û welatekî dixebitin..) Osman Sebrî / Kovara Pêşeng, Hejmara 5 an/1984  
  Erê, piştî salekê ji şoreşa azadiyê û du salan ji oxirkirina te, bi hezarên kuştiyan, deh hezarên birîndaran û girtiyan, êş û janên ku gelê suriyê bi tevayî têre derbas dibe, em te bibîr tînin.. Bêguman êş, kul û derdên me kurdên rojava dubare ye.. Me xweş naskiriye ku, êşa welat ji tev êşan mezintir û xedartir e.. Wek ku çawa evîna welat mezin e wiha jî êşa wî mezin e..
  Belê mamoste Rezo, me bibexşîne! Em xweş bawerin ku Beriya Mêrdînê û Sinceqa Xelaf Axa du perçeyên ji bihiştê ne û gora te, li gundê te Dekşûrî, gundeke ji wan gundên ku di bihiştê de ye û tu zindî ye..
  Her adar kulîlkên nêrgizan, te û hevalên te ji Adariyan; Seydayê Tîrêj û Mihemed Şêxo bi bîra me ve tînin..
  Silav bo bîranîna we, ta ku dil bijene.. Hezkirina we ji hezkirina Beriya Mêrdînê ye.. Bêrîkirina we, bêrîkirina serketinên kurdên rojav ye. Bi hêviya ku serkêşên me bibin yek, di kiryarên xwe de ne şûrkêş bin, şûrdaweşîn bin.. Heyranên berjewendiyên gelê xwe bin, ne heyranên kesayetiya xwe bin..
  Bi soz, em we jibîr nakin, em ê li gor dilê we, di xizmeta gelê xwe de bin.. Ta ku em û we li wê dinya din, hev û din bibînin.. Em dikarin sozên xwe di hezkirina welat û welatiyên xwe de, dûrî berjewendiyên kesayetî pêk bînin.. Ji ber ku welat di ser her tiştî re ye û bervedêriya di ber mafê gel de, ji her tiştî pîroztir e.  Wek ku çawa ez zanim îro hûn di bihiştê de ne…
  Serketin bo şoreşa suriyê a aşîtyane, serketin bo tev netewên ku di suriyê de dijîn.. Pêşketin bo tev kesên azadîxwaz û demokrat di suriyê û cîhanê de.. Silav li heyva adarê bin; li te bin, li Seydayê Tîrêj û Mihemed Şêxo bin.. Silav li şûrdaweşênên peyva Kurdî a resen bin, yên ku van salên dawî çûne ber dilovaniya Xwedê; Omerê Lalê, Mele Nûriyê Hesarî, Mihemedê Mele Ehmed, Bêbihar, Rêwî, Keleş û Elîyê Tico.. Silav li Şêx Masûqê Xiznewî, Meşalê Temo, Dr. Şêrzadê Hecî Reşîd, Farûqê Îssa û Nusreddînê Birhik bin.. Silav li tev şehîdên azadiya welatê me bin.. Me bibexşîne mamoste Rezoyê Osê welatê me dikele.. Û min bibexşîne xwendevano, her yek li ser miriyên xwe digirî..
Not: Wek ku diyar e berî du salan, di roja (04.03.2010)de, mamostayê ziman û peyva Kurdî Rezoyê Osê li Qamişlo, di temenê 60 salî de, ji nav me barkiriye.
Konê Reş
Qamişlo, 02.03.2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark