Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Çîrokên vira -6-

 


Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Wela min ji diya Hisên pirsî? Xwedê xêrke ev çi bi te hatiye ev te xêre çiqas pozê te xware mirov dibêjê me nanek xwariye û te qetek xwariye....!?
Diya Hisin got: ma çi xêre û çi hal, îro serê mehekiye tu ji malaxwe derketî tu nabêjê ez xwedî malim xwedî zarokim ev zarok mirine mane birçîne, têrin tazîne ma tu bavê xelkêyî serê yekî bêşê zarokek ji ber yekî herê tê bi wan ve bibezê…!? Tu dizanê ji dih rojan ve dûvê mişk di mala mede sipî nabê.


Wele  min destê xwe bi serê wê de anî.. hûn di zanin dema ku mêr destê xwe bi serê xanima xwe de tînê. nexasim ku ji zûde ji mal derketibê û yekê weka bavê Hisên… wê çaxê xanim  hertiştî ji bîr dîkê û ya dî hûn di zanin ez bi xwe nabêjim hûn dibêjin hûn bi keyfa xwe ne. wele min jêre got: niha ev qas xeyda te ji ber vê yekêye…?
Diya Hisên got: ma ji vê mestir heye? ka ji min re bêje dema ku zarok birçîbin û tiştek nebê ku tu bi dê wan û ev zarokê hûr û nexasim salek weka îsal ne kar ne.… ha
Min got: ma çawe ji vê mestir nîne.?!
Diya Hisên got: ka çi jê mestir heye ku mirov werê mal û zarokê mirov ji nêza bigrîn û xwarin nebê mirov bidê wan…?
Min jêre got: ezê ji tere bêjim çi! Mestir heye ji birçî bûnê..

Diya Hisên got: deka bêje weka çi…!

Min got: meyzê ji vê xirabtir ewe ku mirov di Welatê xwe de biyan bê  û Welatê mirov li ber çavê mirov werê dizîn û miletê têde werê perçiqandin li ber çavê mirov û li ber çavê cîhanê û kes deyneke…!? Ev yek.

Ya dî dema ku  li ber çavê te û binavê kurdîtiyê miletê te were firotin û tu nikaribe tiştekî .. tu dizane bindestî ji her tiştî ne xweş tire bila mirov bê Ol be, bila mirov birçî ba bila mirov bê xanîbe lê bila Welatê mirov newê dizîn û mirov ne bin dest be.. diya Hisên bindestî pir ne xweşe. Tu dizanê ji kurahiya dîrokêve bi hezara kurê camêra xelkên mêrxas û bi nav û deng da ku bindest nebin xwe kuştine. Lê dêmek tu xweşiya Azadiyê nizanê. Lê ewjî raste ji ber te Azadî nedîtiye. Ji ber ku Azadîjî ne bi hêsanî tê...  leyse. Çîroka me ne eve emê werin ser çîroka xwe.
Min got: ka te arvanê xwe çikiriye, ezê ji tere herim êş tevlî ez neyê çûna êşim...
Diya Hisên got: ji dih rojan de min çêkiriye. Ê hûn di zanan min ne xiç xiçe û ne kiç kiçe ka ezê çawe herim êş. Wele ez kêlîkî mam ramiyam. Min di serê xwe de bir û anî. Wele min daxwe ez rabûm şipiya sekinîm, min destê xwekirin kêla xwe de û min bihnek ji kurahiya dilê xwe kişand û ez ji mal derketim. Min berê xweda bênderê gund..!?

Diya Hisên li pey min derket. Bakire min ka tê çibkê tê bi ku de herê..! Min deynekir ez çûm. Ez li wandera geram li vî alî li wî alî wele min mîrostanek ji binê pinek bereqran derxist û min anî li ber gihê malê girêda.. Bi serê we gotina neweyî di devê min re der nakeve. Çaxê ku min ew mîrostan anî li bergihê malê girêda.. Yabo jinikê xwe dîno mîno kir got: tu kenê xwe bi min dikê ev çiye te anî û bi tepa bi serê xwe ket..  Xwedê wekalê min û webê tunemabû ez jinikê li ser wê gêrikê berdim. Lê Xwedê stiran û bi kutekê û heftê belayî min ew razîkir. min gotiyê: ka bisekne keçko ezê ji tere bêjim. Weleh ezê ji tere bêjim. hûn di zanin min şeş meha li ber wê daye ta ku min ew jinik razîkiriye herdû çavê min û bavê min derketin.. Yabo ez ji were dibêjim ma ne çêtire ku ez herim devê xwe li ber cîranê xwe xwar bikim ta ku qantirê xwe bide min ezê herim êş û yan didê û yan nadê min. Çima ez arvanê xwe bê minetî bi mîrostanê nabin ne minet û ne tiştek mane ewjî Xwedê çêkiriye û qantirjî Xwedê çêkiriye… min ji diya Hisên re got: ma ji bîra te çûye wê salê dema ku mêvanê me hatin û te çû kevçiyê çayê yê tevdanê ji cîrana xwest.  Mane cîranê me ji tere gotin: îro sê roje kevçiyê me li bajêre û hîn nehatiye û dibin vê hicetê de nedane te û ji tere gotin wele beriya te mala cîranê me hatin birin. Ma rastbû ku kevçiyê çayê dabûn cîrana ma te dîtiye ku kes kevçiyê çayê ji cîrana xwestî leyse.. wele min têra  arvanê xwe bê minet avête ser pişta mîrostanê û ez di serdejî siwar bûm û min berê xwe da aşê xwe. Ez çûm lê ez çi bi bînim va bihtir ji bîst kesa wê li pêşiya min in. û hûn dizanin aş bi xwe yê avê ye ka yabo ezê çibkim. Ma min gotibû bila aşê avê çêbikin . Wele min barê xwe danî û min mîroya xwe bir bi tayek xernûfêve girêda û min hin genim danî ber û ez derbasî êş bûm. Min dî va yê aş van li wir rûniştiye û şebeşek li pêşiya wiye. Û nîzîkî bîst zilama li dora wîne û kêr bi kesîre nîne da ku şebeşê xwe bişkînin. Kêr buhane ne her kes dikarê kêra wergirê. kî dikarê kêra bi hewîne yê ku kêrek di mala wîde hebe wek teksîk li derê mala wî bê... Dûvre kêr qedexebûn zilamê ku kêr pêre bihata girtin Xwedê ji diya wî distand. ne kêmî bîst salan wê xwediyê kêrê winda bûba bê ku kes zanibê ew li kîjan zindanê ye û li cem kîjan dezgihiye û kesî ne diwêrî ku lê jî bipirsin û kêrjî dihat girtin. ji ber ku di wê demê de gotin: sîstem bi kêra dikevin û hêrifandin û kuştarê mezin bi kêra têne çêkirin. Milet ji navê kêra ditirsa. nexasim ji salên şêsta û virde. ji lewma piştî ku  sîstemê welat bi hemî renga bi destê xwe kir kêr qedexe kirin. Ma nayê bîra we dema ku Cemal Ebdilnasir bizin qedexekirin û kesî nema dikarî bizenekî ji zarokê xwe re xwedî bikê.  Ji lewma yê ku bizin xwedî kirban divîbû ew li zindanê be û bizina wî li mal be.. mane hûn dizan in ne yekê weka min ba ne dikarî kêra xwedî bike û kêr nema bûn ya min jî bi rastî ne kêr bû lê hema min jixwere ev nav lê kirbû çimkî kêra min Kevin bibû.  Û ya rehmetiyê birayê min bû.û wî ew kêr ji
Beyrûdê anîbû. Mane hûn dizanin çaxê ku leşkerê me li Beyrûdêbû çiqas malê
Libnaniya dizîn û çi anîn serê pîrekê wan…. Hina ji min re digot: ev nekêre şerme ku tu dibêjê min kêr heye ji ber ku ev malê diziyê ye û tim çavê xwedî lêye….  Wele min kêra xwe ji berîka xwe derxist û min da destê aşvên. Hûn dizanin kêra min hîn ya rehmetiyê kalikê min bû û kalikê min ew ji yekê Corcî sitandibû û dabû birayê min û yê Corcî jî carekî li ber min got: Lê di ezaya bavê min de min dî zilamê mezin di gotin: ev kêr ji nav Rosa hatiye hinê dî di gotin raste ev kêr ji ber may yê cenga qurme. Lê ma çi kêrbû Xwedê wekalê min û webê va ez ketim şêst salî hîn min kêrê weka wê nedîtine û dibê ku ez nebînim jî.......

Ta xelekek dî bi mînin di xweşiyê de


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark