Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: HELWEST Ū NŹRĪNŹN FACEBOOKĪ YŹN RENGĪN (1)

 


Imer Kalo

Pêžniyara Žahînê Soreklî ji bo nivîsandina di Facebook ê de
Nivîkarê kurd Žahînê Bekirê Soreklî li kurdên ku bi zimanê `erebî di Facebook ê de dinivisînin pêžniyar dike, ku wergera navnîžana mijara xwe bi zimanê kurdî jî li rex zimanê `erebî binivisînin, ji bo dostên ku bi zimanê `erebî nizanin; têbighin ku mijara bi zimanê `erebî li ser çiye!. Min ji aliyê xwe de rêza wê pêžniyarê girt û pejirand û êdî wek žiroveyê li bin têbînî û nivîsên xwe wergera navnîžana mijrê bi kurdî jî dinivisînim.


Durûtiya Erdoxan û hovîtiya rêjîma Turkiyê  
Serokwezîrê rêjîma Turkiyê Receb Teyib Erdoxan, li alîkî zilm û zor û kužtinê di mafê miletê kurd de li bakur û bažûrê Kurdistanê bi hêrs berdewam dike û mafên bi milyonan ji miletê kurd binpê dike, li alîkî din jî hêsran bê sînor li ser zora ku li miletê Sûriyê dibe û birçiyên Somalê dibarîne!?. Wê çawa bawerî bi Erdoxan û rêjîma Turkiyê bibe, ku lepên wan di nav xwîna zarokên kurdan de ne û hîn kiryarên wan yên hovane di mafê kurdan de berdewamin!?.

Cejna miletê Sûriyê têkçûna rêjîmê ye   
Li Sûriyê di roja cejna Rojiyê de jî zilm û zor û kužtina milet berdewame, cejn bûye cejna žîn û sersaxiyan, ji tivingên rêjîma Be`is ya zordest û kužtinkar re xem nake ku kužtina milet di çi rojê de be, ew tenê mayîn û erkên xwe yên nižtimanî di zilm û zor û kužtina miletê Sûriyê de dibîne, mixabin hîn nizane û tênegihižtiye ku ti hêz nikarin li hember vîna gelêrî berdewam bikin û pêžeroja zordestan têkçûne û ya žorežgeran jî cejna azadiyê û serkeftine.

Kurd li Sûriyê li benda çi derfetê ne?.  
Žež meh žorež û miletê kurd li Sûriyê bi civîn û nakokî û axaftin û daxuyaniyan de mijûle, pêž žorežê (15-3-2011) kurdan xwe wek lehengên Sûriyê didîtin û digotin ku nîrên welêt û herêmê ji bo xebata miletê kurd li Sûriyê ne alîkarin, lê ji vê derfetê bažtir û mezintir kurd li benda çine ku biryara xwe bikin yek û dakevin kolanê û bi kêmanî doza mafên xwe wek miletekî bindest bikin? Bi vê beždariya fedok wê pirsa kurdî li Sûriyê wek berê û bêpar bimîne.

Miž`el Temo  
Silav û hêsir Miž`elê min, žehîdê azadiyê û dilan, ji min re bêje li kê bikim gazin û nazan, aso û dil û hêviya žikekstiyan, te ji kê re hîžtin azadî û ciwanan, qebqeba te zordest hejandin, dîwarênên tirsê te bi tev de hilwežandin, wê žoreža te hertim bimeže, bi hêsirên min re wê bimeže, ne kužtin û mirin û zindan, tu wê tim bimînî zindî giyan. Mižel Temo qet di bîrweriya gelê kurd û Sûriyê de namire û ji bîr nabe, wê herdem zindî bimîne. Bê sînor maç û silav Miž`el Temo.

Li Sûriyê sersala "2012" bi xemgînî derbas bû  
Li Sûriyê tenê pîrozbahî û rêzgirtin ji hêsrên malbatên žehîd û girtiyên žoreža azadiyê re ye, pîrozbahî ji giyanê žehîdê mezin Mižel Temo re ye, pîrozbahî ji vîna polatîn ya lehengên žorežger yên nirxbilind re ye. Bi hêviya ku di rojên pir pir nêzîk de xwînrijandina miletê Sûriyê rawest û rêjîma kujer û xwînrij têkhere û pîrozbahiya we bi serkeftina žoreža Sûriyê û mizgîniya azadiyê bikim. Her kêlîk û dem û roja žoreža Sûriyê pîroz û serkeftî be.

Kužtina Dr. Žêrzad Režîd karekî hovane û terorîstiye  
Revandin û kužtina Dr. Žêrzad Režîd di roja 9-2-2012 an de li bajarê Helebê, kiryareke ne ye mirovane û terorîstiye, ew tenê di xizmeta rêjîma xwînrij û kužtinkar û dijminên miletê kurd de ye, Žêrzad pižtî žehîdbûna xwe jî û bi giyanê xwe wê xizmeta žoreža milet û welatê xwe yê Sûriyê û netewa xwe ya kurd bike, herweha wê wek lehengekî di wijdana miletê xwe de bi ciwanmêriyê were nirxandin û ji bîr nabe, žehîd Žêrzad Režîd namire.   

Bavê `Elî, hunermendê kurd `Elî Tico ji bîr nabe  
Duh (16-2-2012) tenbûrvan û dengbêjê kurd `Elî Tico (Bavê Elî) jî ji nav me barkir, ew di sala 1930 î de li herêma Efrînê ji dayîk bibû, bi stranên xwe di nav gelê kurd de li kurdistana Sûriyê xwedî cemawerekî mezin û navdar bû, rojên xwe di salên dawiya jiyana xwe de gelekî bi dijwarî derbas dikirin, wê stranên wî di bîrweriya gelê kurd de zindî bimînin, sed rehme li giyanê wî be û cihê wî rihet û buhižt be.    

Wê kurd li Kurdistana Sûriyê bibin yek?.  
Dema ku em her yek ji kurdên kuristana Sûriyê devê xwe vedikin, dibêjin yekîtî ji bo me zor pêwiste, lê ya rast em li sedemên qutbûn û perçebûnê nagerin û pir wê meraqê nakin ku ji bo çi yekîtî girîng û pwiste? Slogana "Bijî Yekîtiya Gelê Kurd" pir bedew û nirxbilinde, lê mixabin hîn çê nebûye ew yekîtî, ger ku çê bibe jî em dikarin di roja îro de pê çi bikin? Divê her roj em ji xwe bipirsin ku hižmendiya me li gor pîvanên demê û guhertinê ne an na?.  

Zimanê kurdî nasnama me ya netewî ye  
Di vê rojê 21 Žibatê de, roja zimanê zikmakî li cîhanê, dîsa hat bîra me bidûrketina miletê me yê kurd li Kurdistana Sûriyê ji zimanê xwe yê zikmakîn, bi taybetî pižtî ku žoreža Sûriyê di 15-3-2011 an de destpêkir, kurdên ku bi kurdî dixwendin û dinivîsandin jî hinekî berê xwe dane zimanê erebî, sedem jî ewe ku kar jê re nabe û mixabin nivîsên bi zimanê kurdî pir kêm li Kurdistana Sûriyê têne xwendin. Zimanê me yê kurdî hebûn û nasnama me ya netewî ye.    

21-2-2012

facebook.com/imerkalo
imerkalo@yahoo.com

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark