Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Li kujerê Þêrzad digerim*

 


Heyder Omer
Heyder52@hotmail.de

                             Diyarî ji bo giyanê Þêrzad; kulîka ciwanan

Sala 1991ê min di helbestekê de got:
Kurdo! Bi kurdî rabe û daniþ bi kurdî. Bi kurdî buxwe û vexwe bi kurdî. Bi kurdî govendê girêde û biken kurdî, ne tenê her tim tu digrî bi kurdî.
Ji wê rojê de, ez li xwe digerim, li te digerim, li wê û wî digerim, li wan digerim. Ne min xwe dît, ne hûn û ne ew. Tenê min rondikên kurdî û refê tîtiyan dîtin.


Ji sala 1965ê heya sala 2012ê, min ne pirtûkek û ne defterek hêþt, ne kovarek û ne rojnameyek hêþt, ne pênûsek û ne elfebayek hêþt, li kujerê Þêrzad; kulîlka ciwanan digerim. Min xwe û hûn û 32 patrî dîtin.
Ji wê hîngê de, min ne helbestvanek û ne nivîsevanek hêþt, ne nezanek û ne zanayek hêþt, ne rewþenbîrek û ne fîlozofek hêþt, ne þagirtek û ne maosteyek hêþt, ne bervedêrek û ne bijîjkek hêþt, li kujerê Þêrzad; kulîlka ciwanan digerim. Min xwe û hûn û 32 partî dîtin.
Ji wê hîngê de, min ne dengbêjek û ne sergovendek hêþt, ne bilûrvanek ne tenbûrvanek hêþt, ne gundiyek ne bajariyek hêþk, ne cotkarek ne karkerek hêþt, li kujerê Þêrzad; kulîlka ciwanan digerim. Min xwe û hûn û 32 partî dîtin.
Ji wê hîngê de, min ne olek û ne ayînek hêþt, ne mezhebek û ne têorek hêþt, ne dostek û ne  dijminek hêþt, li kujerê Þêrzad; kulîlka ciwanan digerim. Min xwe û hûn û 32 partî dîtin.
Ji wê hîngê de, min ne keçek û ne xortek hêþt, ne mêrek û ne jinek hêþt, ne biçûkek û mezinek hêþt, ne kalek û ne pîrejinek, hêþt, li kujerê Þêrzad; kulîlka ciwanan digerim. Min xwe û hûn û 32 partî dîtin.
Ji wê hîngê de, Ji çemê Dicle û ji Eyndîwarê heya çemê Êfrîn Çiyayê Kurmênc, min ne girek hêþk, ne deþtek hêþt, ne pesarek û ne dagerînek hêþt, ne baxek û daristanek hêþt, ne gundek û ne bajarek hêþt, ne kolanek û ne berqefek hêþt, ne þikeftek û ne serayek hêþt, li kujerê Þêrzad; kulîlka ciwanan digerim. Min xwe û hûn û 32 partî dîtin.                               
                 Langenhagen/Elmanya, 18. 02. 2012
                          *******            ****          *******
·        Þêrzad. Ew xorte, ku navê wî Dr. Þêrzad Hacî Reþîd e, ji gundê Elemdara, Çiyayê Kurmênc e. Roja 09. 02. 2012 bi destê sûxurên rijîma Sûriyê hate revandin û kuþtin, û roja din 10. 02. 2012 cendekê wî radestî malbata wî bû.
·        Ev deq roja 19. 02. 2012 di rêwresmên behiya Þêrzad de, li bajarê Herne/Elmanya, hate xwendin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark