Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvînek gişgîrî bi parêzger Redîf Mistefa re

 

Hevpeyvîn : Ali hac Husên
 Wergerandina ji erebî : Narîn Oso
 
 Parêzer Redîf mistefa, yek ji parêzerên sûrî yên bi nav û deng, dilbazin bi pariyê nanê malbatên xwe û bê bihane bervedaniya di ber nerîna bilî xwe dikin, yên di zindanên Bees de.
 Bê xanî ye, tenê serfiraze bi yasenerîna xwe ya zelal dike, bê gûman eve sedemên xwestin û vepirsêna esayişan ne. di hevpeyvînê de em rastî nerîneke mêrxas dibin ku rastiya dadiya rijîma  ne dad dike û riya Beesê xweser hildikşîne û ew yê di nav gulên Beesiyan rûniştî ye û li hawir dora wî jî esayiş û xinizên wanin.


Parêzer Redîf dibêje:

• Heke şalyarê hûndir rastbe, bila girtîngehên sûrî li ber rêxistinên navnetewî veke.
• Girtîngehî nema sûrî tête hiltên û bila kelîj bizanibe ku tirêna demê jê buhirtiye.
• Ji kurdan tête xwestin ku rewşa derdora sûrî binasin.
• Divêt em dijî armanckirina sivîlan bin, çi Libnanî, çi jî Isra'îlî bin.
• Em hirmetê ji yasa re dikin û doz li kelîjê ku lixwekirtina xwe bide xuyakirin.
• Em mewdaniya derve dipijirînin, gava bê merc û ji komelên ne xuhermenda bin.
• Têkiliya bi Israîl ve ne astengiyek mezine û belkî alîkare be di rizgarkirina Colan be.
• Qehpetî û bazirganiya koletiya gewir, diyarokek pir terkezeye û girêdaye bi xizanî û setemê û divêt were aşkerekirin.
• Li dor nîv melyon kurd regezname ji dest wan çûye û civaka navnetewî berpirsiyare li himber wan.
• Belkî mirov dikare astengiya xwe bi bertîlan çareser bike, lê pirsgirêka welatekî wê çawa çareser bibe, di belabûna bertîlan di dadwerê de.
• Yasayên sûriyê hemwelatiyan dabeş dike, bi bingeha kurê xatûn û kurê kolan.
• Ji 43ê salan yasayên awarte berdewamin.
• Dewlet ne ji tevan reye û ez alîkarim ji qûrbanên kelîjê û rewşa kurdî serekî ye.
• Çalakvanên mafên mirovan, ne dengbêjin an dansvanin.
• Tu serpêhatiyek dimoqrat di sûrî de nîne, bilî di salên pêncî de.
• Çavdêriyek temam heye ji xebata me re û astengî pirin.
• Destûra sûrî mafên kêmnetewên windakiriye û ola misilman kirye merc ji serokatiyê re, ji ber bi mejiyê Beesiyan hatiye nivîsindin.
• Mejiyê heye, mejiyekî parastinî ye, tenê wêrankirin serencama wê ye.
• Em bawerin di hevpariya hemû sûriyan di kelîj û sermiyaniyê de.
• Partiyên hevrikî, mejiyê Beesiyan wergirtiye û komelên mafnasî weke ciwanên şoreşê û pêşengên Bees berhem dan.
• Tu sedem nîne ji berdewamiya yasayên awarte.
• Ez kêfxweşim bi bestanê derve û hûndir li ser rijîmê.
• Em guhertina destûr Bees û xala heştan dixwazin.
• Hevpeymana erebî, pêşesaziya xuhermendaye û mafên ereban kêm dike.
• Em çar kes bi lêdan, xistin bagaca taksî, eve navdarî.
• Em kurd şadin bi herivandina Sedam xwedanê komara tirsê.
• Hin ji çalakvanên ancûmanan bi berxwedana Iraqê û bi simbola netewa erebî re ne.
• Helwesta hevalên ancûmanan ne zelale li ser kêşa kurdî.
• Nakokî kesayetîbû û Akthem tawanan belav dike.
• Em ne komelek mafên mirov kurdî ne, lê belê komelek kurdî ji mafên mirovan re ne.
• Piraniya komelên mafnas yên erebî, weke partiyên xwe ne .
• Astengiya rêxistinên mafnas yên sûrî di kesayetî ye deye.
• Hin çalakvan bûne navênçî ji kelîjê re.
• Komelên girêdayî bi partiyan bi sernakefin.
• Mixabin hin partî, komelan berhem dikin, weke partiya _Bees .
• Dibêjin başe mirov bimre di ber welatê xwe de, lê ez dibêjim başe mirov bijî di ber welatê xwe de.
• Ne beşdarbûna rêxistinên erebî di çalakiyên kurdan, rastqînê û rewabûna wan kêm dike.
• Çar kesayetên berevedaniyê di ber mafên mirovan dikin, Anwer Albunî û Rezan Zeytûnê û Danyêl Sewod û Xelîl Metûq .

Eve tekista hevpeyvînê ye

P1- gava Akthem Niêsê dev ji kar berda, te pê girt û komel parçebû û piştre te dev jê berda, gelo helwesta te kesayetî bû an mafnasîbû an te dît Akthem rastbû di destpêkê de û piştre rastî ji te ve xuyabû, lewma tu vegerya û têkiliya xwe bi Danyêl xurtkir.
B - nakokiya min bi komelan destpêkir ji dema şerê Emrîka li ser Iraqê û xuristiyê ku em kurd dilşadbin bi hervifandina Sedam xwedanê komara tirsê û tirbên koman û hin heval li ser berxwedanê di Iraqê de û simbola erebî di axifin, lê binkoka nakokiyê hate holê di komcivînên Helebê, gava ez nûnerê komelan bûm, hingî helwesta hevalan nediyarbû li ser kêşa kurdî de, helbet min navdariya gel xwest û min li ser nivîsand, lê belî hevalên me di komelan de navdariya gel ji kurdan re nepijirandin û ez bawerim ev babet dûrketineke ji hevpeyman û sozên navnetewî ya ku pêwîste komelên mafên mirovan baweriyê pê bînin, weke di peymana navnetewî ya mafên sivîl û sêyasî hatiye, nemaze xala yekem ya girêdaye bi mafê çarenûs ji gelan re, tev ku şiyan hebû ku em bêjin em bi hilbijêra gelê kurd re ne li gor yekîtiya netewî, wisa di wê demê de Akthem dev ji kar berda û hevalên me ew pijirandina û min dixwest em derfetê bidin û diyarbû ku bûyer di nav du,sê kesan de bû, ji ber ez yek ji berpirsên komelan bûm, lê ne haydarbûm, lewma jî gava nakokî bû kesayetî û Akthem dest bi belavkirina tawanbariyan, helwesta min hate guhertin û ez ji komela vekişiyam û bixebitim ji bo damezirandina komelek nûjin ku kêmasiyên wê kêmtir be.

P2- gelo girêdana netewî bi mafên mirovan di welatek pirnetewe de raste.
B
- bi giştî girêdana agara netewî bi mafên mirovan ne raste, çi di welatekî pirnetewe an jî di welatê yek netewê de, heta navkirina komela kurdî ne girêdaye bi netewê, ji ber em bibêjim em komelek kurdin ji mafên mirovan di sûrî de û ew komelek ji hemû gelê sûrî bi tevayî ye û em hevparin ku sûrî welatê hemû netewên xwe be û ev di bernameyê me de diyare ku em komelek sûrî ne.

P3 - gelo komela kurdî dikare berevedaniyê li ser mafên mirovan di sûriyê de bike, an tenê wê berevedaniyê di ber mafên mirovan kurdî tenê .
B - tenê li ser mafên kurdî na, ji ber komela me hatiye damezirandin ji bo mafên mirovan di sûrî de û ev babet girêdaye bi şiyan û wargeha dimoqrat di welat re, ango xebata me giştî ye bê cudahiyê di navbera netewan di sûrî de, em dewletek dimoqrat dixwazin ku li ser mafên hemwelatiyê ava bibe.

P4- rêxistinên erebî beşdarî mangirtinên kurdî nabin, heta ku ji bo mafên mirovan be, çima di nerîna te de? Gelo cudahî di navbera van rêxistinan û partiyên ayînî erebî yên ew efirandine heye.
B - tu cudahî nîne û bawerim tiştê ku di mangirtinê de çêbû du nîşanokên wî hene, ya yekem ew e ku piraniya rêxistinên di meydana erebî de, danûstandina bi mafên mirovan dikin bi paşmayên idyolocîk û ew di bin bandora herivandina rijîma Iraqî deye, û ya duyem girêdaye bi helwesta ji kelîjê, ya ku bi van hêzan dilîze û her cudahiyê di civakê de diçîne. Bawerim ku ev helwest dûrî mafên mirovan e, ji ber mangirtin bi daxwaza nasnameya sûrî, ne nasnameya kurdî hate li darxistin, lewma jî pêwîste komelên mafên mirovan piştgiriya kurdan bikin, lê mixabin di 5-10+2006 an de, jimarek pir hindik ji ereban amadebûn, heta komelên mafên mirov yê erebî, hin endamên wan yê kurd beşdar bûn, bawerim ev helwesta ne mafnasî, ji rasteqîniya van rêxistinan kêm dike, nemaze ku pirsgirêka kurdan pirsek mirovantî û netewî ye girêdaye bi pirsa dimoqratiyê di sûrî de û mangirtin ji mafan nayête girêdan bi rewşa sêyasî ya rijîmê, ev mehna ne derketinê ye û ji me dixwazin ku em rewşa herêmê û cîhanê berçav bikin, gelo wê kî rewşa me weke kurd û bê parin ji hemû mafan wê ber biçav bike.

P5 - hûn çawa li têkiliyên komelên mafên mirovan li sûriyê, bi hevre û bi komelên mafnas yê erebî û navnetewî dinêrin.
B - komela me di 9-4-2006an de hata damezirandin û em têkiliyên xwe bi komelan ava dikin, tev wisa jî me raporek li ser rewşa girtiyan û girtîngehan amadekir û pêşkêşî komela erebî ya dizgûna tewanbariyê di Qahire de û têkiliyên me bi navenda Aman jî hene, lê bi giştî hîn qelsbûn heye ji ber em nûne, helbet di hûndir de têkiliyên me bi hin komelan re başe, lê astengiyek heye ew jî kêşa kesayetî ye û bandora wê li ser têkiliyan, tev ku di komelên mafên mirov divêt çavkanî tenê mafên mirovan be, an jê carna lixwegirtina bi çavkaniyên navnetewî nabe, weke mînak têrmeka ' nemir olî ye û zimanê mafên mirovan nîne, wisa berxwedaniya ku hin li ser di axfin di Iraqî de, bawerim mirov weke çalakvanên mafên mirovan dikare bêje qurbane ne nemirê, wisa jî me di şermezarkirina şerê li ser libnanê û armanckirina sivîlan ji herdû layan şermezarkir .

P6 - dibêjin ku hin ji çalakvanên mafên mirovan bûne poste, nameya ji girtiyên nerînê bi xwe re hildigrin, ji bo vegerin ji emzên xwe, an jê ji nerînên xwe, ma ev ji êarê komelên mafnasî ye.
B - ji kardariya berevdaniyên mafên mirovan, berevedaniyê di ber girtiyan û mafên wan bikin û ne ji kardariya wan e ku pirek ji esayişan re bin, bawerim ku ji kardariya meye ku em daxuyaniyan belav bikin li ser hetikkirina mafên mirovan, lê emzekirina daxuyaniyên sêyasî ji min nayête xwestin û kesê emze bike, divêt jê venegere.

P7- komelên kurdî zêdebûn, li gor partî û firoşgehên sêyasî, gelo ne qeşmerî ye her partiyek komela xwe ava bike.
B - di vî warî de, du aste ji axaftinê re hene, ya yekem, girêdaye bi cudahiya di navbera partiya sêyasî û komela mafnasî û sazûmanên civaka sivîl, ji ber partiya sêyasî têkiliyên wî bi rêxistin û nûneriya gel ve heye, lê komel vê yekê angaşt nake û belkî pirbûna wan sûde be, hevvajî pirbûna partiyan be, lê ez tu astengiyên nabînim ku pênc an şeş komel hebin. Di asta duyem de girêdaye bi komelên rajêrê partiyan, wê bisernekefin ji ber rasteqînî bingeha xebatê ye û ew li ser nîvenîv û aşkere û serxwebûna ava dibe û gava partiyek komelekê ava dike serpêhatiya Bees dubare dike.

P8 - tenê we di komela kurdî de, navên komîta kargêr ragihand, lê yên din hîna bi şêwaza weştermer, gelo xebata aşkere yan yê nepinî baştire û çima aşkerekirina navan di siya rijîmeke xweser e.
B - ev girêdaye bi xuristiya kar bi xwe, ji ber em setpêhatiyek sivîl û aştîyane dadmezirînin û dem û xuristiya kar pêwistiya aşkerebûnê tîne holê, I ber kesê bixwaze çanda aşîtiyê û wekheviyê û gengeşê belav bike, bi hewciyê aşkerebûnê ye, lewma em yekemûn serpêhatiya aşkerebûnê ne û bawerim ku nepiniyê ji kêmbûna serpêhatiyan ve tê.

P9 - gelek komelên erebî yên mafên mirovan kelîj ew fermî nepijirandin, gelo wê çawa komelek kurdî fermî bike.
B - bawerim gava kelîj fermiya komelên sûrî an erebî bike, wê komela me jî fermî bike, lê astengî di yasayên sûrî deye, 43ê salin em di bin siya yasayên awarte de dijîn û tu yaayek hemdem ji fermîkirina komelan nînine, tev ku fermîbûn mafeke rewa ye ji komelan re, pêwîste di vî warî de kurê kole xatûnan nebin, lê mixabin tev yasayên awarte newekheviyek heye.

P10 - piştî demekê ji damezirandina komelê hin endamên komîta kargêr dev jê berdan, gelo sedem bestanê kelîjê an kesayetî an tirsa aşkerebûnê.
B - nebawerim ku tirsa an bestanê parastinê, sedembû, ji ber ev dizanîbûn, lê divêt ev pirs ji wan were kirin û bi giştî bijarên me serpêhatiyên wan kêmin di vî warî de, ango heta karê tevayî qelse li himber karê tekane û ev girêdaye bi perwerdî û çand û karîna me li ser pêşketin û guhertinê.

P11- bi çi komela we ciyakare ji komelên bilî xwe û çima we agara kurdî pêvekir.
B -
em yekem serpêhatiya aşkere ne û bi zelalî û aşkerebûn di axifin û bi çavkaniya navnetewî girêdayî ne, wisa bawerin ku hevpeymana erebî di hin xalên xwe de dûrî hevpeymana navnetewî çûye, ango em komelek aşkerin di meydana sûrî de ku çareserkirinek aştî û dimoqrat ji kêşa gelê kurd li sûriyê dixwaze li gor hevpeyman û sozên navnetewî yên mafên mirovan .

P12 - gelo agara netewî bi komela we ve, tevlêbûna endamin ji netewên din sînor dike û karîna we heye ku hûn çalakvanên sûrî bipijirînin.
B - na, ji ber bernameyê me dibêje ku ev komel ji hemû sûriyan reye, lê heta nûha tu kesekî ereb weke endam nîne, lê belê dostê nêzîk hene.

P13 - damezirandina çi komelên mafnasî xwe disperse protokolên navnetewî, gelo lixwegirtina we jêre di nerîna mafên mirovên sûrî bi pirnete û bereyên xwe wekheve.
B - di bernameyê me de lixwegirtin bi hevpeymanên navnetewî bi temamî ye, heta di babeta kêmnetewan û hemwelatî û efretan de jî û heta di warê azadiya olî de û her jî çavkaniya çareserkirina astengiyan hevpeymanên navnetewî ne.

P14 - tu weke mirovekî kurd û serokê komela kurdî ye, çawa dikare bi durahiyek yesane di navbera dewlê û kurdan de bimîne û nîvenîv be, bê ku erka netewî zora erka mirovantî bibe.
B - tu car ez bi durahiyek yeksan di navbera kelî û sûriyan ne tenê kurd nasekinim, ji ber dewlet ne ji tevan reye û ez li pê qorbanên zordariyê disekinim, helbet rewşa kurdê serekî ye û em serbixwene li himber hemû partî û kelîj û idyolociyan, bi vê wateyê yek durahî ji wan ji mere heye û giringe ku ez rewanvan bim ji hetikirina mafên mirovan û berevedaniyê di ber mafên wî bikim, kurd an ereb an aşûrî an armenî an …hd be.

P15 -  pêkanîna navdariya kesayetiya di riya partiyên sêyasê, gelek astengiyên wê hene, lê di riya komelên sivîl zûye û bê behaneye, gelo we gava yekim avêtiye bi layê tevlêbûna xebata sêyasî bibin û hûn li benda yasayên partiyan e.
B - ez pir ne bi vê babetê re me, ji ber civak wêran bûye û kesê 12 heta 20 salan di zindanê man û navdariya me ji wan pêtire, ji ber serpêhatiya wan dijwar û tal bû, lê guhertinên herêmê û navnetewî û tiştê ku em weke çalakvan dibînin ji azar û rizwa û vepirsîna dezgehên parastinê tu navdariyê pêknîne û heta hebe, çi navdarî ye, hema em çar kes xistin bakaca taksî û bi lêdan, eve navdarî? Nebawerim ku tu navdarî heye ji ber piraniya çalakvanên mafên mirovan xizanin û bi giştî gelê sûrî xizane û her jî dadkirina me li ser yasayên awarte dibe û bi tawanbariya damezirandina komelek ne fermî, bawerim em ne dengbêjin ya jî lotikvanin ?.

P16 - endamên komelan bi tevayê û bi aboniyên xwe nikarin kertek balevirê ji Emrîkare bikirin, de gava hûn bi derve re ne alîkarbin, hûn xercî û mewdaniya xwe ji kûve tînin .
B - jêderên mewdaniya me xweberî ne û aboniyên me jî qelsin û tu jîderên mewdaniyê li hûndir nûnin, ji xwe serpêhatiya me jî nûye, lê ji bo hazirbûna kongirên navnetewî ev xercî li ser wan e, lewma jî em alîkariya mewdaniya derve dipijirînin, gava ji komelên ne xuhermenda be, lê heta nûha ev pêk nehatiye.

P17-  gelo tu têkiliyên we bi komelên mafên mirovan di Isra'îl re heye û hûn alîkarin bi hevalên xwe yên Cihû re.
B - tu têkilî nîne, ji ber ev babet xwedanê şêweyek astengî, tev ku hin çalakvanên Israîlî weke Fîrên Kolna û berî wê jî Filêstya Langer bervedaniya mafên Filestîniyan dikirin û bawerim gava komelek mafnas be belkî alîkariya me di rizgarkirina Colan ve bike ji ber ew dijî dagirkirinê ne.

P18 - hûn kelîjê tewanbar dikin bi tenahiyê û dizî û ….hd, bi sedema xala heştan ji destûr, gelo hûn di kargêriya komela xwe, rahatina dimoqratî û  guhertina stûbariyê dikin.
B - babeta xala heşatan û rêzgirtina partiya Bees ciyakariyek sêyasî dide mirov û ev rengek ji rengên dabeşbûna sêyasî ye û gel pê re dabeş dibe, helbet ev helkewte ne tewanbarî ye û ev babet çandeke girêdaye bi ferwerdiya partiya Bees, ji ber sûrî tu serpêhatiyên dimqrat ne dîtiye, bilî di dema pênciyan de û demek kurtbû û em derbasî civaka sivîl nebûne, ango hîn di qnaxin paşketî dene û babeta kesayetî dimeşe û di vê çarçovê de divêt em sînoran di bernameyên xwe dînin heta kiribin serpêhatiyek dimoqrat ava bikin.

P19 - gelo helkewta mafên mirovan di sûriyê de, hûn çawa dinêrxînin, beranberî helkewta wê di orta çerxa buhirtî de û parastina mafên mirovan hûn di çanda guhertinê an di guhertina çandê de dibînin.
B - bawerim ku ciyakariyar serdema hazir guhêzkirina bi layê dimoqratiyê ye û rewşa sêyasî baştire ji dema buhirî ve, ango guhdanek bi navendiya mirov û mafên wî heye û babeta guhertinê pêwîstiyeke ji ber hêjaye ev civak jiyanek paktir bijî, helbet guhertina aştîyane û em xwe weke komelek dizgûnê dibînin, wisa jî guhertina çanda heye pêwîste ku gelek klşe hene xilasî ji wan gereke û di vî warî de divêt rola komelên mafnasiyê xurtir bibe .

P20 - geloxuristiya çalakiyên sazûmanên sivîl û komelên mafên mirovan çiye.
B - bi encama rewşên awarte û nebûna frmiyek yasayî, êarê van sazûmanan tenê bi daxuyaniya ye, an jî amadekirina lêkolîneke û vê dawiyê beşdariya mangirtanên aştîyane, tev ku armanc bakin lê belê amûrên xebatê gerekin ji bo derketina ji astengiya ku komelên mafên mirovan têde ne.

P21- gelo armancên van komele û komîtan çiye, û amûrên pêkanîna van armamcan çiye .
B -
armanca komela me weke hemûyane, rewaniya hetikkirina mafên mirovan û belavkirina wê û çanda mafên mirovan û wekeheviyê û pijirandina cudahiyê di civakê de biweşîne û daxwaza serbest berdana girtiyan, lê amûrê me kalsîkîne û her em dixwazin amûrên aştiyane werin holê û bikarbên.

P22 -  gelo bestanên ji layê kelîjê li ser we çine.
B -
bestan li ser çalakvanên yekin di çi komelê de be û çavdêriyek ji çalakiyên me heye û xwestin û vepirsîn berdewamin û heta veqetandina ji karmendiyê jî heye.

P23 - pêşeroja azadiyên giştî di sûriyê de çiye.
B -
jiyan her tête guhertin û ez hêvîdarim ku ev guhertin bandora xwe li ser welatê me bike ji bo pêkanîna dimoqratiyê û belavkirina çanda mafên mirovan û aşkerekirina xebatê, tev ku çavgirtina rijîmê şêwazeke dimeşe di rewşa hazir de, lewma Bwerim ku pêşeroj ji azadiyan reye.

P24 - gelo rola we çiye? Û sedema hebûna ev jimar ji komelên sivîl di welatekî ku emze kiriye li ser hevpeymanên navnetewî û her jî dawiya diyarkirina nerînê girtin an tunekirina.
B - ne bawerim ku yasayên sûrî azadiyên serekî ji hemwelatiyan diparêze, ji xwe xalaheştan netewên cuda tune dike û ola serok komar bi misilmantiyê sînor dike û tev hevpeymanên sûrî li ser emze kiriye lê tu hirmetê jê re nagire û sûrî di 2006an de ne baştire ji çel salên buhirîn û destûr hatiye valakirin bi yasayên awarte û bawerim ku sûrî mestire ku komek bi teneha xwe destûra wê binvîsin û em tev dizanin ku destûr partiya Bees daniye li gor vacayê  sêyasî yê erebweriyê, lê sedema hebûna ev jimar ji komelan bi encama salên zordariyê û tunekirina jiyanê ye, helbet jî hebûna serpêhatiyê pêwîste û komelên mafên mirovan ne komelên sêyasî ne, lê di bin siya yasayên awarte û çanda tirsê dixebitin, bawerim ku gelê sûrî bi tevayî divêt kar bike ji bo bi destxistina mafên xwe, heke bi karê mafnasiyê an bi sêyasî be, lê bi aştîyane.

P25- çima cudahî pire di nav rahatin û gotinê de, ji ber tenê rola komelên mafnas, belavkirina daxuyaniyan e, tev ku di bernameyê wan de pir projeyên bîrdoz hene
B - ev rewş di sûrî de nîne, ji ber kelîj heta nûha erêbûnê bi me nake û tenê danûstandina esayişan heye û mijiyê parastinê ew e xwedanê biryarê lewma ji bilî wêrankirinê nîne û babet bi hewceyî dizgûneke sêyasî yem bilî ku qelsbûna serpêhatiyên me, bawerim ev cudahî tête holê ji nekarîna komelan li ser danîna proje û bernameyên nûjin ji kar re.

P26 -  heke komel nîvenîvbin, çima nûnerên hevpar naşîne û gengeşê bi rijîmê re nakin li ser xêzên sor û qedexeyên ji were hatine danîn.
B - di babeta mafên mirovan tu xêzên sor nînin, ji ber em di sêyasetê de naxbitin û tu kelîjiyan naxwazin û babeta mafên mirovan yekê parçe nabe, lewma bawerim ku kêşe hene berî amadekirina nûneran, divêt danasîna bi van komelam bibe û fermiya wan bête kirin, ji ber wê çawa berpirs bi komelên qedexe re bicivin, tev ku heta nûha danûstandina esayişî bi komelan re dibe û tenê zimanê zordariyê didome li gor jimarahiya kelîjê.

P27- gelo emê çawa fêrî gotina mamoste Anwer Albunî bibin, ku mafên mirov, karekî sêyasî ye lê bê idyolociyek sêyasî ye.
B - ev gotin nayête bijandin û girêdaye bi civakê ve û bi encama yasayên awarte rastiya xwe di sûrî de standiye û di siya tunekirina azadiyan, karê me dibe xebat sêyasî û li vir mirov nikare cudahiyê di navbera sêyasî û mafnasî de bike.

P28- çima hûn lome ji xuhermendê dikin ku fermiya we nake û hûn nêzîkî partiyên hevrikî ne û weke partiyên biçûk têne xuyan.
B - mafê hevrikî, mafeke yasa û destûrî ye û em ne hevrikvanin sêyasî ne, lê belê em bawerin bi mafdariya hevrika sêyasî tînin û bawerim ku fermiya me û dûrxistina yasayên partiyan wê vê pirsê çareser bike.

P29- gelo kelîj rê vedke ku nûnerên komelên mafên mirovan serdana girtîngehan bikin û çavdêriya mercên navnetewî ji girtiyan  re bikin.
B - dewlet nahêle, heta gava li ser peymana qedexekirina azardanê, li ser xala bîstan nerazîbûna xwe da xuyan, ew jî vekirina dergehên girtîngehan li ber serdanên komelên mafên mirovan, nemaze rijîma girtîngehan hîna yê sala 1029an e.

P30-  heke em daxuyaniyên we li ser internetê yên bi zor hin hemwelatî dixwînin, diyare ciyakariya we heta bi navan û daxuyaniyan jî pir zehmete, ji ber tev weke hevin, gelo çima hûn weke partiyan dikin .
B - ev dervî vîna meye, ji ber tu guhdanek çapmeniya bi hevrikî an bi sazûmanên civaka sivîl nîne û internet derfeta tenahî ye û ev jî bebetek girêdaye bi şiyanên me û nûha em pirtûkek amade dikin li ser ragihandina navnewtî ji mafên mirovan re û her tiştê komela kurdî em belav dikin, bawerim em alîkarin bi vê xebata xwe ya hindik bi şikandina çanda tirsê li cem xelkê.

P 31- armanca sazûmanên mafên mirovan ku berevedaniyê di ber mafên winda û hetikirî bikin, lê rastî hûn bi hewceyî ku hin berevedaniyê di ber we de bikin, geli alavên we çine ku hûn rola xwe bistînin.
B - em bervedaniyê di ber mafên xwe û bilî xwe jî dikin, bi belavkirina hetikkirina mafên mirovan, tev ku tu danasîna bi me nîne û mafên mirov tu hermeta wê li cem kelîjê nîne, lê her em dixwazin hetikirin kêmtir bibe û bisekine, helbet ev girêdaye bi rewşa sêyasî bi tevayî, her wisa tu derfet nîne bilî vê berevedaniyê di ber maf û azadiyê de.

P32- ezê çawa baweriyê bi we bînim, gava mafên min werin hetikkirin, ji ber hûn bi xwe li ber girtin û çewisandinê ne, ma ne raste ez hin dirav bidin efserekî û xwe xelas bikim?.
B - ev tişt dibe, ne ji ber rola komelên mafên mirovan qelse, lê belî ji ber tu maf nînin, tenê rewşek dijwar ji diziyê û gelaciyê heye, helbet jî babeta bertîl û gelaciyê dihêle ku ev rewş berdewam be, bawerim ku avakirina çanda hemwelatiyê pêwîste û belkî bi bertîlan çareya kesekî çareser dibe, lê kêşa welatekî bi bertîlan çareser nabe.

P33- gelo sedemên bingehî yên dihêlin kelîj piyagirtina azadiyên giştî bike çine û çima azadî û dimoqratî di sûrî de fermî nake.
B - babet ew e piyagirtina azadiyan ji bo berdewamiya xweseriyê ye, bawerim tu sedem ji hebûna yasayên awarte nîne, nemaze ku ew ne destûrî ye, lê awarte amûreke ji bo zordariyê ye.

P34- bûyerên kuştin û reşkuştinê hene, weke reşkuştina şêx Meşûq al Xeznewî, gelo çalakiya we ji daxuyaniyan derbas bû û ev rojnemevanekî nûhatî dikare bike.
B - damezirandina me piştî reşkuştina Meşûq bû, tev wisa me komîteke serbixwe ji vepirsînê re xwest.

P35- gelo wekheviya di navbera rojnamevan û çalakvane mafên mirovan çiye.
B -
cudahî pirin û bawerim ku pêşeya rojnamevan cudaye, helbet çalakvan bi hewciyê rojnamevan e lê xebata wan ne weke hev.

P36 - gelo civaka sûrî stewiyayê ku azadiya xwe bi karbîne, heke kelîj ev diyarî wî kir?.
B -
biasehî belê, gotina ev gel stewiyaye şaşe û tenê gotina xwedanê dibistanên xweseriyê ne, ango malbat civaka biçûke û gava em bêjin nestewiyaye divêt em swê sînor bikin, an civak bi tevayî sînor bikin û ev ne raste, bilî wisa her gelek mafdare ku azadiya xwe bi destxe.

P37- bestan li ser rijîmê pir dibin, gelo hûn li benda alîkariya mewdanî ya ewrûpî, an Emrîkî ne û piştre li fermiya xwe bigerin û xebata xwe gor bikin.
B - bestanên li ser sûrî, tu têkiliyên wê bi mafên mirovan nîne, tenê bi berjewendiyan heye û ez bi bestanê hûndir û derve me di warê mafên mirovan de, ji ber vê yekê rewa dibînim û bi giştî em li hêviya tu bestanan namînin, ji ber pirsa ma herheye û em jî hene berî van bestan û piştî wan jî.

P38 - gelo komela we dikare roleke bilîse di parastina yekîtiya netewên sûrî û şerkêş û nakokiyên li ser bingeha bere û ol û netewê û sêyasî kêm bike.
B - biasehî belê, ji ber em doza hevjîna beşdar dikin, li ser bingeha hevpariya rast di kelîj û sermiyan û civakê de û wisa çanda wekhevî û cudahiyî azadiyê belav dikin, bawerim avabûna yekîtiye netewî li ser bingeha hevpeymanek civakî nûjin ji berjewendiya welat e .

P39- gelo xalên bingehî yên hûn dixwazin ji destûr werin guhertin an zêde bibin çine.
B -
guhertina xala heştan ji destûr, ji ber ev destûr bi baweriyên Beesiyan hatiye nivîsandin û sûrî ne tev Beesiye, lewma pêwîste guhertini bingehî di destûr de peyda bibin, heta bibe destpêkeke ji dizgûnê re û hin xalên ku gelê sûrî tev dike ereb, an jî desthilatiya serok komar û sînorkirina ola wî, dibe hetikek ji wekheviyê di hemwelatiyê de, ango ciyakariya Beesiyan bi dawî were .

P40 - gelo wateya ragihandina hevpeymanek erebî ji mafên mirovan bi hebûna hevpeymana navnetewî çiye, gelo ev vexwendiye ji bo dabeşbûna ereban ji netewên hevjînê bi wan re dikin.
B - min dixwest ku li ser hevpeymana mafên mirovan di herêmê de axaftin bibe û babeta hevpeymanek erebî an kurdî bê sûdeyê û bi vî awayî ez vê yekî ne mirovantî dibînim, nemaze ku ev gav xuhermendî ye û ji mafên ereban bi xwe kêm dike.

P41- gelo kîdarîşên ku komelên mafên mirovan bi karanên ji bo qedexekirina pertalkirina efretan ya ku li şamê belav bûye, çine û we çi beranberî vê helkewtê çi kiriye.
B - em ne layekî fermî ne, heta kiribin kîdarîşan bistînin û tenê çand di destê me de heye ku mafên efretan belav bikin û vê diyarokê aşkere û riswa bikin û babet bi hewceyî alîkariya heta civaka navnetewî ye.

P42 - gelo kîdarêşên sazûmanên mafên mirovan di sûrî de ew bi kartînin ji bo çareserkirina pirsgirêka ji destçûna nasnamê.
B - em ne tenê ku vê kêşl çareser bikin, wisa jî partiyên erebî, ji ber ev babet bobelatek mirovantî ye, tev ku hin kurdan dikin pelûrên firûkvanin, bawerim ku kurd gelin tu basikên wan nînin û ji mafên wane weke gelê cîhanê bijîn û xwedanê maf bin û ev doseyê divêt di riya yekîtiya netewan were tevger kirin û civaka navnetewî divêt li ber bisekine.

P43- helwesta we ji van pirsgirêkan çiye: yasayê 49an, kurdîn bê nasname', kempera erebî, erebên avgirtî, vegera sergûnkirî, tev xwedanê çekan, gelo çareya wan çiye.
B - em daxwaz dikin bi tunekirina yasayê 49an, lê kempera erebî babeteke terkezeye ji ber pirsgirêkek dijwar anî holê, gava xakên kurdan hatin piyagirtina û dane erebên ne ji herêmê ji bo guhertina dîmoxrafiya wê û ev bi hewceyî çareyek tekûze ku ev proje rabe û çareseriya paşmayên wê bibe bi ziyanin hindik, lê vegera sergûnkirî ev mafek yasayî û peyda kirina mercên rast ji dadîkirina kesê bi çek.

P44 - di 23 -3 -2005an de balyozvanê sûrî Amad Mustefa ragihan ku girtiyên nerînê namîne, wisa jî balyozxanê hûndir ku tu girtiyên nerînê nînin, gelo babet çiye.
B - em dixwazin û hêvî dikin ku doseya girtina sêyasî were girtin, lê ev mejiyê çandî yê kelîjê nikare guhertinên cîhanê fêm bike, tenê rastiyan vedşêrin, heta danpêdana bi hebûna girtiyên nerînê nakin û heke şalyarê hûndir rast dibêje, bila dergehên girtîngehan veke li ber serdanên komelên navnetewî, lê mixabin ev xuristiya rijîmên xweser e .

P45 - helwesta we ji seza darvekirinê di sûrî de çiye.
B -
hevpeymanên navnetwî hene û em dijî seza darvekirinê ne, her seza armanca wê dizgûne û zindankirina azadiyê bi xwe seza ye.

P46 - tu nabîne ku komelên civaka sivîl û mafên mirovan girêdayî ne bi nerîn û helwestên serokê xwe ve.
B -
em berê li ser vê xalê axifîn û li ser rewşa ku em tê de xebata xwe berdewam dikin û ev babet hesanî ye ku di çarçova komelên mafln mirovan em jê xelas bibin.

P47- heke bestan li ser rijîmê hatin hilanîna, wê zordariyê li we bike, gelo tu kîdarîşên yedek li cem we hene ji bo berdewamiya çalakiyên we.
B - em ne fermî ne û bestan li ser me pirin, lê em berdewam dikin, helbet girtîngehî sûrî tev têde hilnayên û heke hin dibêjin başe ku mirov ji bo welaetê xwe bimre ez dibêjim başe mirov ji bo welatê xwe bijî ' lewma pirsa me mestir ji bestana.

P48 - gelo sazûmanên mafên mirovan dikarin bibin şûngir ji partiyên hevrikî re.
B -
ne bawerim ku komelên mafên mirovan, an sazûman;n civaka sivîl dikarin bibin şûngir ji partiyan , ji ber sazûmanên civaka sivîl karê dewletê û partiyan temam dike û her partî rewşek wan heye tê de dixebitin û tu civak dernewek bi tenê ew nake civak.

P49 - rêxistinên mafnasî yên rojava bi gûmanî û çavdêrî li cada sûrî ya mafnasî dinêre, gelo tu vê astengiyê di komelên we de dibîne û çare çiye.
B - komelên rojava li pêşin û şiyanê wan jî pirin û di asteke bilind ji pêşeya xwe ne û em di sûrî de srpêhatiya me hindike û di bin bandora klşeyên sêyasî û paşmayên idyolocîk e û gotebêja me an bi layekî olî an netewî an sêyasî ve dice, helbet bi hêvî me ku komelên rojava bi rolek mestir rabin û alîkarbin di ava bûna gotebêjek mafnasî I herêma erebî de, lê babeta gûmanî hinekî ne di cî deye.

P50 - destûr mafên nerînê destber dike, heta mangirtin û komcivînên aştî, çima xuhermend bi zordarî beranberî mangirtina 5-10-2006an sekinî û çima komel û rêxistinên erebî beşdar nebûn û heta li ser daxuyaniya mangirtinê emze nekirin.
B - yasayên awarte destûr tune dike û zordarî nîşana vê yekê ye ji bo berdewamiya rijîm parastinî û hêvî me ku ev dosê çareser bibe, ji ber pirsa kurdî pirseê netewî û dimoqrat û mirovantî ye û ne hazibûna komelên erebî çiye pirsê ye û ji rasteqîniya wan kêm dike di warê xebata mafnasiyê de.

P51 -  çima yekîtiya miletan û civaka navnetewî nikare dewletên emze kirine li ser hevpeymanên mafên mirovan ku hirmetê ji emza xwe re bigrin.
B - hêvî me ku yekîtiya netewan pêşkeve û hirmeta mafên mirov di hemû dewletan de were kirin û babet giringe ji ber hin nemûne ji sekinandina hetikirina mafên mirov di ewrûpayê de hene û ez dibêjim em alîkarin ku ev karîn hebe û dewlet tev vê yekê lixwebigrin û tev gelek hizûra mafên mirov pêşde çûye lê heta nûha amûrên diyar ji bo seza kirina dewletên mafên mirovan hetik dikin nînin.

P52 -  tu nabîne ku pijirandina ciwaniyên Beesiyan çewisandina ji mafê xwendekarn reye, gelo hûn çawa dikarim li himber vê yekê derkevin.
B - ev rewş ziyanê dighîne civakê bi tevayî û ev awartebûn cudahiya sêyasî tîne holê û em dijî wê ne ji ber keybazî belav dike.

P53 - tu dikare çar kesên mafnas û çalakvan bi nav bike.
B -
Anwer Albinî – Rezan Zeytûnê – Danyêl Siwod – Xelîl Metûq.

Nasname

Parêzer Redîf Anwer Mustefa, serokê komîta kargêr ya komela kurdî a mafên mirovan li sûriyê, di sala 1967an ji dayik bûye û ji malbetek cotkare ji gundê Bêyandr di herêma Kobaniyê, gelek gotar û lêkolîn di derbarê mafên mirova jê re hene, berê endamê berpirsên komelên berevedaniyê di ber dimoqratiyê û mafên mirovan bû .

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark