Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvînek Taybet Bi Konê Reş Re Li Dor Buhara Erebî Û Mafê Gelê Kurd Di Sûriyê De

 


 Konê Reş Kî Ye; nivîskar û helbestvanekî Kurd e.. Navê wî Selmanê Osmanê Avdo ye. Sala 1953 an li gundê Doda, nêzîkî Qamişlo çêbûye..
   Di malbateke Kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr de mezin bûye.. Ji mêj ve hez ziman, folklor û toreya gelê xwe kiriye.. Û wiha gelek berhem û gotarên wî di kovar û rojnameyên Kurdî yên mehane û rojane de hatine weşandin.. û bi serketin di her çar perçeyên Kurdistanê de hatiye naskirin.. Konê Reş, yek ji wan kesên pêşî ye ku di van sîh salên dawî de li Binxetê bi zimanê Kurdî nivîsandiye. Hêjî bi kar û barên xwe yê nivîsandina bi zimanê Kurdî berdewame. Ew hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de dibîne û her dem dibêje: Zimanê me dîroka me ye..


 Hêvî û daxwazên wî jî evin; ku wê rojê bibîne; ew roja ku her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî li ber deriyê mala wî be û bi rêka wê rojnameyê nûçe û bûyerên Kurdistanî û cîhanî bixwîne. Li dor buhara Erebî, şoreşa miletê Sûrî û mafê gelê Kurd di Sûriyê de, me ajansa Peyamnêr li Hewlêrê ev pirsên xwarê jê kirin, fermo bersivên wî bixwînin:
1 – Buhara Şoreşa Erebî bi giştî û şoreşa miletê Sûrî bi taybetî bi nerîna te egerên wan çine?
1: Di baweriya min de egerên şoreşa Buhara Erebî ku rêjîmên dewletên Erebî yên dîktator bi tevayî û dewleta Sûriyê jî di nav wan de nikarîbûn xwe ji mêjiyê kevin û teng xelas bikin û miletên xwe ji feqîriyê û hejariyê de rizgar bikin.. Erê wan rêjîman nikarîbûn bi çavekî vekirî li rastiya pêşketina dewletên cîran û hejariya miletên xwe mêze bikin.. Nikarîbûn di vî heyamê globalîzmê de xwe li ber bayê azadiyê, wekheviyê û dimokrasiyê bigirin.. Ji ber ku ew ba gihiştiye her derê û hêj rêjîmên dewletên erebî nikarin bersivên xwe bidin.. Sûriye jî dewletek ji wan dewleta ye.. Nexasin ku di van dewletên erebî de mafê mirovan li ber talanê ye, gepa nan, hisrete ji welatiyan re.. Eger bi sotina Ebû Ezîzî ji Tûnisê destpênekiriba, bêguman wê di cihekî din re destpêkirba. Belê qencî ma ji Ebû Ezîzî re û wek kurdan Gotiye; Heçî berê gula zerê..
2 – Bi çi wateyî tu wek rewşenbîrekî hebûna xwe di vê şoreşê de dibînî?

2: Bêguman zilm û zora ku li kesên wek min Kurd hatiye dubare ye; ji rexekî ve ez welatiyekî sûrî me, wek tevayî welatiyên sûriyê ku ji bêtirî 50 salî ve me êş û jana vê rêjîmê kişandiye.. Ji rexekî din ve ez wek rewşenbîrekî Kurd, zilm û zora ku li ser min hatiye meşandin çar taq dubare ye ji ya rewşenbîrê ereb di sûriyê de.. Berî ku xwepêşandan destpêbikin min bi firehî li ser rewşa Kurdên sûriyê a xerab û perîşan divîsand, nexasim di gotara bi nave (Kurdên Sûriyê Ji Warê Xwe Koçdikin).. Bêguman îro jî û piştî ku şoreş ketiya heyva 11 an de hêjî ez bi tev hestê xwe bi şoreşê re me, belê ez dijî rijandina xwînê me.. Ez ji şoreşê re li çepkan dixînim, belê bi rengekî aşîtyane, bi rengekî ku kuştin nebe û kêm be.. Erê bi aşîtyane û di zûtirîn dem de ku rêjîm bê guhertin.. Kurdan ji mêj ve gotiye: Her yek li ser miriyên xwe digrîm..
3 – Ta çi astî ti ji tevgera cada Kurdî razî yî?
3: Di baweriya min de gelek dest di tevgera cada Kurdî de hene.. Razîbûna min ji tevgera Kurdî di sûriyê de ku tevgerê ta roja îro nehiştiye kuştin di cadeyên Qamişlo, Dêrikê, Amûdê, Efrînê û Kobanî de çêbibe, nehiştiye xwîna welatiyên Kurd wek Deraa, Humis, Edlib û Hemayê birje.. Bi aqilmendiya xwe bajarên Kurdan di aramiyê de hiştine..
4 – Vedana cadê li hêzên tevgera Kurdî çawa dibînî?
4: Baş dibînim. Lê xwezî siloganên cadê bi zimanê kurdî bana û di nav siloganan re daxwaza ku bajarê Qamişlo ji qaymqamiyê bibe parêzgeh bi xurtî bihata xwestin..
5 – Bi dîtina te çi ji hêzên bizava Kurdî tête xwestin?
5: Berî her tiştî yekîtî ji bizava Kurdî tê xwestin ku xwe ji partîtiyê rizgar bikin li Kurditiyê bigerin.. Û ku Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS), di gel partiyên Kurdan yên din û hevrêzên xortan xwe bikin yek û peymanekê li ser xalên hevbeş di navbera xwe de îmze bikin, da ku bikaribin bi hev re û bi yek dengî xebatê bi opozisyona Sûriyê re bi rê ve bibin.. Nexasim piştî ku serokê herêma Kurdistanê Kak Mesûd Barzanî bi dengekî bilind piştgiriya xwe ji tevgera Kurdî re li sûriyê diyar kir..
Erê, kar û xebat tê xwestin, kar û xebata bi opozîsyona erebî re, di hindir û dervî sûriyê de. Bi şertê ku opozîsyona erebî bi şêweyekî dadperwerî û dimokratî baweriyê bi hebûna netewa kurdî wek netewê duwemîn di sûriyê bîne û baweriyê bi çareseriya pirsgirêka kurd di sûriyê, di nav çarçêweya yekitiya welatê Sûriye de bîne.. Tevgera Kurd jî wek tev welatiyê sûriyê ji bo azadî û dimokratî û wekheviyê kar û xebatê dikin û ji bo pêkanîna yasa û destûrekî nû û hêja bo xelkên sûriyê bi tevayî, hawar dikin.. Ji rexekî din ve hêj tevgera siyasî a kurdî biryara serhilanê bi rengekî fermî nedaye. Ji ber ku ta niha opozîsyona erebî baweriyê bi gelê kurd wek duwemîn netewe di sûriyê de nayîne, tevî ku ew opozîsyon ne li ser hev e û tevî ku rêjîma Sûriyê taybetmendiyên gelê kurd wek metirsiyeke mezin li dijî hebûna xwe dibîne û rêjîmê bi awayekî nijadperestî, ji berî 50 salî ve û ta niha gelek kiryarên xirab li dijî me û netewa me kirine, lê ta niha tevgera Kurdî bi şîweyekî aştiyane û dimokratiyane xebat kiriye û hêjî ne rêjîma sûriyê û ne opozîsyona erebî baweriyê bi mafê gelê me yê rewa wek duwemîn netew di Sûriyê de neaniye..
6 – Ta çi hedî te bawerî bi bi serkeftina şoreşa gelê sûriyê heye?
6: Baweriya min bi serketina şoreşa sûriyê gelekî mezin e.. Roj bi paş de venagerin, her berê rojan li pêş e.. Ez bi şoreşa gelê Sûriyê geşbînim.
7 – Bi dîtina te sûriya pêşerojê?
7: Di roja îro de berê sûriyê li kûye, kes nizan e, bi berjewendiyên dewletên herêmê ve girêdayî ye.. Lê hêviyên min di sûriya pêşerojê de ku taybendmendiya Kurdan di sûriyê hebe, mezin e.. Kurd netwekê duwemîn bin di sûriyê de. Destûrekî nû û bingehîn di sûriyê de bê bikar anîn, rêz ji bo mefê Kurdan yê heq û rewa bê girtin û her wiha mafê mirovan û olan têde parastî be..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark