Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî ji rewşenbîr û çalakvanên kurd ji bo şermezarkirina tawana kirêt li Qamişlo û riswakirina zordarî û sorkirina ji bo wê

 


Cemawerên kurd li Sûriyê di van rojan de di qeleqeke mezin de dijîn ji ber tawana kirêt ku roja sêşema 10.1.2012ê li Qamişlo pêk hat û di encama wê de sê xortên ji malbateka birêz Ebdela Bedro (Ehmed, Nîdal û Emar) bûn goriyê wê. Mesela vê bûyerê vedigere gefên ku hin endamên naskirî yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji ber pirsgirêkeke li ser xaniyekî li Şamê li birêz Ebdela Bedro xwaribûn. Li gor agahiyên ji hin çavkaniyan ev xanî milkê partiyê ye û Bedro ew ji xwe re hiştibû piştî ku wî berî çend salan endametiya xwe ya di partiyê de bi dawî anî.


Ji me re ji gelek jêderan hate pesendkirin, ku ev komik roja Şemiyê 07.01.2012-ê li mala rêzdar Ebdellah Bedro bû û pevçûnek di navbera wan pêk hat. Di encamê de rêzdar E. Bedro bi dijwarî birîndar bû û jê re neştergeriyek çê bû û aniha di di rewşeke pir betar di nexweşxaneya niştîmanî ya Qamişloyê de ye. Herwiha rêzdar Xebat Dêrik, yê ku serkirdeyekî leşkerî û navdar di PKK de ye, di encamê de roja Şemiyê 14.01.2012-ê  ji ber guleyekê di dema pevçûnê de jiyana xwe ji dest da.
Roja sêşema 10.1.2012ê û dema ku Ehmed Ebdela Bedro ligel bavê xwe yê birîndar li nexweşxaneya niştimanî li Qamişlo bû, ew li pêşiya çavên xelkê û hêzên ewlekariyê li hewşa nexweşxaneyê hat kuştin. Û dema herdu birayên wî (Nîdal û Emar) li ser daxwaza birêvebiriya nexweşxaneyê li ser rêya nexweşxaneyê bûn, ew li kolanek ji kolanên Qamişlo rastî êrîşa bi guleyan hatin û piştî çend seetan mirin.
Piştre komekê ku navê "Koma Paraztina Nirxên Gel" li xwe dike, di rêya e-mailê re daxuyaniyek belav kir. Malperên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê ev daxuyaniya ku tawanê tebrîr dike û berdewam gefan dixwe û soza tolhildabê dide, weşandin.
Em, kesên ku vê daxuyaniyê imze dikin, ji nivîskar, rewşenbîr, çalakvanên siyasî, mafnas û xwediyên bîrûboçûnê yên kurd ên sûrî, vê kiryara kirêt û kuştina komel şermezar dikin, hicet û sedema vê kiryarê çi be jî, û em dengên xwe li dijî pêkanîna zordariyê bilind dikin û van xalên jêrîn teqez dikin:
- Ji bo me ne giring e bê sedemên hizbî li dû gefxwarinên li vê malbatê û sedemên dûrketina wê ji partiyê çi ne; ji me re ne giring e bê rastiya pereyên di hustê malbatê de çi ye; ji me re riswakirina vî şêweyê teroristyane û pêkanîna zordariyê û tolhildana komel di çareserkirina kêşeyan de, kêşe çi jî bin, giring e.
- Ev kiryarên ku ji aliyê exlaqî û siyasî ve tên riswakirin, û ji bo exlaq û silûkê tevgera siyasî ya kurdî û çalakiyên ciwanan, çandî û civakî li Sûriyê ne naskirî ye, bi şêweyekî yekser an neyekser dikeve çarçeweya dirêjkirina temenê zordarî û çewisandinê û çandina tirsê di nav xelkê de bi şêweyê li gor dilê hêzên ewlekariyê yên sûrî. Ji bilî dengên me tiştekî me yên din tune ji bo riswakirina kuştin, zordarî û gunehkarkirina bi xiyanetê. Em tevaya daxuyaniya koma ku navê "Paraztina Nirxên Gel" li xwe dike, red dikin, ev daxuyaniya bi zimanê xwe yê xeternak û tije peyvên tolhildanê.
- Em herkesî hişiyar dikin ji bo bandora van kiryarên xeternak li ser civata kurdî, ku bi tevgera xwe ya aşityane û çanda xwe ya naskirî bi tolerans û harmoniyê. Em herweha rêjîma desthilatdar wek hevkara berpirsyariya qanûnî û siyasî ya vê tawanê dibînin.
- Em xemgînî û mixabiniya xwe ji bo kuştina têkoşer û berpirsê di PKK de "Xebat Dêrik" tînin zimên. Wî li gor bîrûboçûnên xwe dora çarîkek sedsalê li dijî faşizma tirkî têkoşîn kir û bi vî awayê ciyê mixabiniyê mir, ku ne layiqî ti têkoşerî ji têkoşerên gelê me ye; pejirandin û nepejirandina di warê siyasî de ne giring in.
- Em piştrast dikin ku bikaranîna zordariyê ziyanê digihîne herkesî û ew ti çareseriyan pêşkêş nake, belkû pirsgirêkan aloztir dike. Em herweha piştrast dikin ku divê kêşe di çarçeweya qanûn û dadgehan de bên çareserkirin, û ku ev yek ne gengaz be, nabe ku ew di rêya kuştina di kolanê de û heyfhilandina ji tevaya malbatekê bê çareserkirin, ku ti mentiq û urf vê yekê qebûl nakin. Herwiha divê partiya siyasî bi şêweyekî cuda, ne mîna bersivên kes û êlan, pirsgirêkan çareser bike.
- Em bang li welatparêzên dilsoz di nav rêzên Partiya Karkerên Kurdistanê de dikin ku bi berpirsyariya xwe de exlaqî û siyasî rabin beramberî kuştina komel bi navên wan a welatiyên bê guneh ji aliyekî ve û birader û rêhevalên wan ji aliyekî din ve. Em herweha bang li wan dikin ku nekevin bin bandora xîtaba sorkirin û mobîlîsekirina di vê demê de û meyila tolhildanê. Em herweha bang li tevaya rêxistinên siyasî, çandî û civakî yên kurdî dikin ku di sînorkirina encamên vê bûyera xeternak ji bo xizmeta aşitya di nav xelkê de û xurtkirina girêdana civakê beşdar bin, bi taybetî di vê pêvajoya hesas a dîroka Sûriyê de, ku ji bo bidawîanîna rêjîma zordar û avakirina dewleta qanûn û azadiyan pêwîstiya wê bi tevaya hêza civakê heye.
rewshenbir2012@gmail.com

Kesên ku imze kirine:

1. Bedirxan Elî, nivîskar
2. Bekir Sidî, nivîskar û wergêr
3. Restem Mehmûd, nivîskar
4. Biradost Ezîzî, çalakvanê siyasî
5. Mesûd Iko, rojnamevan û çalakvanê mafê mirovan
6. Colan Hacî, helbestvan û wergêr
7. Şoreş Mîro, lêkolînerê alîkar li Zanîngeha Ruhr a Bochumê, Elmanya
8. Serhad Hisên, xwendekarê dektorayê di beşê dîrokê de, Elmanya
9. Cîhad Salih, nivîskar û rojnamevan
10. Redîf Mistefa, parêzer û çalakvanê mafê mirovan
11. Ibrahîm el-Yûsiv, rojnamevan
12. Qado Şêrîn, nivîskar
13. Aras Mehmûd Eseed, lêkolînerê alîkar di beşê şûnmayiyên rojhilatî, Zanîngeha Münster, Elmanya
14. Şehab Ebdilkê, çalakvanê mafê mirovan
15. Mihemed Mehmûd Beşar, çalakvanê di ragihandinê de
16. Xalid Elî, çalakvanê siyasî
17. Samî Dawûd, lêkolîner
18. Yasîn Hisên, helbestvan
19. Ibrahîm Mûrad, çalakvanê siyasî
20. Merwan Xorşîd, helbestvan
21. Sîpan Seyda, çalakvan
22. Hozan Behlewî, pijîşk
23. Merwan Elî, helbestvan
24. Mekîs el-Îsa, çalakvanê di ragihandinê de
25. Mistefa Seîd, nivîskar
26. Zara Seyda, çalakvanê siyasî
27. Welîd Xelîfê, nivîskar
28. Sîrwan H. Berko, rojnamevan
29. Kawa Mîrza, çalakvanê siyasî
30. Hoşeng Osê, nivîskar û helbestvan
31. Arif Cabo, parêzer û rojnamevan
32. Ebdilbaqî Huseynî, nivîskar
33. Fedwa Keylanî, helbestvan
34. Lava Xalid, rojnamevan
35. Siyamend Mîrzo, nivîskar
36. Dr. Izeddîn Mistefa Elî Temo, pijîşk
37. Dilêr Yûsiv, sernivîserê kovara Baladuna a elektronîk
38. Reşad Qerdîsî
39. Ehmed Hiso, nivîskar û rojnamevan
40. Mihemed Seîd Alûcî, siyasetvan û çalakvanê di ragihandinê de
41. Xweşnav Têlo, hunermend
42. Ismaîl Ebdê, çalakvanê mafê mirovan
43. Mihemed Qasim, nivîskar
44. Farûq Hecî Mistefa, nivîskarê siyasî
45. Dr. Ebdilbasit Seyda, lêkolîner û nivîskar
46. Hisên Çelebî, parêzer û nivîskar
47. Hisên Cemo, nivîskar
48. Aras Bedir, rojnamevan
49. Ebdilrehman Hisên Elî, pijîşk
50. Elî Cazo, helbestvan û nivîskar
51. Dr. Mistefa Ucê, pijîşk û çalakvanê siyasî
52. Hisên Hebeş, helbestvan
53. Rêber Yûsiv, helbestvan û nivîskar
54. Mesûd Hesen, nivîskar
55. Şêxmûs Elî, xwendekarê zanîngehê
56. Mesûd Kaso, parêzer û çalakvanê mafê mirovan
57. Axîn Welat, helbestvan
58. Şehiyan Mihemed, dermanzan
59. Fexrî Ebdo, pijîşk
60. Nesrîn Ehmed, helbestvan
61. Mihemed Elî Umer, çalakvan
62. Heval Ehmed, çalakvanê siyasî
63. Nesrîn Umer, çalakvana di ragihandinê de
64. Hîm Mele Ehmed, çalakvanê di ragihandinê de
65. Xelat Ehmed, helbestvan û wergêr
66. Ferhad Ehmê, çalakvan
67. Ebdilhelîm Silêman Ebdilhelîm, rojnamevan û çalakvanê siyasî
68. Dr. Aram Hesen
69. Mûsa Mûsa, parêzer û nivîskar
70. Mistefa Mihemed, çalakvanê siyasî
71. Macid Dawê, çalakvanê siyasî
72. Salih Demîcir, peyamnêrên Kurdistan tv li Beyrûtê
73. cumaa Ekaş, rojnamevan
74. Mîran Ehmed
75. Ferzend Umer, çalakvanê medenî (pijîşk)
76. Niyazî Hebeş, çalakvanê mafê mirovan (pijîşk)
77. Şêrvan Îbş, çalakvanê mafê mirovan (pijîşk)
78. Goran Ehmed, çalakvanê medenî (dermanzan)
79. Ebdilrehman Ehmed, siyasetvan
80. Ebdilrehman Yûsiv, çalakvanê medenî (endezyar)
81. Mihemed Topal, çalakvanê medenî (endezyar)
82. Mihemed Necar, helbestvan
83. Mihemed Silêman, çalakvanê siyasî
84. Ebdilqadir Ceefer, çalakvanê medenî (pijîşk)
85. Henan Horîk, çalakvanê medenî
86. Xorşîd Şozî, serokê encûmena Rêxistina ji bo Paraztina Girtiyên Bîrûboçûnê, Rewangeh
87. Dr. Memdûh Yûsiv, Swêd
88. Azad Mûsa, çalakvan û nivîskar
89. Xorşîd Elîka, xwendekarê zanîngehê
90. Lema Îsa
91. Medya Reûf, şanoger
92. Fûad Apo, çalakvanê mafê mirovan
93. Kadar Pîrê, çalakvanê mafê mirovan
94. Rodî Osman, çalakvanê mafê mirovan
95. Ramî el-Elî, xwendekarê zanîngehê
96. Xelîl Hisên, çalakvan
97. Lava Silo, çalakvan
98. Azad Hemo, helbestvan
99. Riyad Hemê, çalakvanê siyasî
100. Can Ebdella, xwendekar û çalakvan

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark