Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Jin çûne hewarê...mêr ketine kewarê Çira Miş,el Temo ji bêxwedîtî û kesukarî hate vemirandin

 


Mihemedê Seyid Husên

  Dema ku mirov xoşewîstekî ber dilê xwe wenda dike, jana berbatê ya kulneder mîna pîzotên êgir di kûraya giyanê hezkeran de dixebitin, dema ku rêjîma malbatê Sûriya ji zêdeyî 40 salî ve li hemwelatiyan kiriye Giwantanamo, ango bi taybetî çiftikeke çandinî û avdêranê bo xwe saman kiriye, mîna golikê feq di xêrahtina serubinê zemîna qada wê de dermale bûye, kesekî di ser xwe re nabîne, xwîna sor ji çavên wan dirijê,


 vêca li ba wê qantir zaye ku miletê Sûriyê doza azadiyê kiriye, rêjîma noker dîno-mîno û şemûs bûye, ketuber hemwelatiyên aştîkar û azadîxwaz pelekut kirine, kujtine, talan û wêran kirine, welatî ji cî û warên bav û kalan li ber sînorên cîranan eware kirine, welat tevlî milet bo xwe kirine giraw û gorî, bi kursiyê destelatdariyê ve bûne dirdirk, welat li mirov, canewir, pepûk û kundên ser şikêran, ji ser kavil û wêranên welêt mişext û sirgûn bûne.
    Hemî kesên ku ji nêz ve bi çavên xwe dîtine, guhdane nûçegihanan û rabûdûyî êrîşên serbazî û hemî çolax û karbidestên ewlekarî bûne, nemaze ku bi karnasîn û li yekrûyî kujtin, talankirin û wêranê li hemî bajarên raperî, yên ku bi hûrbînî rabudûyî têruteseliya şoreşa sûriyê bûne, bo wan xweş diyar bûye ku rêjîma har û devlok bi hemî dar û destekarên xwe ve, pêkoliyê li ser serê niştecîyên welêt yên bê sûc û guneh dike, hîn çaktir jê re diyar bûye ku rêjîm tevlî hemî rêawayên tundutûjiyê, bi Top, Tank û balefiran nikarîbû çavên cemawirên pirotistêr bişikîne, vêca ji kêmçareyî bê hêviyê hatiye dorpêçan, tenha ku bi şêwazekî nûpeyda gurahî û dexeliya cemawirên pirotistêr rawestîne, libelê roj li dû rojê bergeya şoreşê di navgîna hemwelatiyên Sûriyê de mezintir û berfirehtir geriyaye, vêca bê navbirk biryara kujtina pêşewayên şoreşê yên çalak daye, herweku dixuye tekoşiyarê kargoriê nemir, Miş,el Temo, di serê navrista çalakvanên dijberiya Sûriyê de, jimara yekem li cem xwînmijên rêjîma kujer girtiye, û ji wî gavdane pirojeya kujtina serwayên dijberiya Sûriyê.
    Herwiha rêjîma malbatî naçar bûye, ku ji bin perdeya terorîzmê ya nependî xwe eşkere bike, heman şêwaz û metodên ku pê Refîq el Herîrî, Xesan Tiwênî, Semîr Qesîr, Samî Ebdurehman. Firansiwa Herîrî û îro-roj Miş,el Temo beta kirine, pêkve jî miftiyê Sûriyê Hesûn bi devê rêjîmê heman rewişt û rêawayan dişopîne, zirt û geflêxwarina xwekujan di hindurê Emerîka û Ewropa de, bi heman şêwazê rêxistina el (Qa,îdê) dê wan qirr bike, wisa jî Wî,am Wehab li ser zimanê Serokomar Beşarê bêjî yê nerewa, Emerîka û Ewropa Bi sedhezarên saroxan, nemaze ku pê Israîlê bibarîne û wê serguherî hev bike, berjewendiyên wan di herêma kendavê de, dîsanê bi hezarên Saroxan gef dide, tenha ku kesek ji wan zixurekî di Sûriyayê de werke, ango destêwerdanê di hûrpîşên wê de bike, dê şerekî mezin li herêmê li darxîne û rojhilata naverast li niştecîyên wê bike dojeh, milet û welatan bi giştî berbat bike, wisa derve û hindirû tevlî hawîrdorî xwe bi zirtên terorîzmê dihingivîne.
    Neyse çend roj mane ku heft mehên şoreşa Sûriyê tewaw bibin, û hêj tevgera siyasî helwesteke yekgirtî, zelal û camîne nedaye xuyanî, gelo dê bi kê re helwestê digire, dê dijî kê  raweste, di heman çarçuveya sist û dîmarî de, li ser zemîna ketîwarî, hêj gelekî bi giranî û kêmanî hevparî xwepêşandêrên kolanê yên aştiyane dibe, çar partî ji nêv koma qaşo partiyên hevgirtî, bi konseya (Tensîq) re ya Şamê helwest girtine, û yên mayî bêtirê wan bi hêzên daxuyaniya (Dîmeşqê) re helwest girtine, vêca wê bi kîjan şêwaz û awayê yekgirtî li mafê rewaya encûmena niştemanî ya ku li Istanbolê hatiye damezirandin mikur bên, di çaxê ku her çarên pêşîn, hîç negengaze ku li ser termê şehîdan guftugoyê bi rêjîma kujer re bikin, vêca yên dîtirê di nava keldûmana du agiran de kelecana vemana yekbûnê dikin, herweku hin ji wan gelekî dil heye, ku hemelayî encûmena nûhatî bibin.... lê kengî...? mixabin li şûna fisguran tucar dobelan şîn nayên û şikêr jî tucar stêr.
    Pir daxe hîç nexewne ku dilopên xwîna çalakvanê dûrbîn û pêşzan, nemir Miş,el Temo xalên ronîdar li ser tîpên kurdewariyê çirax vedidan, mîna stêra rêya vegerê tîrêj didane alavên azadiyê, min ji dengê awazên dilopên heman xwîna pakîza û evra zanî, ku nemir Miş,el Temo qet nepoşmane, ku giyanê berxwedêr behremî azadiya gelê xwe kiriye, herwiha di 7 – 10 – 2011 an (îna encûmena niştemanî me mînak dikî) pêşewayê kargorî Miş,el Temo, endamê heman encûmena nûzayî li ser destê (şebîhe) xinizkarên rêjîma faşist şehîd ketiye.
    Destegul gewremêr û tekoşiyarê mêrxas Miş,el temo, vîna gelê Kurd di kêşeya siyasî ya evra de nimûne dikir, loma ji gotina ku di 40 rojiya nemir şêx Maşoq el Xiznewî de dabû, êdî li cem rêjîma terorîzmê mabû pirojeyekî kujtinê, bi taybetî dema ku ji ser rêya Helebê hatiye revandin, hinga niyaza dêwên ewlekarî xweş hate nasîn ku wî bikujin, lê bi saya tiknolojiya birûskî ya medya navnetewî, li gel çalakvanên hemrahên wî yên xemxur, nemaze ku bizûtî rabudûyî sêpila wî bûne, tirumpêla wî di Mir,aba dezgeyên ewlekarî de dîtine û pirsyar zêde lê kirine, lê bûne pale û li hawîrdor pelendar bûne, loma derfet ji destê rêjîma rîpok çûye, tenha bo ku wî beta bikin ango wî bikujin.
    Hewldana kujtina wî heman xinizkaran di 8 – 9 – 2011 an de kirine, lê mixabin pêşewayên tevgera siysî jê bawer nekririne, digotin Miş,el xwe kiriye mîna lehengê fîlimekî Hindî, herwiha di encamê de bûye pirjeyê nemirî, û jiyan di ezmûneya nemirî de behremî nifşên nûhatî kiriye, û navê xwe di rûpelê dîrokê yê zrîn de tomar krirye, nimûneyeke kurdperwerî û pêşmergayî pêşeng kiriye, herwe mirov li ber yadiyên kargoriyên wa birêz û pate diraweste, ji ber ku bûye nemirê rûmeta gelê Kurd di van mercên tengezarî de, û lehengiya giyanê xwe diyarî lehenda şêran kurdistana evra kiriye.
    Jankêşana vewestanê ya rêwingiya tîplêdanê li ser baskên (skaybê) ji Qamişlo tanî bi Istanbolê, li gel rûdêmê geşbîn û mûralê bizavêrê serkeftî nûnerî hilgirtiye, peyan, salix û rêbaznameya xwe ya siyasî gihandiye tekoşiyarê dûrbîn Ebdulbasit Seyda, bê perwa û paxav bi gişê viyana xwe, li hafa tekoşînê, li kolanên Qamişloka leheng vehewiyaye, ji himêza diya Faris hevaljiyan dilsoz û nemekdar, gavên çespedar dane tekoşînê, nemaze ku namedariya xwe ya evra bigihîne cemawirên xwepêşandêr, tevlî kewt û komên ciwanên pirotistêr, li bajarê leheng bi hemî pêkhatên xwe ve bûye, lê pir daxe ku di kateke bêqidoş û bextreşî de, li ser destê dêwên xwefiroş yên rêjîma noker hatiye kujtin, li gel Marsîl kurê wî û Zahîde Reşkêlo nûnera têkeliyên şepêla pêşerojê ya kurdî hatine birîndar kirin.
    Di encama meşa mergê gorbihuştî de, cemawirekî pir giran li dûv raperiye, ji bo ku berê mergê leheng dabûne navenda bajaêr, daku xwediyên wî neryana dawî lê bikin û xatir cara dawî ji hev bixwazin, karbidestên rêjîmê bi hemî texlîtên xwe ve, tevlî çekdarên xwefiroş, bûne bendaveke asê li pêşiya cemawirên şînkêş û rê lipêşiya lehiya gel girtine, bê danustandin cemawirên inirî bi guleyan barandane, û di encamê de Cemal Husên û Hesen Mustefa şehîd ketine, çend kesên dîtirê jî birîndar bûne, herwiha mergê nemir careke din vegerandine nexeşxaneya Ferman.
    Piştî şehîdketina Miş,el Temo roja dinê 8 – 10 – 2011 an daxuyaniya partiyên tevgera kurdî, ya qaşo siyasî li ser malpera Welatême.com hatiye weşandin, ya ku weşangerên wê di baweriya min de tiştekî ji elfebata siyasetê nizanin, bi kêmanî ku xwe ji şerê gêl û kewdaniyê biparêzin, herweku lehiya cemawirên gelêrî yên şînkêş, li dûv mergê cangoriyê azadiyê, nemir Miş,el Temo tewanbar dikin, û şehîdketina herdû pakrewanên pakîza dikin sûcê cemawirên şînkêş yên damar-ragirtî û pifdayî, nemaze ku dibêjin em û xwediyên ciwan jê xweş rêkeftîbûn, ku ji mizgefta Qasimo berê wî bidine herêma Dirbasiyê, di çaxê ku yekî ji pêşewatiya tevgerê, endamîtiya encûmena niştemanî li gorbihuştî pîroz nekirine, û gelek ji wan pê re nediaxivin, hin dîtirê jê xeyidîbûn û gef jî lê dixwarin.
    Tişta ku ji daxuyaniya partiyên tevgera siysî hatiye nasîn ewe ku:
- damardariya cemawirên Kurd, di serî de rêvebirên ciwanên Kurd û cemawirên gelêrî bi giştî hêmen û tavilî bitevizîne, û giyanê ji desxweçûnê û metirsînê li niştecîyên bajêr peyda bike.
- hêmeniyê vegerîne hemî bajarên ser sînorê Turkiyê, ji ber ku bûye nêzî heft mehan, karbidestên ewlekarî pelemarî cemawirên ciwanên pirtistêr, tevlî diruşma rûxandina rêjîmê nebûne, ji tirsa geflêxwarina Turkiya û destêwerdan wê di hûrpîşên Sûriyê de, nemaze ku herêmeke dûrîdestan di bin çavdêriya xwe ya serbazî de raqetîne, û xelkên van bajaran di malên wan de ji şerê rêjîma noker biparêzin, êca daxuyaniya tevgerê bo heman armancê, xaçebirî helwesta rêjîma kujer dibe, mebest û arezûyên wê bi cî tîne.
- şaşiya pêşewatiya tevgera siyasî ya kurdî pir mezine, nemaze ku hêj civaka kurdî mîna keriyê pez, di serdema çerxê 21 ê de, li ser milê tiknolojiya pêşketî li dûv xwe dikişkişîne, hîç li bîra wan nejentiye ku ciwanan ji heft mehan ve, pêşinyara desteladariya siyasî ji destê wan girtiye, piştî rûxandina rêjîmê dê wan jî yekî li dûv yê dinê bavêje bîmaristan dîrokê, herweku di asoyên xuyanî de gengazeya alozewîst ewe, ku bawerî di navbera tevgera siyasî û hemî derbirînên civka kurdî de ji mêj ve şikestiye, wisa jî sed mixabe ku asteya birîna heman baweriyê, bi taybetî di vê kirîzeya nûhatî de kûrtir bûye.
- mebest û armanca serete ji daxuyaniya bêqidoş ewe, ku nerîna zilamên Hesen EbdulEzîm bi serkeve, û di encamê de rola xortên xwepêşandêr jî damirîne, û bandora wan li civakê banenizm bike, û herçî lagirên diaxuyaniya Dîmeşqê yên ku gereke destekarê encûmena niştemanî ya nûdamezra bûna, dê bê hay û hoş bikevin nav agirê rêjîmê û zewrên ciwanên pirotistêr.
    Gelo...? sedemên ku keys û derfetên lêhatî dane, terorîzma rêjîma noker, nemaze ku Miş,el Temo bikujin çine..?
- Miş,el Temo mîna kurdekî çalak, siyasetvanekî pêşzan, tekoşiyarekî gavlipêş, xwedî dost û cemawirên hemereng ji hemwelatiyên Sûriyê, li gel têkeliyên wî yên berfireh bi dijberiya hindirû û derve ve, van sedeman hiştine ku karbidestên rêjîma ewlekarî di 2008 an de, wî ji ser rêya Helebê birevînin, da qena wî bi finasekî genî beta bikin, lê mixabin weku li jor emaje pê hatiye dayîn, karbidestên rêjîmê derfet baş radest nekirine ku wî nependî bikin, tenha ew bi biryara dadgeha ewlekariya dewletê, ya nerewa bi 3 ê sal û nîvê ceza kirine, û piştî ku di destpêka şoreşa gelê Sûriyê de serbest hatiye berdan, dîsanê her di bin çavdêriya wan de maye, pê vepê, gav bi gav mîna pêwanan li dûv tevgera wî çarçavî bûne, herweku ew jî ji hindurê zindanê bê etlayî mîna kadroyekî lebak, yekser tevlî hemî çalakiyên siyasî yên ku pêşbaziyê didane şoreşa pirotistêrên niştemanî, hedn û tebat neketiye canê wî, nemaze ku pişikdarî hemî çalakiyên kurdî û niştemanî li Sûriê û derve bibe, loma terorîzma rêjîma faşist biryara kujtina wî zûtir daye.
- weku me di navnîşanê de daye nasîn, bi taybetî piştî ku xwedê jê xweş, pêşinyara desthilanînê radestî xwe kiriye, karê bêdeng û lawazan, xwetenparêz û keysebazan riswa kiriye, karê lavaj û dîlekî daye mandelê û qîra navtêdanê daye çalakiyên aştiyane, qet serhildan nedaye bi sernixûmiyê û ji ber rewşeke wa hingavtî û ji desxweçûyî, xwe ji nêv yekîtiya helperestî ya ku hin bi hin, perlayenî helwest û xwezyarên rêjîmê dibe daye alîkî.
- lewra ji bêkesukarî û bê xwedîtiyê, herweku wî di daxuyaniya xwe ya 29 – 8 – 2011 an de, daye zanîn ku pêşewatiya tevgera siyasî ya kurdî bi giştî ketiye bin sîwan p.y.d.ê, ya ku eşkera helwesta xwe li gora berjewendiyên rêjîmê guhertiye, herweku dixuye: piştî ku Turkiya bi tundî zirt li Sûriyê kirine, vêca ewê xwe ji yekîtiya partiyan bikişînin, û ta ku ji wan bê wê piştgiriya rêjîma Sûriyê bikin, tewer ku mêrik, yanî Miş,el Temo bûye endamê encûmena niştemanî ya dijberiya Sûriyê li Istanbolê, herweku Welîd el Mi,elim jî gotiye kesê ku li mafê heman encûmenê mikur bê, emê wan bi tundî ceza bikin, loma bê navbirk terorîzma rîjîma keysperest, di nava rojê de pêşewayê comerd û mêrxas kujtine.
- nemir Miş,el Temo bê etlayî tevlî çlakiyên aştiyane, yên ciwanên xwepêşandêr li kolanê bûye, diruşm û siloganên wêrek dijî rêjîma mujera gel dane, gotinên ku giyanê raperînê di ciwanan de jîndar dikin dane, her în digote wan emê heman berxwedana aştiyane bidûmînin, tanî ku em vê rêjîma diktator û kujer biûxînin.
- helwesta pêşewatiya tevgera kurdî ji raperîna kolanê, nemaze ku bi şêweyekî şermokî piştî deh înan, çar partî bi sê-çar kesan pişikdarî xwepêşandana roja înê dibûn, û di bangeweşiyên xwe ya cemawirî de şerê ciwanan ji yê rêjîmê bitir dikrin, digotin wan tev sakûl û sewterîne, xwediyên deqên gumgumok û tûpişkane, hewl didin ku bi van kiryarên kelevajî pêşewatiya civakê raçengî xwe bikin, loma ji 1957 an ve tucar pêşewatiya tevgerê ya paşverû, dil nekirine ku cemawirên ciwan di navgîna rêxistinên wan de pir bibin.
- Daxuyaniya ku malbata xwedê jê xweş li ser Enternêtê weşandi ye, di wê de jî hatiye nasîn ku pêşewatiya tevgerê bi malabtê qet neşêwiriye, mixabin di encamê de malbatê jî di daxuyaniya xwe de, daye nasîn ku ew jî hemelayî helwesta rêjîmê bûye, di heman katê de jî dema ku malbatê serwatiya tevgerê li derewê rast aniye, ew jî hebxwe bi vî karê riswa nirxê lawê xwe nemir Miş,el kêm dikin, xweş didine xuyanî ku li têkelî û destekariya rêjîma kujer poşman bûne, hîn kambaxtir jî dema ku nehiştine heval û hogir ji rewşenbîr û serwayên partiyan, gotinan li ser mergê cangoriyê şoreşa Sûriyê bixwînin, lehengê ku ji gef û zirtên dêwên rêjîmê tucar ji desthilanîn neketiye, bi ser vê yekê de jî malbatê hewl daye, ku li ser pişta kujtina lawê xwe navxwe û rêjîmê xweş bikin, di heman bafîkê de jî daxuyaniya partiyan peyva rêjîmê di piroseya kujtina Miş,el Temo de bi kar neaniye, herweku hebxwe peyva şehadetê jî pêşiwarî wî nedîtiye.
- pêşewatiya tevgera siyasî ya kurdî piştî nêzî 20 rojan, nemaze ku encûmena niştemanî, ya dijberiya Sûriyê li Istanbolê hatiye damezirandin, ya ku Miş,el yek ji endamê ewledariya wê bû, hêj mêranî bi yekcarî nehatiyê, ceger jî nekiriye ku li mafê rewatiya wê mikur bê, tenha ji bo ku yekîtiya navxweyî ya şeliqî û pûçencam ji perçebûnê biparêze, herbûkî li ser zemîna ketîwarî duperçebûna wê di du çarçuveyan de eşkere bûye, herweku 4 partî hemelayî konseya pevketiya Hesen Ebduezîm bûne, û her çar serokên partiyan bûne endamên nûsgeya wê, û 5 ên dinê gereke bi daxuyaniya dîmeşqê re rêkeftîbin, ya ku encûmena niştemanî bêtir bi pêşinyara wê hatiye damezirandin, lê mixabin tevlî ku seranserî Sûriyê roja îna çûnî xwepêşandêrên hemî bajarên Sûriyê, li rewatiya wê mikur hatine û îna 7-10-2011 an bi navê wê tomar kirine, vêca pêşewatiya tevgera kurdî ya siyasî, ji bo 4 partiyan û ji tirsa ku ew tayê xav di navbera wan û dostên rêjîmê de biqete, nemaze ku rêjîmê di van mercên tengezarî de zivêr nekin, ango bi kêmanî destkarên rêjîmê, di nava koma partiyan de ne tengijînin û ji yekbûnê jî nerevin.
- daxuyaniya partiyên tevgera kurdî ya siyasî, damarên desthilanînê di cemawirên helperî de sist û xav kirine, bi taybetî dema ku bi şêwazekî ji qanêder cemawirên inirî tewanbar kirine, û rêjîma kujer bê guneh û destpak ji piroseyê derxistiye, herweku çalakiya aştiyane wergerandiye êrîşeke çekdar, wisa mehne daye dêwên karbidestên rêjîmê, tanî ku xwe dane kujtin, di çaxê ku t.v. ya Cezîrê wêneyên pirotistêran yekser diguheztin ser ekrana xwe, êca ku ne ji daxuyaniya koma partiyan bana, dibe ku roja dinê li dûv şînengeriya herdû şehîdan, cemawirên hemî bajarên cezîrê, bi taybetî bajarên ser sînorê Turkiyê, mîna Qamişlo, Amûdê, Dirbasiyê, Tirbesipî û Dêrika Hemo..t.d. bi hemî pêkhatên xwe ve, di xwepêşandanên aştiyane pir mezin de, weke lehiya bejî berê xwe bidana sînorên Turkiyê, ta ku medya cîhanî ji wirê wêneyên cemawirên pirotistêr bigirtina, û li cîhanê tanî bi konseya ewlekarî ya navnetewî deng vedana, bê gumane ku vê carê rêjîm nikare bibêje, kurd dixwazin perçakî ji Sûriyê raqetînin, ji ber ku hemî pêkhatên Cezîrê û Sûriyê bi giştî, bi hev re seranserî welêt bihev re pişikdarin, û destgul çalakiya xwepêşandêran aştiyane peyda bûye, tenha em ji ber kujtina dêwên rêjîmê xwe di bextê sînordaşan de diparêzin.
    Hîç li bîra min ne jentiye ku sergevazê çeleng Miş,el Temo, wisa di destaneyeke dîrokî de, dê bi lehengî û comerdiyeke rûmetdar giyanê pakîza perwayî azadiya gelê Sûriyê bikî, ne mîna hindek kilasîk û paşdemayî, nemaze ku hêj ji dema cenga sar diaxivin, û kurdewariyê mîna bendeyeke çandinî û avdêranê, tenha di nava xwebixwe de biparvedikin, xwedê jê xweş Miş,el Temo lawê qûnaxê bû, mîna camî zelal û vekirî bû, piştî ku ji zindanê serbest hatiye berdan, ez jî bi serdanekê çûme mala wî, di nava danustandinê de, bi kurtasî nerîn û helwestên xwe ya siyasî di biwara vê kirîzeya heyî de, ji min re ta bi derzî vekirine, gote min keko şoreşê ji Der,a destpêkiriye, nemîna pilana ku avdeyên wê li Dêra zorê bi dezgeyên ewlekarî re hatibûn hûnandin, û di 12 – 3 – 2004 an de li ser serê Kurd tenê li Qamişlo gerandibûn, hinga kesekî destekarî hema di bin sîdaariya mafê mirovan de nedaye Kurd, lêbelê Kurd ji gel karbidestên ewlekarî yên rêjîma pilangêr hate tewanbar kirin, nemaze ku hewl dide perçakî ji Sûriya raqetîne, û bi ser dewleteke biyanî ve berde, herwiha di encamê de dîsanê kurdên bê xwedî, qelenekî giranbuha ji xortên ciwan danîne.
    Lê hema vê carê şoreş ya civaka Sûriyê bi giştiye, (axavtin hêj ya Miş,el Temo ye) êca di baweriya min de derfet zêrîn bo me kurdan hatiye, tenha ku em hevmilî hemî pêkhatên sûriyê bo guherînên dîmuqrasî bibin, ji ber ku dîmuqrasiya sîstematî hemî mafên me kurdan di perensîpên xwe yên bineretî de diparêze, nemaze ku dîmuqrasî hêmanên serete jê re hilbijartine, hinga Kurd xwediyê xwe û çar milyon nasname ye, hîç ne pêdiviye ku em cîyewaziyên nakokîbar di nava xwe û dijberiya Sûriyê de çêbikin, bi taybetî ku hin ji me dibêjin mafê etonomî, netewa duyemîn, netewa sereteyî, rêvebiriya herêmî, konfederalî..t.d. ev mafana tev di dîmuqratiya lîberalîya siyasî, çandî, civakî û aborî de rûniştîne, êca ku dijberiya Sûriyê bi me re li ser pelgnameya dîmuqrasiya lîberalî emze bike, hinga destguhêziya destelatdariya aştiyane di rêya hilbijartina pak û destpaqij de, radestî hemî pêkhatên Sûriyê dike, mafên Kurd yên siyasî, çandî û civakî mîna neteweke cuda destnîşan dibin. Loma dibêjim gereke tevgera kurdî bi giştî tevlî cemawirên xwepêşandêr yên kolanê bibe, ez dibînim ku em Kurd bi şêweyekî taybet guh bidin dijberiya Erebî, tenha ku em bixwazin li ser milê diplomasiya siyaseta niştemanî karekî sûdwer bo miletê xwe bikin, nemaze ku em kêşeya xwe piştî rûxandina rêjîma malabtî ya faşist, bispêrin pelgnameya ku guherînên dîmuqrasî çê cîbecî dikin.
    Ji van xalên pêşgotî xweş tê zanîn ku pêşewatiya tevgera siyasî ya kurdî, hîç ne xurd û hinkûfe ku li vê serdema hestiyar ya çerxê 21 ê û pêşketî, nemaze ku qûnax tê re bi dehkên salan derbas bûye, pêşewatiyeke kevnar û hişpîr nema bi kêrî nûxwazên serdemê tê, lêbelê baş li xwe hay bûye ku cemawirên ciwanan ji hemî pêkhatên bajarên kurdan, nema serokatiyeke wa paşdemayî bo vê serdema hestiyar pesende dikî, û ciwan roj li dûv rojê bixwe re bêtir hogirî Miş,el Temo dibin, û li rêbaza tekoşîn û berxwedana wî ya aştiyane çaktir dibanin, vêca pêşewatiya tevgera kurdî ya siyasî, ji dêvla ku daxuyaniyeke taybet bo şehîdketina wî belav kribana, bi şêweyekî konevanî dijî helwesta rêjîmê, nemaze ku her dixwaze bajarên kurdan hêmen bê kujtin û girtin bimînin, vêca min dê bi konevaniyeke aştiyane û siyasî, berê pirotistêran piştî kujtina şînkêşan bidana sînorê Turkiyê, ta ku cîhanî tev pê agadar bibana û li gerdûnê giştî dengvedana.
    Bi rastî rewş û pergala welêt velerzî û tagirtiye, êca tirsa min ji wê yekê ye, ku heman pêşewatiya tevgera kurdî ya siyasî, ya ku di van rojên nêz de dê kongerekê li darxîne, kongera ku: 1- kesên kêşegir, welatparêz û kurdperwer, 2- rêvebiriya ciwanên pirotistêr yên ku li ser zemîna ketîwarî, û li ser terezûya helwestên siyasî û niştemanî rûyê tevgera siyasî sipî kirine, 3- rewşenbîrên xamesoz û namedar, hevpeymanê dilsoz û nemekdar bi tevgera siysî re, 4- li gel 5-6 partî û girûpên serbixwe, nemaze yên ku guherînên dîmuqrasî û çalakiyên aştiyane, berxwedaneke mêwedar û erênî diçesipînin, vêca tev ji şahîneta xwe ya rij û kelê bêpar kirine, tenha ji ber ku têkeliyên wan bi ciwanên pirotistêr yên kolanê re hene, loma rêvebiriya kongera partîperestan ew ji emadebûna kongerê ewarte kirine, bi taybetî çima ku her çar beş ciwan û serbixwne, vêca tev ji kongerê bê parkirine, wisa bi qasî  ku xwe ji xwîna ciwan ya hemdemî û rewşenbîrê kêşedar diparêzin, bi wî qasê paxavan ji xap û rîpên rêjîma totalîtarî nakin, herweku me li pêş emaje pê daye, hêj di bin sîwana ramanên radîkalî û eydiyolojiya tekpartiyê de, mîna rêjîma Efleqî welat bi tekraweya destûrî dagîr kiriye, wisa jî tevgera kurdî ya siyasî disêwire, ku civaka kurdî destkêşî xwe kiriye, vêca şaşiya hew jê mezintir ewe, ku ji paşencamên heman kongerê, bi yek pîvana wekhev rêvebiriya kongerê, helwestê ji dijberiya Sûriyê bi hemî pêkhatên xwe ve, û rêjîma kujer weke hev bistîne.
   Herwiha tevgera siyasî ya kurdî xweş têgihaye, ku ne dibin sîdariya ramanê radîkalî û rêjîma totalîtarî debe, nemaze ku gelê Sûriyanamo, piştî rûxandina Beşar û malabata wî azad bibe, teqez dê cemawirên Kurd bi taybetî lawên qûnaxê, dê ji dil û can hewl bidin, ku civaka kurdî ji serokatiya kevneperist rizgar bikin, xweş diyar bûye ku serokatiya tevgerê, tenha ji bo ku ji hev ne vepijile, li mafê encûmena niştemanî mikur nehatite, tenha ji ber ku ciwanên pirotistêr pêşdemî li rewaya wê mikur hatine, wisa ji bo ku derfetê nede ciwanên Kurd û wan serguherî hev nekî, gelo di vê kirîzeya ku tîpkî razên wê hatine ravekirin, vêca bi kê dikenin û xweş dizanin ku nêzîk nedûr wê rêjîma totalîtarî birûxe, teqez wê ew jî li gel heman ramanên radîkalî, yên bîrkevin û hişpîr li ber bahoza buhara kurdî bêne xwarê, wê hokerên pêşzan dîmuqrasiya lîberalî ya hemdemî, li şûna rêjîma radîkalî ava bikin, seqa û mercên wekheviyê bi dest ve bînin, mixabin ku serokatiya tevgera siyasî ya kurdî, xwe baş pêştîpên çarlepka siyasetê ezmûne kiribana, ku ji heman perwerdeya radîkalî seraqet serwatiya tevgerê xwe ji cemawirên gelêrî, bêtir ji nifşên nûhatî neşûştina, herweku her dixwaze di bin sîwana rêjîma totalîtarî de keysebaziyên helperestiyane radest bikî.
    Li radeyekê çima ku nemir Miş,el Temo, ji navkutka dilê ciwanan qîra navtêdanê kiriye diruşma berxwedanê, bi taybetî ku bi saya bizava wan şoreşê berdewam bihêle, tanî ku rêjîma malbatî ya ku di serê xwe de kurmî bûye, ji ser textê şahanî li ser devê xwe bête rûxandin, loma serokatiya tevgerê qet dil nekiriye ku peyva nemir bide lehengê nemiran, herweku ji daxuyaniya tevgerê hatiye nasîn ku Miş,el Temo, hebxwe di pilaneke şevnivistî de xwe daye ku kujtin, tenha ku xelekên zincîra kurdî bişikîne, (weku ew dibêjin) ango aramî û tenahiya pêşewaatiya tevgera kurdî bike kerafî, wê ji xewa giran ya çerxê çûnî şiyar bike û bête niqurçandin, û bi şehîdxistina xwe pêlên cemawirên pirotistêr li kolanên bajarên kurdî hêçtir bike, bo ku hêmeniya miriyên goristanê nikder bike, nemaze ku çakbextirîn karê sûdwer jê re ewe, ku şêwazê çalakiyên berxwedana aştiyane neraweste, tenha ku tevgera ciwwanên kolanê tenahiyê li wan dike jehra maran.
    Herwisa jî pêşewatiya tevgerê di daxuyaniya xwe de peyva (rêjîm) bikar neaniye, lêbelê cemawir bi tilama ciwanan tev tewanbar kiriye, herweku ji mêj ve di nava dafik û xefkên rêjîmê de werbûye, bê guman bê hayê xwe pê re ketiye pilaneke berguman, nemaze ku derfetê dide dêw û çolaxên ewlekarî, bo ku finasgenîtiyê di lorîkê de binax bikin, wisa ew bûne sedem ku cemawirên şîngerînê bi guleyên zindî bibarînin, di encamê de xwe mîna dîkê şindol ji nûneriyê didawişîne, û bi daxuyaniya xwe ya bê qidoş ji stûbariyên xwe yên siyasî bireve, ku bê serî xwe têkeve ber şek û pekên xamesozên rexnevanan, herwiha çaktirîn berjeng û çavkaniyên ku ew şût û tazî riswa kirine, t.v. ya Sûriyê ku daxuyaniya serokatiya tevgera roja gonê dehbare xwendiye, ji ber ku daxuyaniya bêqidoş berevaniya siyaseta rêjîmê bê bê meteh kiriye, ku pilana kujtinê xistiye stukra cemawirên pirotistêr.
   Loma jî di naveroka daxuyaniyê de tenha carekê navê Mişel Temo nîvisandiye, û ji heman têgehê cemawirên ciwan û gelek ji rewşenbîriya kurdî dibêjin, pêşewatiya tevgera kurdî di vê serdema buhara Erebî de, bi taybetî di vê şoreşa gelêrî de, tenha çima ku gelekî li ser xwe digirî,  weku hîç nabîne bê rêjîma har û noker, çawa ji Der,a tanî bi Qamişlo, li rojhilat û rojava bajarên Sûriyê bi sîpahên ku ji sînorê Israîlê kişandine hindurê bajarên Sûriyê, û bi tundutûjî cemawirên xwepêşandêr yên aştiyane, destvala û sîngtazî dikujin û pelekût dikin, xanuman û firoşxane pûre û yexme kirine, milet ji berê ve wêran û talan kirine, mixabin hêj hin ji wan hêviyên mezin di rêjîma ku ji heft heyvan ve rewatiya xwe ya niştemanî û navnetewî wenda kiriye dibînin, ji heman helwesta ji desxweçûyî helbetî tucar nikarin biryarekê bi viyana serbixwe bidin, êca bo heman libendeman û derengîxistina biryarên dîrokdirêj, nemir Miş,el Temo giyanê pakîza ji bin tîraja roka xawer, bi sîka xaka pîroz ya welatê xwe kurdistan sipartiye.

 
Qamişlo.... 10 – 10 - 2011



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.75
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark