Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Pirtûka Mem Zîn ji Aliyê Enstîtuya Kelepûrê ve Derket

 


  Ji aliyê beþê çap û vekolînê ya Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve pirtûka (Mem û Zîn- Sê Versyonên Wê Ji Deverên Êzdiyan " digel CD bi dengê þêx Mîrza") li ber dest e, ev pirtûk ji berhevkirina nivîskar Dawid Murda Xetarî ye û ji 125 rûpelên qebare biçûk pêkhatiye.
Weke diyare ku her miletek bi dastan û çîrokên xweyî lehengiyê tê naskirin, ê me jî weku miletê kurd ji bilî bi dehan dastan û çîrokên meyî Floklorî, dastana Mem û Zîn bi nav û dengtirîn dastane li cem me, û em weku miletek bêtirî nasîna me bi vê dastanê hatiye, ji loma pêdivî û erkeke li ser milê me ye, ku em vê dastanê bêtir vekolînin û deqên wê berhev bikin.


Ji aliyekî dîtir ve, hêjaye em bibêjin ku çendîn hozanvan û sitranbêjan ev dastan gotine, belê di vê pirtûkê de sê nimûneyê Mem û ne Zînê ji deverên Êzdiyan (Þêxan, Þingal, Xetarê) ku çend xalên ciyawazîyê di navbera her sê deqan de heye, ew ciyawazî jî, berhevkar di pêþgotina xwe de ew bi 27 xalan destnîþan kiriye.
Herweha pêwîst e bê gotin ko Enstîtuya Kelepûrê Kurdî weke dezgeheke taybetmend bi geþepêdan, komkirin, erþîfkirin, belavkirina Kelepûr û Floklorê Kurdistanê hatiye damezrandin. Piþka (çap û vekolînê) di vê dezgehê de her ji destpêka karê xwe de, çarçeveke zanistî û cêgîrî ji bo karên xwe destnîþan kiriye, û hewl daye ko berhemên xwe weke çavkaniyeke zanistî di erþîfa pirtûkxana kurdî de, kelk bi tiwêjeran û lêkoleran bighîne. Ji bona vê mebestê, bi hemahengî li gel kesayetî û þarezayên bwarê ferhenga Kurd û Kurdistan, projeyên xwe cih bi cih dike, tevî wê, ew nivîsên û lêkolînên ko ji aliyê nivîskarên din jî dighê ber destê wê, weke tevahiya projeyên xwe karê zanistî û hunerî ji bo wan dike û dide ber çape.
ev pertûk jî ji aliyê beþê çap û vekolînê ya Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve hatiye belavkirin, hejmara belavkirinê (117) ya Enstîtuyê-Dihok. Û Ji rêvebiriya giþtî ya kitêbxaneyên giþtî, hejmara (1504) ya sala(2011) ji bo wê hatiye dayîn. Û li çapxaneya (Karo) li bajarê Silêmaniyê hatiye çapkirin.


Beþê Çap û Lêkolînê
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî
Silêmanî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark