Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çawe hevpeymana xortê Sewa Çêbû (Xeleka- 3)

 


Luqman Silêman
 
  Ser û binê Sûriya dikelê. Tirs û şahî herdû  tevlî hevbûne bi hevre di meşin. Di her celdê de di her malêde di çav û devê her mirovî de di nava celdê de di nava milet de xuyadikin.. Em jî di xwazin wek milet wek xortê kurd ciyê xwe di nav wê kelê de bi grin. Lê em di kin û nakin  ciyê me venabê. Tiştê li pêşiya me vedibê tenge û em di kin û nakin bi mere ferenabê.. çimkî her em di xwazin ferebikin hindîn hene ji me zîrek tirin li me tînin hev û derdora me jî ne alîkarin bi me re û di orta me û wan di di sekinin.


 Li malê li ber  dîwara li civata giftûgo çêdibin qirik ziwa dibin û di hin caran de dil manî jî di wan gotûbêjan de çêdibin.. gelo ka wê miletê me çibke. wê tevlî şoreşê bibê.. yan gereke em jixwere guhdar bin. wek ku rêxistinê me ji demekîv e di guhê milet de di xwînin da ku milet hevlî pêşendana nebin. Heger ku miletê Ereb bi dê xwe emê çibkin!! Milet li ser derketin û ne derketinê bûye parçe parçe.. hin dibêjin emê derkevin û hin dibêjin em dernakevin. Lê çaxê ku ji wî beşê dibêjin gerek em dernekevin pêşendana tê pirsîn..Gelo çima gerek em dernekevin. Ew vê bersivê didin ( ma ya me çiye ..?! ma çaxê ku em sala 2004 an derketin.  ma kes ji Ereba bi mere rabûn.. mane em dihatin kuştin û wan jixwere li me dimeyzand bila ewjî werin kuştin û emê jixwere li wan meyzênin) beşekê dî di gotin: bila Ereb rabin û kengî gihane cem me emê wê çaxê rabin. Lê beşek hebû di gotin na çima emê dernekevin. Gereke em berî herkesî derkevin.. Ji rexê dî ve tevgera meya kevnar bi şêwekî dil êş  ew rojên nexweş tanîn bîra milet. û duhezar û pêc diber çava re di bûrandin û milet bi ser xewnê tarî û giran de dajotin. di celdêde di gotin binêrin heger ku em derkevin pêşendana wê vê carê Ereb êrîşî malê me bikin…... û pêwîste ku me haj ji xwe hebê da ku kes menexapînê. çimkî rewş pir  nexweşe û ev ceng neya meye gerek em tevlî nebin û em jixwere li wan meyzênin…..

Rojekî ez çûme cem hevalê xwe (R) em rûniştînbûn me dî va Nesredîn Birahîm berpirsiyarê partî hat derbasî cem me bû. Piştî ku me li dem û rewşahev pirsî. min jêre got: em li benda wene  ka hûn tiştekî nakin mamoste...  ma dem nehat da ku kurd jî bi rola xwe rabin û em kesê ser bi xwe li benda we ne. wa wê şoreş dest pêbikê. gerek emjî tevlî şoreşê bibin da ku emjî bibin parçek ji vê şoreşê… Wî li min vegerand got: na em ranabin û heger ku ji min werê ez nahêlim kes ji kurda tevlî şoreşê bi bê û nebin parçek ji vê şoreşê. û serê me bi vê şoreşê na êşê. Di peyre bi çend roja min Fêsel Yûsiv li eynê cî dît û eynê pirsê min jêkir.. wîjî ji min re wisa got: em dernakevin û derketin ne karême ye. ev karê Ereba ye bila ew xwe ji hev safîbikin…
Faysbokê jî karê xwe dikir û vexwestinek li ser faysbokê hatibû weşandin û têde ji milet xwestibûn ku pêncê axlêvê dakevin celda.. di peyre partiya pêşvero û partiya Elwehdê (bi navê encûmana giştî ya hevbendiyê daxuyaniyek derxistin û têde ji milet xwestine ku guhê xwe nedin  mediya û ev kesin xerabin û di xwazin bi mejiyê miletê kurd bilîzin û miletê me bajon bi ser tiştin xerab de. Hin hene di xwazin miletê kurd tevlî tiştê nedirêde bikin..ji lewra em ji miletê kurd ji xort û keçê kurd di xwazin ku li pey van kesê wisa neçin. çikî ew di xwazin miletê me bidizin. Milet tevlî hevbû gotûbêj di celdê de belabû li ser dirêjî û pehniy ê.

 Beriya Newrozê bi çend roja ez û Ciwan em çûne sînaha… emê ketsiya min çêkin ji bo Newrozê. Me Fû ad Elîko û Ebdilsemedê Xelef biro dîtin û me ji wan re got: ka hûn  çidikin.. hûnê derkevin hûn dernakevin.. mane we carê di got em li benda fersendekîn e. va fersend hatiye ber deriyê me. Hûn dizanin çavê celdê li weye ka hûnê kengî ji milet bi xwazin ku derkevin celdê. Fû ad Ji mere got em di xwazin  miha Newrozê derbas bibê bê ku tiştek li devera kurdî çêbibê. Birastî em li benda Newrozê ne. hema Newroz bi dawî bi bê hûnê bi bîni n em çibkin.. emê dakevin celdê û niha em karûbara xwe jêre dikin. Min ji Fû ad re got: heger hûn dernekevin emê derkevin û birastî em kar jêre dikin lê emê çiqasî têde bi ser kevin ew hîn nexuya ye. Lê me daye pêşiya xwe ku em vî karî bikin..  
Me jixwere got: wisa çênabê gerek em tevgerê tevî bi bînin di bê ku hin ji wan be mere derkevin. Û birastî jî hin xort ji rêxistina bi mere hebûn. Nexasim xortê partiya Yekîtî û xortê Şepêlê û Elwehdê. lê ew ne bi biriya rê partiyê xwe tevlî me bi bûn.. Min û Ciwan piraniya rêxistina dîtin. Carna ez bitina xwe û carna ew bitina xwe û hin cara em herdû bi hevre.. lê mixabin tev ne bi derketinêrebûn. heryekî bi şêwekî baweriyê xwe bi gotinê xwe tanî. da ku xwe ji şoreşê dûrbikin  û di xwestin celdê jî razîbikin….

Şazdehê 16-Newrozê hevalê me Nesiredîn û Hervîn û Ebdirizaq Temo ji Şepêlê û hin hevalê Ereb li pêşiya dadgihê li Şamê hatin girtin û berê wan kete zindanê. Êvara Newrozê ez û Ciwan me pîrekê xwe bi xwere birin û em çûne cem zarokê Nesredîn û me ji wan re got derkevin Newrozê.. ji ber ku ji mere hatibû gotin ku zarokê Nesredîn dibêjin em naçin Newrozê. Beriya me jî (R û E) çûbûn mala Nesredîn û ji pîreka wîre gotibûn çênabê hûn neçin Newrozê..  
Me jixwere got: Şoreşê destpêkir û nema di sekinê. Nexasim piştî ku li Derha ew tiştê kesî nedîtî anîbûn serê wan zarokê  bê guneh.
Êvara Newrozê ez û Ciwan û (R) û (E) li mala Ciwan rûniştin û tiştê êvara Newrozê li celdê Qamişlo çêbûne ji çalekî û hêrsên ku xort û keç li kolana dikin û yê ku hîn li darin ji şahî û dîlana û agir vêxistin.  Me jixwere got heger ku em karibin sibî ji direxê bajêr ve seknekî yan pêşendanekî çûbikin wê başbê û serketinek bê ji xorta re. Yek jê me jixwere got bila dewara Hilêliyê bê û yadî wê dewara Enteriyê bê ji ber ku milet bûye di beş. beşek wê herê Elî Fero li rojavay Qamişlo û beşê dî wê herê Tirbesiyê li rojhilatî Qamişlo. Ji lewma me got çaxê ku milet ji çolê vegerê wê ew xortê  ku li Elî fero wê li Hilêliyê dakevin û li dewarê kombibin. Û yê ku ji Tirbespiyê werin wê li Enteriyê dakevin wê ewjî li dewarê kombibin. em ji hev belabûn da ku heryek ji hêlekîde û di rêya dost û hevalê xwere piropogenda ji vê gave re bikin.. hevalê me Welat Emê û hin xortê dî yê ku li Elî Fero ne. wê ew ji dewara Hilêliyê dest pêbikin û emê ji dewara Enteriyê dest pêbikin..
Roja dî em çûne Newrozê û em piropogenda ji pêşandinê re dikin. Min û (R) hev li Newroza Tirbesipiyê dît û me ji hevre got tiştê ku bi heryekî ji mere çêbûye û ne xasim piştî ku Mihafiz hate Newrozê û çû bin konê partiya û ew pêşwaziya ku jê re kirne ..
Beriya êvarî rewş tevlî hevbû û toz û tirazê dest pêkir û milet birefa û heryekî di cîkîre berê xwe dane malê xwe û pêşendaname ne çû serî û em têde feşilîn....!?    


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark