Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: BARKIR

 


 
Dildar Ismaîl

Ma ne zû bû barkir
Çû ji nav me
Bê xatir û bê silav
Ew perengê hê disincirî
Ew þewqa ne divemirî
Barkir …


Ew canê hê ciwan
Ew birîna bê derman
Ma ne zû bû windakir
Ew ramanên jiyanek nuh
Ew rojên bê guneh
Ma ne zû bû li ber me hiþt
Rêça miþtî kelem
Derdekî tev êþ û kul
Barekî giran û þil
Ma ne zû bû hêrivand
Peyva zelal û Pênûs
Hêviya mafê çarenûs
Barkir û barê giran
Li hêviya kê dimîne
Kî wan ramanên te hilgire
Axaftinên te belav bike
Riya te bi þopîne
Evîna te berdewam bike
Barkir……
Ma ne zû bû heyî buhar
Bê av Gul çawa ne çilmise
Bîr anîna te çawa bi çilmise
Helbest û awaz dil hînik nake
Peyv û çîrok can rihet nake
Soz dimîne ronahiya rojê
Bersiv dimîne û dîrok  ger binvîse
Xwîn dimîne qelenê peyvê
Xwîna sor û wêneyek zindî
Li paytexta bajarê evînê
Bê hildan û bibe nîþan
Nîþana peyva azad
Hêviya hemî xortan
Dawiya xewnê hêstir dibarin
wekî çemê ferat       Barkir ….????


14.11.2011 Elmaniya


dildarismail@hotmail.com 

 ((di bîranîna çil rojiya þehîdê azadî mamostayê mezin miþhel temo diyarî dikim))

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark