Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Nû min dît!

 

Nûþ‏în Bêcirmanî

Ji tariya ‏þevê
Min xwe dizî...
Raman û hiþ‏ min rêkirin
Hiþ‏ rê dibir
Raman roja nû dixwend,
Mêvanê çiya û asmanê te me,
Min himbêz bike,
Vemale, rondikên digindirîn,
Ji kehniya nalîn û îske îskê min.
***   ***   ***


Gerdena çiyayên te dirêje,
Wek ewrên payîza sêwî ,
Li gundê me,
Ku têr nebû,
Ji gum guma tavên giran,
Li te geryam
Di çol û bêlanan di geryam,
Bîranînên ‏þikeft û zinaran,
Min dorpêç dikin....
***   ***   ***
Ji ‏ahiya (bajarê kengê) *
Min tûrkê xwe mi‏þt kir,
Ji ava(BINÎSRA)
Damar û rehên xwe,
Min miþ‏t kirin,jîn û evîn,
Vaye ....
Heskêf keça çiya ye,
Batmana bav û kala ye,
Midyad,dîlokên azadiyê,
Ji yara min re dikirin,
Guhar û gerdenî...
***  ***    ***
Ji bin konê sêwîtiyê derkeve,
Deng
       reng
              çeng
Ji baskên ewrê zivistana min re
Hilde û were
Em tev bikin
Dîlan û  sema.....
***    ***     ***
Min tenê ne hêle,
Zû ,min ji bin,
Giraniya xema  derîne.....
Awrên çiyayên xwe neberde min,
Dilzîzim,
Hime hima ‏þêx seîdê kal
Min di êþ‏îne,
Silav li te þ‏êxê min,
‏Þaþ‏ika xwe,
Li gerdena yara min
Bi pêçe,
Ameda min,
Hêviya min,
Vaye çavhingiva min,
Xwe palda ye, kul û keserê te,Amedê....
Nû min dît,
Gulzar li Vê dê.....
Nû......
Min......
Dît..................

Bajarê kengê : Nisêbîne


Midyad 8.9.2006

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark