Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nasnama jineke kurd perwer

 


Mihemed Ebdê

Heybet þêx Haþim þêx Hesen di sala 1950 î de li gondê (Kêþikê) hatîye li ser riwê dinê ji malbatek kurd perwer. Ew dibê birazîya Seyd Elîyê Findikî helbestvan û zanyarekî kurd naskirî ye, û diya helbestvana kurd mamoste Hiyam Ebdulrehman e. diya 9 zaroka ye 2 kur û 7t keç.
Dibe ku gelek ji xwendevanan vê jina kurd nasnakin, lê karê me kurdan ev e. Em karmendên xwe û jêhatiyên xwe ji bîr dikin ta ku dçin li ser dilovaniya xwedê. Ji nû em wan tênin li ser ziman, û nayê bîra me ku em wan xelat bikin yan jî sipasîya wî karê wan pêþkêþ bi kin.




Çima me  ev jina kurd anî li ser ziman, karê wê û bihna wê û her 9 zarokên wê yên ku ew ê diyarî koma Narîn ya huner û filklorê kurdî kirne.Diya Heso ew jinek kurd hêja û dil êþ li ser jana gelê kurd di nala, çavên wê miþtî evîna welat bûn zarokên xwe xwedî kirbûn li ser evîna welatekî birîndar, û rêç û rêbaza Barzaniyê nemir. Ev ê jina kurd bihtir ji 20 t salan karê koma Narîn ya Huner û filklorê kurdî di mala xwe de dikir. Qet diya Heso qîma wê ne dihat ku kom ne li mala wê be, dilê wê tev huner bû, di nav Mûzîka stranan de difrî, kiras û xuftanê wê di bejna dîlanan de diherikî, û çavên wê yên xemgîn di þano û helbestan de ronî di dan.diya Heso karê wê û belengaziya wê bê westan bû. Ew ê  6  ji keçên xwe tevlî koma Narîn kirbûn.di dema ku gelekan xortên xwe ne didan koman. Lê ev tiþt qet li rex Diya Heso ne cihê seknê bû, tenê pêþketina komê hêvî û armanca wê bû.



Û ev karê wê yê pîroz qet bi pêþve ne diçû ku ne bi alîkariya heval bendê wê Ebdulrehman bavê Heso, ew ê ku serê xwe bi xanima xwe bilind dikir, û keç û xoretê xwe jî, bê çawe vê jina hêja ew xwedî kirin li  ser evîna welat û hunera kurdî.
Bi rastî mîna min di dest pêka vê nivîsê de got, gelek jî wê nasnakin lê gelek wê nasdikn, û ji wan Endamên koma Narîn ji 25 c salan ve , teva kenê wê û bejna wê li nav biroveyên komê ditine.
 Diya Heso ta ku çû li ser dilovaniya xwedê jî ew bê nasnama welatê Sûrî bû.
Ji me tê xwestin îro ku em navê Dayika koma Narîn li tekin, Diya Heso.

Silav li giyanê Heybet Diya koma Narîn.


Qamiþlo 4/11/2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark