Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ciwanên kurd di navbera Kongira niştimanî kurdî û civata niştimanî sûrî de

 


  Heyder Omer

Du bizavên balkêş di vê dema nazik de li Sûriyê deng vedane; yek jê kongira niştimanî kurdî ye, ku piraniya partiyên kurd li Sûriyê tevdigerin ku vê kongirê girêndin, da bi yek helwest û biryarê li gel rikberiya sûrî têkildar bibin.
Dêmek sernûse û armanca kongirê ew e, ku rê li ber perçebûna helwesta kurdî bigire da şûna gelê kurd di nav bizava rikberiya sûrî de û li hember rijîma totalîter hêzdartir bibe.


Bizava din jî civata niştimanî sûrî ye (C.N. S),ku beriya demeke kurt li Tirkiyê hate damezirandin û ragihandin, û hinek hêzên rikberiya sûrî xistin bin sîwana xwe, lê hêla Birayên misliman (Îxwan El-Muslîmîn) tê de dagerî ye.
Rûxandina rijîma sûrî û avakirina Sûriye ya demikrat û sîvîl, hemî hemwelatî tê de, ji her warên mafan û pêdiviyan de wek hev bin, armanc û daxwaza vê civatê ye.
Tiştê heya îro hatiye  xuyakirin ew e, ku evê  erka yekem û sereke ya vê civatê nikariye û nikare jî cirîda navbera hêzên wê sar bike, ji ber ku her hêzek ji wan, nemaze jî Birayên misilman, hewl dide, ku giraniya xwe bide ser hemiyan û civatê li gor ejnendeyên xwe bigerîne.
Tevgera ciwanên Kurd helwsta xwe li hember evan her du bizavan da xuyakirin, û şûna xwe jî nîşan kir. Ciwanên Kurd xwe dan kêlek C. N. S, û piştgiriya wê kirin, û di heman demê de jî xwe ji kongira niştimanî kurdî bi dûr de xistin, û daxuyaniya xwe roja 14. 10. 2011 weşandin, tê de weha çûn, ku „Em ne li dijî ramana girêdana kongirê ne, lê em li dijî awayên hibijartina endaman û komîta amadekar in“. Ciwanên Kurd pê de diherin û weha diçin, ku, awayê girêdana kongirê ji ber kêmasiyan dinale, ji ber ku hem nûnerên tevgera ciwanî tê nîn in, û hem jî nerîna wê  ya polîtîkî, li hember dozên giring, mîna rûxandina rijîmê, ne eşkere ye, û ji hêla din hinek hêzên çalak ji kongirê hatine bi dûrxistin. Vê lomê em di kongirê de beşdar nabin.
Ciwan Yûsif; berdevkê ragihandina (lihevkirina ciwanên Sewa) vê helwesta ciwanan teqez dike, û dibêje „Bi nerîna me, girêdana çi kongirê ne di bin sîwana saloxana (rûxandina rijîmê) de be, ew kongir li derdora daxwazên xwepêşandaran digere, û xiniziya xwîna sûrîyan e“.
Xerîb Heso; endamê bîrowa têkildariya Şepêla duwaroja kurdî jî vê helwestê diçespîne û weha diçe ku „ Girêdana kongirê bê pirogramên eşkere ye, û bê awayên, ku bikaribin tiştên tevdîrên partiyane di salên borî de ji hev belav kirine, bidin ser hev“. 
Her weha gelek kesayetiyên xweser û rewşenbîr û nivîsevanên kurd jî boçûn û nerînên xwe di tenga vê kongirê de dane  xuyakirin, û neyêniyên wê nîşan kirine; wek nimûne Jan dost çi hêviyê di bizav û  tevdîra partiyên kurd de nabîne, û weha diçe, ku „Her gaveke,ku partiyên kurd davêjin, eger hêzên ciwanan û kesayetiyên xweser û akadîmî bi xwe re nekin hevpar, ez çi hêviyên pir di wî karî de nabînim“.
Sedemên beşdarnebûna ciwanên kurd di kongira kurdî de bi qaserî  diyar û zelal in, ewqas jî ta radeyekê rast in, ji ber ku sernûseya kongirê û dûrxistina gelek hêz û guropên polîtîkî û ciwanan li hevdu nabanin; ango ev kongir nikare armanca xwe ya sereke pêk bîne.Lê gelo tenê ev 10 an 11 partiyên, ku dê vê kongirê girêdin, tawanbar in?!
Tê gotin ku her tiştek bi dijberê xwe sayî dibe. Vê lomê, ji ber ku ciwanên Kurd  kongir nepejirandine û piştgiriya  C. N. S kirine, divê mirov  bersiva ve pirsê  bipelîne: Gelo çi cidahî di navbera helwesta kongira niştimanî kurdî û ya C.N.S de di tenga doza kurdî re heye?.
Yekemîn bersiv dê bibêje : Civat bi awayê eşkere ji bo (rûxandina rijîma totalîter) dixebite, lê partiyên kongirê girêdidin ne xwediyên vê saloxan û helwestê ne. Baş e, eger em bibêjin ev bersiv rast e, gelo ji vê pê ve çi cidahî hene?.
Daxuyaniya ciwanên Kurd dibêje: „Tevî ku me hêvî hebû, ku nûnertiya kurd di civatê de bi encama kongireke kurdî ba, ku hemî hêz tê de hevbeş bana, û tevî  çewtiyên civatê di tenga tunebûna nûnertiya ciwanên Kurd di desteya karîger ya civatê de,  Em piştgiriya C.N.S, wek sîwana polîtîkî ya şoreşê dikin
Ev xala daxuyaniya ciwanan bi awayê eşkere dide xuyakirin, ku haya wan ji vê kêmasiya civatê heye, bi ser de jî ewana dizanin ku Ragihandina Şamê, wek hêzeke damezrêner di pêkanîn û damezrandina vê civatê de hevpar e, û hinek partiyên kurd jî endamên wê Ragihandinê ne, ango ew partiyan di armanca (rûxandina rijîmê) de hevpar in, ji ber ku wan heya îro ne xwe ji Ragihandina Şamê vekşandine, û ne jî nepejirandina vê armaca C.N.S diyar kirine.
Dêmek kêmasiyên, ku ciwanên Kurd di tevdîrên amadekirina girêdana kongira kurdî de dîtine, heman kêmasî di C.N.S jî diyar in; ango civatê ciwanên kurd bi paş guhên xwe de avêtin, û nexistin nav desteya karîger.   
Her weha daxuyaniya heft guropên ciwanan dom dike, ku „Ji bo yekîtiya rikberiyê em piştgiriya xwe teqez dikin, da sîwaneke polîtîkî, ku hemî sûriyan di xwe de bicivîne, were çêkirin, û rijîmê rojekê pêş de hilweşîne, dewleta sîvîl û demikrat were avakirin; dewleta ku nasnama kurdî ya netewî di makezagonê de, wek pêkhateke bingehîn diçespîne, û li ziman û çanda kurdî mukur tê, û hemî pirojeyên nijadperest, yên li ser gelê kurd bi kar hatine ji holê radike“.
Di vê xalê de ez çi cidahiyê di navbera hêviyên ciwanan û daxwazên partiyên kurd de nabînim, her kesek dizane, ku ev partiyan ji bo van hêviyên ciwanan ji zû  de dixebitin, lê cidahiyên navbera van hêviyan û tevdîrên C.N.S de hene, roj dû rojê eşkere dibin; cidahiya herî berz û beloq ew e, ku pirograma C.N.S di tenga pirsgirêka kurdî re ne sayî ye, û sînorên mafên gelê kurd di Sûriye ya nû de, ne li gor van hêviyên ciwanên kurd, belê li gor ejendeyên hêzên din yên civatê, dide xuyakirin; beriya çend rojan Sedredîn El-Beyanonî; rêvebirê berê yê Îxwan El-Muslîmîn, di pirograma (Niqtet El-Nîzam / xala organîze) ya setelîta El-Erebiye de li hember meliyonên guhdar û temaşevanan, bê tirs û bê fedî, û bê ku rêza ageha wan kesayetiyên kurd; endamên civatê bigire, diyar kir, ku mafê gelê kurd tenê hemwelatî ye, û bi ser de jî tevgera Bakurê Kurdistanê li gor wî/wan karekî terorî ye.
Nizanim ka helwesta tevgera ciwanên kurd li hember vê boçûna El-Beyanonî, ku di heman demê de ya Îxwan El-Muslîmîn e jî, dê çi be. Giraniya vê helwestê û ziyana, ku gelê kurd dê jê werbigire, gava mirov ji bîra neke ku hêla wan (Îxawan El-Muslîmîn)di C. N. S de dagerî ye, dê were xuyakirin.
Ez bawer im, ku Zêwer El- Omer; endamê C.N.S, bi vê yekê haydar bûye, vê lomê gotarek bi zimanê erebî di hin malperan de weşandibû, tê de helwesteke tund li hember C.N.S diyar dike, lê mixabin gava min careke din ew gotar peland, da ez lînka wê di vir de diyar bikim, min ew nedît, nizanim çima  ew gotar wenda bûye.
Bi ser de jî, eger ev helwesta ciwanên kurd, wek çawa di daxuyaniya wan de diyar e, ji bo yekîtiya rikberiyê be, divê ewana ji bo organîzekirin û yekîtiya mala kurd bêtir hewesdar bin, ji ber ku ji hêlekê de perçebûna hêza kurd dê dengê wan di nava rikberiya sûrî de lawaz bike, û ji hêla din rikberiya sûrî, bê hebûna tevgera kurdî (bi hemî şaxên xwe) dê nikaribe yekîtiya xwe pêk bîne.
Hêviya min ew e, ku ciwanên kurd; ewên ku duwaroja gel û welatê min ji çavên wan çîk dide riya xwe şaş nekin, û  ji bîra nekin, ku me ne tenê şêr û piling divên, belê me rovî jî divên.

   Hannover 22. 10. 2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark