● Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye. Roja 10.10.1950 li gundê Dekþûrî, Cizîrê, parêzgeha Hisiça, herêma Qamiþlo hatiye jiyanê. Xwendina xwe ya seretayî li gundê Tenûrî, sînordaþê Dekþûrî, kuta kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamiþlo bi dest xistine.
● Bi navên: Aro, Rezo, Stêr, Azad, Pirs, Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye, wilo jî di malperan de, ji wan: Stêr, Armanc, Dugir, Pirs, Metîn, Dengê Azadî, Zanîn….
● Ji havîna sala 1970-ve dest bi nivîsandinê kiriye, gelek gotar û lêkolîn belav kirine. Wilo jî, helbesta kevneþop û nûjen nivîsiye, þano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê
Dîk-Dîko;
Libhinarê,
Bavê Hepûn,
Þengê û Pengê,
Finda Þemal çap kirine. Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr. M. Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêþkêþkirina herdu navan hatine çapkirin. Bi kurtî:
● 1972 - 1974 Endamê komîta berpirsiyariya kovara "Þoreþgêr", ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû, maye.
● Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn, ko sê pirtûk li Berlîna Rojava çap kirin:
1. Dîwana S. Hêzanî, bi Kurdî.
2. Helperkên Kurdî, yên folklorî, bi zimanê Elemanî.
3. Miletek berxwedanê di ber hebûna xwe de dike, bi zimanê Elemanî.
● Sala 1977an korsên fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd yên zanîngehê re vekiriye.
● Sala 1977 bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda Kawa bo wêjeya Kurdî". Dameznerên vê hevbendê: Bavê Nazê; Dr.M. E. Najarî; Dr. S. Mulla û Rezo bûn, ko li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk bi zimanê Erebî, çi wergerandin, çi jî afirandin dane weþandin.
● Navbera sala 1978 û 1980 bûye endamê "komîta amadekar" bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanên Kurd li Ewropa, ko di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.
● Navber sala 1980 û 1981 berpirsiyariya belavoka "Ronakbîr" li Sûriya kiriye.
● Navbera salên 1982 – 1984 bi Bilûrvan re serkêþiya fêrbûna "Korsên zimanê Kurdî" li binekova Cizîrê kiriye.
● Navbera salên 1983 – 1993 berpirsiyariya kovara "Stêr", bi Bilûrvan re, weku damezrêner, paþê bi Dilovan û hin rewþenbîrên din re kiriye.
● Sala 1993 bûye endamê komîta berpirsiyar di kovara "Pirs"ê de.
● Di sala 2002 de bûye endam û yek ji damezrênerên " Komîta xelata Cegerxwîn".
● Sala 2003 bûye endamê komîta þêwirdarên kovara "Pêl" ko li Elmaniya der tê. Vê salê jî bûye endamê "PENa" Kurd.
● Sala 2003 vexwendî çalakiyên sedsaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê, bûye. Li wir " Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de" pêþkêþ kiriye.
● Sala 2004 – Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya "rojên wêjeyê li Amedê" bûye û beþdarî kiriye.
● Sala 2005 bûye endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk, ku di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.
● Sala 2005 – hatiye vexwendin bo festîvala rewþenbîrî ya yekemîn li Duhokê, da lîkolînekê li ser "hevoksaziya Kurdî" pêþkêþ bike. Lê ji ber sedemên rewþa navwelatî di navbera Sûriya û Îraqê de nikarîbû amade bibe, tenha lêkolîna xwe rê kir.
● Sala 2006 – Endam û çalakdarê festîvala rewþenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.