Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn bi nivîskar Melevan Resûl re

 


  Berî  her tiştî em bi  navê Malpera  (Welatê Me) ji dil û can sipasiya hewe yên hêja dikin, ku we ev delîve ji me re vekir, û bi rûyekê geş û singeka fireh pirsên me wergirtin.
Mamostayê hêja, wek hûn dizanin, niha herêma me bi giştî û welatê me Sûriya bi taybetî di nîr û kewdanin nazik û hestyar re derbas dibê. bi gotineka dî, îro devera me li ser terafa volqaneka nixumandî rawestaye. pêre jî xwepêşandan û serhildana gelê Sûriyê roj li dûv rojê qûnaxin dîtir û nûtir digirê.


Hûn wek çavdêr û nivîskarekê kurd çawe rewşa çalakî û bizavên hevrêzî û hevpeymanên xortên kurdan, û herweha tevlîbûn, kar û xebata tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê di vê  serhildanê de dinirxînin.

Ji laye xwe ve ez jî spasiya we dikim bi vê çavpêketinê û hêviya serkeftinê ji karê we yê ragihandinê re dikim , ji berya ez bersiva vê pirsa we bidim pêdiviye were gotin ku ezmûneya miletê rojhilat bi tevahî têre derbas dibe ew ji encama neçareseriya pirsgirêk û gengeşeyên li ser hev kombuwîn tê , ji ber qeryan û bûyerên li rû didin me bi şûnde divegerînin û dîroka hevpeymanên li dij viyana netewên heremê hatîn pêkanîn li ber çavên me diraxe , bi ser vî qasî de jî desthilatên ku ev welatên nîgarkirî tu carî bi giyanê netewa  hemwelatiyên xwe re nebûne cêwî , navbirek yan jê sînorek rêsayî xistine navbera xwe û milet de û hewldanên çareseriya kêşeyên hemwelatiyan nehatiye dan , her demî riya çareseriyê bi lûlê çekan hatiye dan , bi vî rengî ne welat avabûn e û ne hestê netewî ya ku girêdana bi axê ve bilind bûye , heta radeya ku hemwelatî nema cudahiyê têxin navbera dewlet û rijêman de , eva jî metirsîneka mezine di paşeroja miletan de . vêca gava em werin ser pirsa we û ji çalakiya hevrêz û hevpeymanên xortên kurd , hingî gotin bi têra ravekirinê nake , ji encama lezgîniya rûdanên bezok , helbete hêza sereke di guherînê de xortin û paşeroja vî welatî dîsan jî xortin , çiqas ev bizava wan pîroz dibînim jî lê dîsan lêgirtin û rexne ji şêweya xebata wan re hene , wekî nimûne ji raperîna xortên kurd li bajarên kurdî hîn ne di asta rojgariyê de ye , ji hêlekî pirbûna ne li hev banandî û ji hêla din ve ne zelalbûna xwestek û daxwazan , mîna ku di mij û moranê de bin , beşe din yê pirsa we ji helwesta tevgera kurdî di rojavayê kurdistanê de , mixabin em kurd di gotin û şîretan de xwe li pêş vîlezofan dibînin lê dema dikeve piratîkê kito kito ji berpirsiyariyê direvin , ango li qizincan digerin bê ked û westan , helbet tevgera kurdî ne rexê siyasî bi tenê ye , di hembêza wê de çalakiyên rewşenbîrî û civaka sivîl jî hene , her çiqas bi hişmendî tevdigerin jî lê ew nayê wateya bersivdana rûdanên rojane û bezok .

Gelek rewşenbîr,zanyar,partîzan û siyasetmedarên kurda ta vê çaxê tirs û pisyariyên xwe ji pêşeroja Sûriyê û tariya alî û hêzên wê yên bên didin diyarkirin û dibêjin:piştî vê werçerxana dîrokî em naxwazin careka dî ji bin dilopan herin ber şirşirîkê,û sed salên dîtir miletê xwe bihêlin di bin nîrê bindestî û zordariyê de .
Gelo ev tirs û pirsyarî di nava gera van tengavî û pirsgirêkan de çawe tên dîtin û helsengandin.

Belê ew metirsîn heye û rewaye heger were dîtin , ji ber ku rekeberiya Erebî heta vêga û bi wê hêza xwe ya lewaz nekariye pirojeya avakirina dewletek sivîl û rengareng li pêşxe , mînak jê hebûna miletê kurd wekî gel nekariye bi perjirîne , mantelîta şoven hîn di mejyê wan kesên xwe dibînin demokrat yan lîbral de dijwar e , ji bilî em werin helwesta opzisyona dîndar temaşa kin , ya ku hîna kirasê avakirina dewletek sivîl û demokrat li xwe nekiriye û ne amadeye xwe biguhere , ji lew hewldan ji derdoran hene û bi taybet ji layê desthilata AKP ve ku opzisyonek misilman wekî xwe ava bike bi ramanê dîndariya navçe radîkal , û heta radeyekî kariye wê gotarê bi pêşxîne û erêkirina hêzên biyanî misoger kiriye , birên misilman bi temamî xistiye bin bandora xwe , li darxistina konfiransên li Antaliya û Istanbol li dûhev ne ji bonî kilê çavê miletên Sûriye ye , sernivîsa wê hewldanê li dij hebûn û viyana netewa kurd e , heger mîza wan zelale û dilê wan li ser miletê Sûrî , Filistîn , Somal û Lîbiya heye û dibêje sifir problem , bila pêşî ber deryê mala xwe pak bike û dilovaniya xwe ne wergêre gulle û tank û zindan bi ser miletê kurd de li bakurî kurdistanê ne barîne .

Ne tiştekî veşartiye,ku di dîroka gelê kurd de ,gelek rîp û xap,pîlan û bêbextî,fen û fît,dek û dolab ji aliyên serkêş û rayedarên gelê Ereb,Turk û Farisan ve,û bi piştgirî û pîrozkirina wan gelan li ser gelê kurd hatine ristin û gerandin.
Gelo,miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê wek beşek girîng ji gelê kurd kariye sûdê ji wan bûyer û serpêhatiyên mêjoya xwe ya Kevin û nû werbigirê û hûn dişin ji me re diyar bikin ka îro çi nexiş û rê hene ku kerwanê xebatê ji bo wekhevî û azadiyê bi şopînê.

Di felsefeyê de tê gotin ku hişmendiya komik heye û hişmendiya tenane heye , di vê mijarê de herdu hişmendî bi hevre hevcotin di bersivdana vê pirsê de , em naxwazin dîrok xwe dubare bike û em careka dî bibin qurbana gotinên xweş û li jehrê werdayîn , wekî rêzefilmekî di ber çavê her mirovekî kurd re derbas dibe ka çawa ev dewletên welatê me li wan hatî parvekirin , çiqasî bi rêbazên derew û xapînok armancên xwe bi destê me pêk anîn e , û dawî em hatin e pişavtin , çi di hêla oldariyê de û çi di hêla xebata siyasî de ,li ber çava ye hevpeynana Amasiya ya ku kurdan xwe ji bo avakirina dewleta Tirk kirin qurban û di encamê de li derîzeyên tunekirinê man , her weha xapandina Xumînê ji wekheviya miletê Iranê re , yan komika netwî ( kutle weteniye ) li Sûrye . û şoreşa Ebdikerîm qasim û……h,d . heger em li dilpakiya kurdan vegerin wê nifşên paşerojê sed nifretî li me bibarînin , ji ber vê yekê heta bi kesên normal ji miletê kurd hîna di kesera xapandinê de dijî û nema bawerya wî bi proje yan gotinên şekirkirî tê , divê em werin ser mijara çareseriya pirsa kurdî ka çawa were bersivdan ? mademkî îro qedera miletê kurd bi van milet û welatan ve hatiye girêdan , bê guman şêweyê xebatê cihê ne , li welatê me Sûriye çi tê payin ku bibe û çareserkirina kêşeya kurdî kî dikare bibîne ? ez dixwazim bi kurt û kinî bibêjim ku maf têne standin û tu carî nayên dan , heger miletê kurd li ser hev bibe kom bawerkin ku tu hêzên rikeber , opzisyon û heta rijêm nikare bersinga daxwazên wan bigre , viyana hebûnê di destê bizava kurdî de bi hemû nav û nîşan û rex û şaxên xwe ve girêdayî ye , çi rêxistin be û çi tevgera gelerî be . mercên pêkanîna mafan pijayî ye û li ber derî ye . heger dilsoziya me ji hevre hebe em dikarin projeyek yan neqşeya çareseriyê nîgar bikin , dem pijayî ye û mîna pariyekiyê li ber dev li benda cûtinê ye .

Dengin bilind di nav kurdan de derdikevin û dibêjin:di vê demê de gereke tevaya gelê kurd û bi giştî  tevgera wî ya siyasî û herweha bi taybetî hevrêzî û hevpeymanên xortên kurdan maf û xwestekên gelê kurd û taybetmendiya netewa kurdî wek miletek li ser xaka xwe ya dîrokî dijî li pêşiya doz û daxwazên niştîmanî yên gelê Sûriyê deynin û di ser wan re jî bigirin.
Hûn wek rewşenbîrekî kurd çawe van hizir û helwêstan dixwînin.

Şervan ger bê çek dakevin halanê wê erzan biçin , her çendî ev ne halanek navkirye , lê bawerkin ew ji halan û cengê jî dijwartir e , tekoşîna miletê Sûrî bi giştî pîroze , vejînek nûye ji hiş û raman re , bersivdana tund û tûjîtiya 50 salî ye , vegerandina hebûna nasnameya welat e , tevlîbûna malbata mirovahiya azad e , heger netewa Ereb serî hildaye da ku nirxên xwe yên hemwelatiyê vegîne , lê ya kurdan di du astan de ye , yek jê vegerandina nav û hebûnê ye û ya din hemwelatiya azad e , cihê daxê ye bêjim ku heta niha hîn miletê Ereb em wekî hevbeş di maf û daxwazan de nedîtine , bi çavê biyanî yan kêmnetew me dibîne , ji encama dirêjahiya salên perwerdekirina ramanê şoven de meriqiye , vêca xebata siyasî û çalakiyên hevrêzên xortên kurd di vê mijarê de divê hestiyar bin û nebin alav di tepeseriya netewa kurd de , pêwiste ji her demî pêtir gotara kurdî bi hêz were xwendin , bi reng û dengê xwe dakeve cadê , bila were zanîn ku demokrasiya Sûrye bê hebûna miletê kurd , xwedan nav û qad tucarî pêk nayê , her çendî derbirînên cihê hene jî lê min dixwest ku cada kurdî bi kurdî bikele û birije , diruşmên kurdîniyê li pêş werin gotin , pankart û ala kurdî were hildan , siloganên xortên kurd ji bo bajarên kurd re werin gotin , vejandina giyanê şehîdên serhildana Qamişlo û tevahiya kurdên bi destê rijîmê şehîd ketîn werin gotin , serhildana gelê kurd ne bi buhara Ereban re destpê kiriye , ji Yûsif Ezemê û Silaman Adî û heta karwanê li şehîdên serhildana Qamişlo û Newroza 2008-2009an û 49 efserên kurd yên hatîn kuştin bi buhaneyên xwekuştinê .  

Piştî hilweşandina Îmbiratoriya Osmanî pir derî li pêşberî gelên deverê ji bo azadî û rizgariyê hatin vekirin û derfeteka baş li ber gelê kurd jî hate peydakirin.di vê derbarê de nivîskar û mêjovanê kurdê navdar Hesenê Hişyar,hevalbendê Şêx se`îdê Pîran,li ser wê demê dibêjê:(dema ku derfet hebû,em tunebûn.niha em hene,derfet tuneye.).îro çavdêr û zêrevanên siyasî gumandikin ku di dema pêla serhildan û şoreşên buhara Erebî de û bi taybetî serdema şoreşa gelê Sûriyê de, derfeteka zêrîn li pêşberî gelê kurd tê dîtin.
Hûn wek zêrevan û çalakvanekê kurd hêsûyê vê derfetê dibînin û eger derfet peydabûye,ma tevger,rêxistin,sazî û zanayên kurdan amadene ku vê derfetê ji dest xwe bernedin.

Wekî tê gotin û tê zanîn ku dîrok hevçerxîna xwe di her sed salî de dubare dike , lê bi şêweyek dî û ramanek dî , tenê mirov û leystikvan têne guherîn , lê di encamê de vejînek peyda dibe , va me jî sed salên xwe ji tund û pişavtin û kîmiyabaran û wêrakirinê bi şûn xwe de hêlan  , niha dewrana çerxana nû destpê dike , belê raste me di serdemên kevin de sûde ji nexşeya parçekirin û nîgarkirina bi wêneyên diyar , tu maf û daxwaz bi dest neketin , miletê kurd bû qurbana hevpeymanên nevnetewî , li gor berjewendê dagirkeran nexşê hatin danîn û piraniya me jî bibûn destek ji encama netêgihiştina ramanê netewî , tevî wê yekê jî lihevkirina dagirkeran qedera miletê kurd winda kir , mîna tê gotin ( fesla çûkan di nav garisê Meman de hate kirin ) . ev serdem heme heme em dikarin bêjin ku mîna wê pingava borî ye , çendî bazarên navnetewî û herêmî hebin jî , lê dijberên hebûna netewî di çar parçên kurdistanê de îro di lewaztirîn pingavên de dibûrin  , bi rastî jî derfet zêrîne heger miletê kurd amade be , bi sanahî dikare mora xwe li nexşeya vê demê bide û mafên xwe bi destxîne , heta radeyekî hemû beşên kurdî vê rastiyê dibînin , lê xebata tê kirin bi têrê nake , qelsî di bizava siyasî û rewşenbîrî de gelek heye , mixabin sazî û tevgera kurd bi rola xwe ya dîrokî narabin , bi taybet rola rewşenbîran lewaze , û tevgera siyasî hîn di asoyên partiyetî de diramin , bi giştî evrabûna dozê ji xwere nekirine armanca sereke , eve jî derfetê ji dest berdidin , kolana kurdî ne heydare bi kirîtîkiya demê , ew ne binasê wê ye , istûbariya tevger û komelgeyê ye ku bi kolana kurdî bide niyasîn ka çi erk û delamet dikevin ser milê wê , dûrbûna tevgera siyasî ji hev dihêle xemsarî cihê xwe bigre û kerbûnek nerewa li rû bide , mademkî rewş awarteye , pêdiviye hemû layanê kurd bikevin seferberiyê de , berpirsiyariya dozê li beşan were belavkirin , em naxwazin bar bikeve ser milê çînekî yan rêxistinekî , em hemû û bi taybet mirovên xwedan helwest dive bi rola xwe rabin , bi rastî jî li gor bezandina rûdanan di welatê me de , gelekî miletê kurd dereng maye û nabe ev rewş weha dewam bike .  

Pirofisorê kurd Dr. M.S.C uma dibêjê :(miletekê bê mêjo mîna minalekê bê serpêhatî tête dîtin.)
Gelo,miletê kurd kariye ta niha ezmûn û serpêhatyên dîroka xwe bi rengekê rast û durist bi xwînê û li gorî encamên wan serpêhatiyan reftarê li gel wan guhertinan bike.

Ez dibînim ku vê pirsê xwe dubare kirye lê dîsan jî divê em  cudahiyê bixin navbera komelgeya civakî û çîna xwêner ji mêjo û serpêhatiyên demborî de , mijara helwesta giştî ya milet divegere ser saykolojiya miletên bindest , ew kesayeta rûxayî di hindur de nikare bibe xwedan helwestek bi nirx , herdemî bi çavek biçûk li xwe dinere , car caran xwe dighîne asta mandilkirinê , xwe wekî mirov û xwedan rûmet nabîne , di dîroka tu miletan de nayête xuyakirin ku milet bi giştî hevraman û têbînî ne di asta xwendina dîroka xwe de , herdemî çav li rexên rêxistinkirî dimîne , heger şiyarî di bizavê de were kirin ez bawerim milet nemerdiyê nake di bersivdanê de , tevî rêzgirtina min ji hemû beşên civakê re , lê wekî Hacî Qadirê Koyî dibêje : rêberê miletan ne şivan û gavan in , helbete zanist û xwedan ilm û irfan in , heger pêşîvanên miletê kurd bi rola xwe rabin , hingî civak bi giştî bi wan ve dibe gewdeyk , bi kêmtirîn çax û kêmtirîn qurban armanc bi cih tên .

Di berê de hatiye gotin:(kesekî bi xweziyan negirtiye baqên keziyan.).
Gelo weheye bi rehetî,bê kar û xebat,bi rûniştinê û wendakirina demê,bê ked û zehmetî,bê buha û qurbanî gelê kurd bi gihê armancên xwe û di pêşerojê de bibê şirîkekê rast ji gelê Sûriyê re di Sûriya nûhatî de.

Ji xwarina bi mista pêtir ne bi çêje  ji nûşîya canî re , lê dîsan di daqurtandina wê de westan heye , eve nêzîktir nimûneye ji pêgihandina xweşiyê re , vêca heger em werin ser babeta giran ya ku bi salên dijwar ji pişavtin û sepandina pîlanên rakirina netewa kurd ji kokê û pirojeyên windakirinê bi şêwazên şoven , ma gelo bi sanahî ew çareser dibin ? ji berê de gotin e ( destê rehet li ser zikê birçî ye ) , heger miletek di gerdûnê de bi sanahî gihabe serxwebûn û azadiya xwe , hingî ez jî bêjim de kurdino xwe di malên xwe de ker kin û li benda feriştên xweda bimînin da we li ser destên xwe hilgirin û bibin behuşt û laleşînê . her tişt qelenê wê heye , ji riştina xwînê ta xwe bighîne xebata dîplomat , pêwiste riya bijare li gor rewş û demê were hilbijartin û rê û rêbaz werin kudandin , îro pêdiviye xebata sivîl bişopînin û hîma xwe berdin ser xebata diplomat û siyasî , bila destên me li her derî kevin , û ya ji hemûyan giringtir hêza li ser hev ava be wê bibe bersiva hebûnê , û dawiya dawî ji miletê kurd re bihuşta bi minet nave , man û heyîna me bi me ye , em tu carî nabin derwêşên li ber dîwaran ta xelk xêr û qenciyan bi me bikin .  

Nivîskarê navdar Conasan Randil,danerê pertûka ((Neteweyek di parçebûnê de)) didê gotin : (miletê kurd her û her tiştên ku di cengê de bi dest ve tînin,li ser mêza danûstandinê ji dest xwe berdidin.).
Gelo ev wê yekê nadê kifiş kirin ku rêber,rewşenbîr,zana û serkêşên kurdan ne bi rengekê rast  li kûrahiya naveroka wan guhertinan nagihin, û şûn û şopin şaş digirin.

Heger tewana dagirkeran carekî hebe , lê tewana rêveberiya hêz û layanê li pêş miletê kurd duqat heye , mixabin tevizandina hestan li rex milet belav dikin , ez bawerim hemî sazî û rêxistinên kurd jana vî miletî nasdikin , lê ya rast ewe ku hîn kurd fêrî siyastê nebûne , xwendina wan bi têra pirsa milet nake û nikare bibe bersiv , hewldanên takekesî nayên wateya rizgariyê , çi kesayet bin û çi rêxistin bin , kêmanî di karê me hemûyan de heye , tevgera siyasî jî rewabûna xwe ji xwe girtiye , ji lew bi hesabên partiyetî tev digerin , her wekî sedema damezrandina partiyan ji bonî pêgihana maf û daxwaza mile e , lê li rex me kirdan partiyetî bi xwe ji mere bûye armanc , ya dî berpirsiyariya rewşenbîran di hişyarkirina milet de û ser bi dozêvekirinê ve , cihê daxê ye em bêjin ku rewşenbîrên kurdan bi piranî alîgirin û qedera xwe bi mana hêza siyasî ve girê didin , çend ronakbîr û xwedan xameyên zêrîn bûne armanc û dikevin ber pêla reşkirinê , di encamê de yan seqet dimînin û yan xwe li hêsuyên bêpêjniyê dihêlin .

Wek me berî niha jî daxuyakirin,ku îro Bakurî Efrîqiya û rojhilata naverast dikelê û di guhertinin hûrnaz û mezin re diborê. Bi van guhertinan re gelek tiştên Kevin wê hilgurin û hin tiştên nûtir wê li dewsa wan bên lêkirin .
Pirsa ku li vê tê kirin ewe, partiyên kurdî bi vê sistî û xaviya xwe ve,bi wan nakokî û hevrikiyên xwe ve, weheye bikarin barê giran yê vê serdemê hilgirin û miletê kurd bi êmnahî bigihînin armancên wî yên rewa.

Heger dilsoziya partiyan hebe û ji bazara sûde û têkçûna derfetên partiyetî dakevin û berjewendên milet di ser berjewendên kesane û partiyetî re bigrin , bê guman wê karibin ji kawîbûn û pîrbûna xwe bibin ciwan û baweriya winda li wan vegere , lê dîsan jî bila bar tenê nekeve ser milê partîzanan bi tenê , tevaya çînên civakê xwedan rolin di pêkanîna armancan de , em kurdê netewa xwene ne kurdê partiya ne .

partiyên tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê di gerîneka pevçûn û parçebûnê de vedgevizin,şûn û nîşanên rêrastkirinê wendakirine.eve demeke pir nivîser,mijar,babet û piroje ji aliyên nivîskar û siyasetmedarên kurd ve,ji bo avakirina civateka netewî ya kurdî tên pêşkêşkirin,û bi xurtî doz û daxwaz tê kirin ku kongirekê kurdî were girêdan.
Gelo,hûn çawe li giringiya pêkanîna vî pirojeyê netewî dinêrin û hûn çawe delîv û derfetên serketin û pêkanînê li ser rûyê erdê dibînn.

Susrete dema em bêjeya netewa kurd tînin ser ziman lê gelo ma vî miletî çi destkeft hene û çi nirx maye , dema bayê gur radibe heta bi pêşûyan xwe li hev komdikin ji bonî parastina man û heyînê , lê va bi dehê tsonamiyan li me dide û me nekariye heta malbatên xwe biparêzin , bi rastî tofan li dû tofanê li me dirabe û av ji bin me diherike û haya me jê nîne , îro yekbûna gotara kurdî ji nan û avê ji mere giringtir e , ev qedera miletekî ye ne leystoka minala ye , yan tê hebe û yan tê têkbiçe , ji bilî van herdû şopan nînin , bi xweşbînî me peyka beryara damezrandina konfiransekî kurdî bihist , vehesînek di nava civakê de jî çê bû , lê wekî nanê li ser keva sêlê were revandin ji pêta rimya agirê dijwar , her wisa jî bazarên ne di gumanan de derketin , partiyan ji destê serbixweyan revand , serbixweyan ji destê nivîskaran revand û revê ji nava destê revkaran revand , ger hişmendiya layanê kurd ev be , heta ku kongir were lidarxistin jî , ez bawerim temenê wî bi zuhabûna dêwêta pê were nivîsandin diqede . ji ber mîkanîzma avakirinê bixwe  ne rewa ye , ya din jî ku 11 partiyên kurd ev beryar dan e , bila em zanibin ku hîn 13 partiyên din ji derve hene , çi kêm û çi pir , ya ji hemûyî seyrtir ew sansûra li dar û dest e , veto li ser hinek partî heye , hêza siyasî ya kurd gelek hewldanên li hevkirinê avakirin ( hevgirtin , ber , hevrêz , encumena partiyan û …..) di dawî de hemû rûxan û bê bandor man , yek gava çalak ne hate avêtin . heger kongir bi vî awayî be bila em ji serê xwe bavêjin û pareyên werin mizaxtin vegerin berîkên xwediyên xwe û demê xwe di ber de winda nekin .  

 ji çareserkirina kirîza Sûriyê re pir sînaryo tên berçavkirin.ji aliykî ve gelê Sûriyê beryara xwe daye û şûn de venagerê,li aliyê dî rijêma Ba`as jî tevaya rengê kuştin,tepeserkirin,xwînrijandin, tund û tûjiyê dijî serhildayan bikartînê.
Di baweriya we de wê çi sînaryo ji bo çareserkirina vê kirîzê ji bal aliyên peywendîdar ve werê helbijartin.

Sînaryo ya herî xwedan çens di baweriya min de ewe ku rijêm heme dawî her wê hilweşe , lê dibe demdirêj be û hinekî bajo , em dikarin bêjin ku sînaryoyên heyîn ew mîna çêkirina xwarina li ser are , hin bi hin dikele û di her pingavê de yan xwê lê tê werkirin û yan av lê zêde dibe , lê hema dawiya dawî wê ew xwarin ji ser agir peya be , çi kelok be û çi bêkel be , li xweşiyan hinekan wê here û li nûşiya gelekan naçe , tevî peywendî û hevpeymanên di navbera rijêm û dewleta Tirk de , lê xuyaye cîhana rojavayî rol spartiye Turkiye , ji lew hewldanên lidarxistina konfiransên li dû hev û gotinên tûj û nameyên hişk ji bal desthilata Turkiyê ve derdiçin , û heta radayekî wan kariye hîkariyê li opzisyona misilman bikin ya ku yekemîn partiya xwedan hêze di nava partiyên Erebî de , hewldan hene ku ji tundrewiyê veguherînin Islama nermok , û wê dawî hêzên rojavayî wan bi ser bêxin , pirojeya kordinasyona Erebî û pirojeya Rûsiya ne xwedan derfetin di serkeftinê de , ji lew em kurd di qunaxa tirsnak û bivek re derbas dibin , ji ber pêşengiya guherînê di destê dewleta Tirk de ye . heger me hêza xwe ya komelgeyî û siyasî li ser hev kirie kom , hingî em dê bikevin mijara paşeroja avakirina sistemek demokrat û wekhev , tu hêz bi qasî ya kurdan di welat de nîne û çi proje bê kurdan wê bi ser nekevin .

dibêjin : rewşenbîr çirane ji miletan re, û ew şûn û şopên tarî li pêşiya miletan ronîdikin,herweha rêyên çareseriyê destnîşandikin.
Hûn wek rewşenbîrekê kurd.gelo rewşenbîrê kurd kariye bi vê berpirsyariya li ser milê xwe rabê û rêyên çareseriyê li pêşiya miletê xwe berçav bike.

Me ji berî niha jî gotibû lê dîsan jî divê em xwendevan û rewşenbîran ji hev cuda bikin û ji nûve rewşenbîran bixwe jî bikin du beş , beşek bi gotara partiyan diaxive û ramanê azad bandorkirye û beşê din ji rewşenbîran ji derveyî hofka gevaztinê ne , her çiqas derbirînên wan ne ji bo qizinc û sûdeya bin , lê astengên dijwar li pêş wan derdikevin , bigiştî helwestên pûçkirin û reşkirinê li hember wan têne bestin , mîna gotina di kolalana kurdî de tê gotin : (kesên cihê xwe di nav partiyan de negrin ew ne welatparêzin ) rewşenbîrên me jî ne xwedan hêzin ku xwe li ber şepola pişavtinê bigrin , ji lew piraniya wan nebûne xwedan insiyatîf û bi rola xwe wekî tê xwestin narabin , heger garantiya li hevhatina civakê newe kirin ez bawerim wê tu kes nikaribin bi erk û rola xwe rabin .    

zêrevan û çavdêrên siyasî didin xuyakirin û guman dikin, ku hêsyûn şerê navxweyî di paşiya vê kirîzê de rûdidê.
Ma lênêrîna we li ser vê yekê çi ye.

Şerê navxweyî xwestek û daxwaza rijêmê ye , bi sala ye kewdana vê pirojeyê dike ,  şop û kartêkirina bi salan da ku dewlet were mizaxtin û di kesayeta nijadekî de , û mijad were guvaştin di kesayeta partiyekî de ,  û partî were mizaxtin di kesayeta serok de û serok were mizaxtin di çîneke civakê de û çîn were guvaştin di malbatê de . ev susreta bi seyr ji kiryarên hêza totalîtar der tê , nakokiyan di nava beşên civakê de diçîne û dijminahî û giyanê tolvedanê kûr dike , bi salaye rijêm vê pêlê gurr dike , civaka di Sûriye de têk werdaye , giyanê nijadperstî û çînên civakê li hevxistiye , heta bi ayin û bawermediyê leystiye , em dikarin bêjin ku kariye yasaya jiyana komikî bi giştî li dij hev rakiriye , heger vêga di bin kontrolê de ye lê xurtkirina vê derçûnê rijêm bi xwe li pişt diraweste û niha wekî dar di kunmozê keve va zeraqa wê li rû dide , bivekiya rijêmê kar ji bo dikir va destpêkir , lê wê li kû raweste hîn nediyar e .

dawiyê careka dî em ji dil sipasiya we dikin.vêca eger gotin,peyv,têbînî, bîr û boçûnin we dî jî hebin,hûn serbestin û derî li piştê ji cenabê we re vekir ye.

Ji hêla xweve ez jî spasiya we û vê hevpeyvînê dikim û omîdewarim ku her mirovê kurd bi giyanê berpirsiyariyê tev bigere û bi lezgînî birîn werin dermankirin û bila berê me li rewşê be ne pişta me lê be , derfet zêrîne heger em çalak bin û dilsoziya me bi milet û welatê me hebe , pêwiste rûniştina me li mala me nebe û bi taybet banga min ji rewşenbîrên kurd re heye kû vê derfetê ji dest bernedin û bi erkên xwe rabin , her çendî rêxistina me ya siyasî pîr û kawî buye û hinekî vegerîna ciwanî û qeşengiya wê zore , lê mirovên xwedan helwest milmilê tevgera komelgeyî û siyasî re dikarin şiyariyê pêkbînin û vê ezmûnê bi serkeftin derbas bikin , bila her yek ji me bêje ev bar barê mine , ew delametek sincî  , welatî û rewşenbîrî û heta olî ye . mademkî em milet û netewin bila nirxên me li gor bilindbûna navê niştimana me be  .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark