Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cawê rexinî bi kêra pîneyan nayê

 


Melevan Resûl
 
Sawîr min ji xwere dihlavêjin û bi salan ji salên bîreweriyê þûnde li bîra min tînin , dîmenên ji berya 60-70 salî diber çavan re derbas dibin .
Ez di bazara kirîn û firotana  cawan de me , li bajarê Qamiþlo yan Dêrikê þeqal û beqalên ji Cizîrê xwe berdane sûkê , kolan neqelqe ji çûnûhatiyan re , sing û milê meþvanan li hev dikeve , hin bikir û firoþin û hin seyrangerin , dengê cambazan bi hêze , qîrêna wan bi awazên li hevhatî û ji berkirî dihêle sûk pêl bide :


De weriiiiiiiiin ……….. ? bikirno weriiiiiiiiiiin  ? efendîno weriiiiiiiin ? ji xwere temaþa kin û nekirin , dîtin belaþê , li berîka xwe nenerin , îro bazar di arzaniyê de ye , ji xwere li vî cawî bi nerin , li wî cawî binerin , werin cawê bi reng , cawê ji Keþmîrê , ji Semerqendê , ji fasonê ingilîzî .
Cawê me bi kêra jin peyan tê , zarok û xortan , bûk û zavan , cawê maqûlaye , li temtêla efendiyan tê , werin bi belaþî xwe bikin efendî , kesê pareyên wî nebin emê 3 gazan jêre bikin diyarî , de werin îro heye û sibe tuneye .
Qewîtiya me ji were hûn van cawan nexin ber derziyê maþîneyan û nedin destê terziyan , ev caw ji hevruþmê hindê hilûtire , bi derziyok û kiþtibana tê dirûn , telî nermên me dikarin li temtêla we radin , emanet heta qiyamet vî cawî nexin axê û li ber tava havînê neraxin , rûnin li xwe kin û rabin ji xwe kin , bi kêra guvaþtinê nayê , ne îto dibe û ne boyax dibe , em terzîne û terzevanê çawê hevrûþmî ne de weriiiiiiiiiiiin hey de werin .
Çiqas ev dîmen bedew û þirîne , ji xweve mirov mereq dike ku dakeve  sûkê û vê sûka kesadê serobino li hev bide , lê sed heyf û mixabin berîka bikiran qule û pîlek têde nîne , û þeqal , beqal jî xwedanê cawê rexinî ne , ne bi kêra dirûnê tê û ne bi kêra pîneyan tê .
Di kêliya xilwaþê de ev rûdan wekî rêze filmekî li ber çavê min diyar bû , dema min guhdarî li simînera sekreterên partiyên kurdî dikir , gelo ma bi rastî em dibazara kesadê de ne yan ez di xewa þiyariyê de me ?????.  


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark