Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serhildana hevrêzên xortên kurda di bin çi diruþmê de dilivin

 


Melevan Resûl

Goman nîne ku hêza guherîn a civakê bi hîm û palpiþtiya hêza ciwan û xortan di her civakê de bi encamek erênî dibe , ew beþê civakê ya herî bi çalake û dawiya dawî ew nifþê paþerojê ne û beryara di destê wan de çarenûsekî ji wan re wêne dike .
Þoreþa miletê sûrî wekî ya hemû raperînên rewa ji çalakiyên xortan destpêkir ,


 roj biroj gavan li pêþ dixin û mora xwe li guherînê didin , ciwanên kurd jî bi lezgînî banga guherînê di wê rêbazê de tekoþînek bi rûmet nîþan dan , eva jî cihê serfiraziyê ye û omîda gel geþ dike , ev serhildan di seran serî welatê me de bi bandor dibe û hîkariya xwe berda ser tevgera siyasî jî û di qoziyekî de asteng kiri da ku bibe xwedan helwest û bi germî bikeve þepola guherînê û yan wê di þûnde bimîne , ji lew hewldanên yek alî ji bal çend partiyên kurdî ve û beþek berfereh ji rewþenbîr û beþên civakê , ketin liv û dewranê da mora xwe li vê rûdana ne dihizran de bidin , hinek li pêlê siwar hatin û hinan xwe ragirtin û heta roja îro helwestên wan di tevlîhevîyê de ye , heme em dikarin bêjin ku tevgera siyasî , civakî û rewþenbîrî heta niha nekariye xwe li gor lezgîniya veguherînê  tekûz bike yan dûzan bibe , ew ji qelsiya bêbawerî û bê helwestiya berpirsiyar der tê .
Em bêjin yan nebêjin lê îro ezmûn hatiye ku veqetandin were kirin û cihê vehesînê û siwariya li pêlê nemaye , ev mijar di kolana kurdî de bi giranî tê guftûgo kirin û lêgirtin bi dijwarî têne kirin , lê ya ku heta niha ji ber kirîtîkiya mijarê hîn ti kesî berê xwe nedaye hevrêzên ciwanên kurd ka çi dikin û dibin çi banî û pirojeyê de dixebitin , helbete bi qasî lêgirtin li tevgera kurdî ya rêxistinkirî tê kirin , du qatê wê li hevrêzan jî dive were kirin , gelo berê van xortan bi kude ye û dibin çi forman de liv û serhildanê dikin , ka pirojeya di destê wan de çiye û her weha ………..
Ev pirs hemî hîna zelal nebûne û mane bê bersiv , tirsa min ji wê tirsê ye ku bi rengekî ji rengan û bêhiþyarî ew bikevin bandora ajinde û komployan de , nemaze nexuyakirina rê û projeya guherînê û destkeftên miletê kurd wê çi bin di encamê de , bila em newin xapandin bi gotgotê opzisyona tert û balav , ya ku heta îro ne diyare wê çi bi xwere ji vî miletî û welatî re bîne .
Eve jî tê wateyê ku ciwanên kurd carek dî li xwe vegerin û ji nûve xwe rêz bikin û omîda miletê xwe neþikînin , gelo ma dibe ku ciwanên kurd di þeqamên bajarên kurdî de doza rûxandina rijîmê bikin û ji bajarên Sûrî re siloganên piþtgiriyê bêjin ya ku heta roja îro di wê aloziya xwede hîn hebûna miletê kurd napejirandin e !
Diruþmên ciwanên kurd dihêle ku cada kurdî mando bibe û pûte bi wan nede , nemaze diruþmên mîna ( kesên tevlî me nebin bênamûsin ) !
Hûn ji kîre van sixêfan dikin xortê kurda , qey miletê we namûsa xwe bi destê rijêmê ve berda ye ? .
Hêviya min ewe ku ciwanên kurd bi qasî navê xwe derkevin û rola guherîna hevdem bi dest xweve bînin  da ku em bi hevre bighin roja azadiyê .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark